Dîroka hezarê salan talan kirin

Salek û 4 meh in artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê Efrînê dagir kirine û bi sedan sûcan şer der heqê xelkê sivîl de kirin. Bi zanabûn mîrasa çandî û şaristaniya herêmê kirine hedef û tevahiya cihên dîrokî wêran û talan dikin.

Dewleta Tirk û komên wê yên çete, li Efrînê ku dagir kirine, berhemên dîrokî talan dikin. Dewleta Tirk piştî ku Adara sala 2018’an Efrîn dagir kir, navenda bajêr û gund nehişt ku talan nekir. Çeteyên dewlata dagirker dewlemendiya çand û dîrokî bi tamamî talankirin û dizîn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, dewleta Tirk bi taybetî çend roj in li derdora gundê Ereba yê navçeya Mabeta ya Efrînê dest bi kolandina deverên dîrokî kiriye. Tê gotin, kolandina deveran hefteyeke didome. Heta niha nayê zanin bê li wê derê çi dîtine yan jî li çi digerin. Beriya niha jî li gundê Gemruke yê navçeya Mabetayê deverên dîrokî hatibûn kolandin. Li gorî agahiyan dewleta Tirk demeke Girê Endarê dikole. Li Girê Endarê gelek berhemên dîrokî hene ku ji salên Beriya Zayinê 1000-1300’î mane. Wêneyên ji herêmê hatin wergirtin nîşan didin ku zerareke çawa dane berhemên dîrokî.

Cihên dîrokî kirin hedef

Saziya şûnwar û Muzexaneyan a kantona Efrînê li ser talana dîrok û şaristaniya Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Şehbayê li hola kampa Serdemê pêk hat. Gelek endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevî şêniyên Efrînê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Şehbayê ji hêla hevserokê Gerînendeya Şûnwar û Muzexaneyan ê kantona Efrînê Selah Sîno ve hate xwendin. Selah Sîno bal kişand ser hovîtiya çeteyên dewleta Tirk û got; “Ev salek û 4 meh in artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê Efrînê dagir kirine û hovatirîn sûcan der heqê şêniyên resen de dikin. Dagirkerî bi zanabûn mîrasa çandî û şaristaniya herêmê dike hedef û tevahiya cihên dîrokî ji rojên destpêkê ve wêran dike.

Li qanûnên xwe xwedî derkevin

Selah Sîno di dewamê de qala kiryarên çeteyan yên li herêmê jî kir û got; ”Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya stratejiya qirkirina çandî û guhertina demografiya herêmê de, bi zanabûn perestgeha Eyn Dîwarê kir hedef û piştre cihên dîrokî yên Efrînê wêran kir û parçeyên dîrokî dizîn û bi rêya Tirkiyê şandin dewletên Ewrûpayê. Çeteyên dagirkerî li pêş çavê cîhanê bi vê yekê peyamên navdewletî yên parastina mîrasa mirovî di dema şerên çekdarî de binpê kirin. Mîna peymana Lahayî ya sala 1954`an û protokolên wê yên salên 1991-1999`an, UNESCO 1970 û 1972`an, madeyên 53-56 yên protokola yekemîn a peymana Cinevê 1977`an, madeya 16 a protokola duyemîn a heman peymanî, biryara meclisa ewlehiyê bi hejmar 2139 a sala 2014`an a ku bang li tevahiya aliyên nakokiya Sûriyê kir ku cihêrengiya çanda Sûrî biparêzin, biryara meclisa ewlehiyê hejmar 2199 sala 2015`an a ku bazirganiya parçeyên dîrokî yên Iraq û Sûriyê qedexe dike, biryara parastina şûnwaran a bi hejmar 2347 a sala 2017`an ji aliyê tevahiya endamên meclisa ewlehiyê ve hate erêkirin.

Zextê li dewleta Tirk bikin

Hevserokê Gerînendeya Şûnwar û Muzexaneyan ê kantona Efrînê Selah Sîno di dawî de bang  li meclisa ewlehiyê, UNESCO û rêxistinên navneteweyî dike ku biryar û peymanên xwe  yên ku Tirkiyê imze kirine, aktîv bikin û binpêkirinên wê der heqê cihên dîrokî de rawestîne. Her wiha berpirsên van sûcan ku dikevin bin navê sûcên şer, muhesebe bike û zextê li dewleta Tirk bikin.

EFRÎN


Dîrokê biparêzin

Gerînendeyê Şûnwar û Muzexaneyan Dr. Mahmûd Hammûd ji SANA´yê (Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê) re li ser talankirina şûnwarên dîrokî ku li Efrînê ji hêla  çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tên talankirin peyivî. Dr. Mahmûd Hammûd diyar kir ku li pêş çavê sazî û dezgehên navdewletî çand û dîroka hezarên sala tê talankirin û got; ”Dagirkerên Tirk li Heleb û Bakur-Rojavayê Efrînê girên dîrokî yên Endarê, Nebîhûrî û Cindirêsê di bin navê xezînê de dikolin û eserên tê de talan dikin û didizin. Dr. Mahmûd Hammûd li dijî talan û xirakirina deverên dîrokî banga hestiyariyê kir û got; ”Lazime li dijî sûçên tên kirin helwesteke zalal bê raberkirin. Di serî de saziyên navdewletî, hemû saziyên parastina dîrok û xwezayê divê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found