Dîrok û çêkirina dîrokê

Terîfa dîrokê bi kurt û Kurmancî ew rabihuriya ye ku xelk wisa hesab dike ku rastî ye. Li vir meseleya “hesab kirin” muhîm e. Ji ber ku nivîsandina dîrokê (yan jî gotina dîrokê, lewra dîrok hemû nayê nivîsandin) bi destê kirdeyan dibe û kirde jî bêguman subjektîf in. Ango, heke dîrokçêkirineke bêalî nebe, dîrokeke bêalî jî nîne. 

Ji ber wê jî hîç gazinên min ji wê yekê nînin ku ji bo Kurdan jî dîrokek/gelek dîrok werin çêkirin ku hesabê wan dike. Dîrokeke wan ku ew têde kirde ne, wan îfade dike; ji bo komeke netewî, milî, dînî û her komeke din a civakî rabihuriyeke ku pê hebûna xwe rewa bike heyatî ye. Ev dikare bibe serketineke hevpar, trajediyeke hevpar yan jî îsbata hebûna daîmî ya li ser erdekî jî.  

Niha bi fikra min, ev rabihuriya hanê jî divê xwe bisipêre rastiyeke maqûl. Ango nabe ku stûnên xwe hemûyan ji xerca lihevanînê û tesewirê lêke. Divê bûyerên tesîr li pêkhatina civakê bi xwe kirî bibîne û xerca stûnên xwe ji wan çêke. Ez çima behsa vê dikim jî bi kurtî îfade bikim: Dema Kurd bi gelek zimanan li dîroka xwe dadikevin, gelek caran pirsên talî yên ku mezintirbûn, çêtirbûn, kevintirbûn û wd derdixin pêş. Li vir minaqeşe ne ew e ka gelo Kurd ji hinên din “mezintir” in yan na, kevintirin yan na. Weke mînak rewabûna miletê Îsraîlî xwe nasipêre kevnarî û mezinbûna Cihûtiyê; tişta sereke a ku rewabûna hebûna dewleta Îsraîlê derdixe pêş qirkirina Cihûyan a bi destê Naziyan e. Çêkirina dîroka Îsraîlê xwe disipêre vê yekê û stûnên xwe ji xerca wê çêdike.    

Ji ber wê jî bi ya min cihê minaqeşeyê ye ka mirov heta bi kîjan radeya etîmolojiya gel dikare weke hêmaneke îsbatê û rastiyê di dîrokê de bi cih bike. Girêdana navên kevin ên gelek zimanan bi ziman û şêwezarên Kurdî yên îro ve pirsgirêkeke cidî ye di dîrokçêkirina modern a Kurdan de. Ji ber ku qaîdeyên fonolojiyê, qulibîna herfekê, meyla ber bi hêzanbûnê ve û gelek tiştên di li ber çavan nayên girtin û hin encam weke mutleq rast bin tên eşkerekirin. Xêr û zirara vê çi ye, bi temamî belkî zehmet be mirov ji hev derxe, lê ji ber ku bivê “çêtirbûn”, “mezintirbûn” tên rewakirin berê wê û derê wê vekiriye li neteweperestiyeke hişk û rijî. Vi ser de jî li ber destan êdî bîreke qelp a dîrokê hêdî hêdî bi ser dikeve.

Ji ber ku ne bi tenê Kurd miletên din jî vê dikin, em rojekê dixwînin ku Newroz cejna herî qedîm a salnameyî ya dinyayî ye, roja din jî em dixwînin ku Akîdû cejna herî qedîm a salnameyî ya dinyayê ye. Em ji bîr dikin ku nasname û komên civakî (netewe, qewm û çîn jî di navê de) di pêvajoyekê de pêk tên, elaqeya wan a bi nijadê re nîne û ya bi binyadê re jî kêm e. dema wisa dibe, Kurd bi tenê dikarin bibin xwediyê wê tişta ku di dîrokê de piştrastkirî Kurd e; Ermenî, Asûrî, Ereb û Tirk jî hakeza. Em sînorên ku di herika civakî a pêvajoyên civakbûnê de nînin mutleq dikin û hesabê xwe ji wir didin destpêkirin. Bi vê jî em cîrantî, dostanî, hevaltî û dijminatiyên xwe yên îro jî rewa dikin; dema wisa ye, li ber me ev awayê dîrokçêkirinê vedigure pisgirêkeke cidî.

Meyleke cidî di nava dîrokçêkerên Kurd de ew e ku hema hema hemû miletên kevnar ên Îran, Xoresan û Anadolê bi rengekî dikin Kurd û miletên mayî yên bi eslê çand û zimanê xwe ji van erdan bê par dihêlin. Ev meyl dike ku mirov nihêrîna serdestan li Kurdan a ku dibêje, “hûn jî em in” li nav Kurdan ji nû ve hilberîne û ji wan re bibêje “hûn jî em in”. 

Aliyekî din ê bi pirsgirêk li binyada hemû miletên deverekê bicihkirina koka Kurd e. Heke wisa ye, naxwe bila Kurd xwe Swêdî qebûl bikin û em ji vê daweya xwe xilas bibin; yan jî em bi rengekî van “cahilan” pê bihisînin da ku li “eslê” xwe vegerin, û welatekî mezin ji vî “eslê” xwe re ava bikin. Helbet tesîrên ziman, çand û şahristaniyan li hev hene. Hîç guman di wê yekê de nîne ku komên di warê neolîtîkê de hilberînên pêşî kirî, ew bi nav jî kirine, pêvajoyên terîfkirina wê jî bi nav kirine, çêkirina xaniyan, mal û awayê malbatê jî. Kî ji kê fêr bûbe bi van navan ji wan fêr bûye û bi vî awayî mirov dikare behsa “koka” zimanekî bike helbet bi awayekî qismî. Lê ev bi ti rengî nayê wê maneyê ku mirov li “kokeke” genealojîk bigere. Gotina min a dawî, belê dîrokê binivîsinin, li ber hev bigirin, şîrove bikin, rabihuriyeke hevpar derêxin pêş, lê ne li ser stûnên pûç û ne li ser tovên “çêtirbûnê”. Civak ji xwe xwedî hin nirxan e heta ku heye. 

Yazarın diğer yazıları