Dîroka Wanê behdilandin

Li Wanê şardariyên ku qeyûman dagirkirî, di dema xebatên restorasyona berhemên dîrokî de, hem mirovan dikujin, hem mîrateyên çandî û dîrokî dibehdilînin, ya rastî wan tine dikin.

Yek ji mîrateyên navdar ên wanê jî Sûka Penîr a dîrokî ye. Ji bo restorasyona Sûkê milyon TL budce hatibû veqetandin. Herçî şaredariya dagirkirî tevî qeyûm kirî ew bû ku dîwarê wê bide hilweşandin û rê li ber mirina zarokê 11 salî Harûn Cengiz û birîndarbûna çarên din veke.

Qîr û zift rijandin ser dîrokê 
Yek ji xebatên restorasyonê yên heman dagirkerên şaredariyên Wanê jî Pira Şeytan a Bêgiriyê ye. Pir li ser çemê Bend-dî Mahî hatiye avakirin. Dirêjiya wê 15 metre û firahiya wê jî 3 metre ye. Bilindahiya wê jî 17 ta 18 metreyan e. Bi kevirên andezît hatiye lêkirin. Tê gotin pir di sedsala 19’an de hatiye çêkirin, lê nayê zanîn kê çê kiriye. Hasil şaredariya dagirkirî tevî qeyûmê dagirker asfalt li ser pirê rijand. Li ser nerazîbûna xelkê, asfalt hîna nû hat rakirin. JINNEWS/WAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found