Dîrokçeyek ji bo Hunerkomê

Di bin sîwana Hunerkomê de Koma Berxwedan di birêvebirin, organîzekirin û birêxistinkirina hemû kar û xebatên çandî û hunerî de bi rola pêşeng rabû. Koma Berxwedan bi afirandina stranên şoresgerî ne tenê ji bo Kurdên li Ewrûpayê, belê ji hemû parçeyên Kurdistanê re bû dengê azadiyê.

Hozan SEYIDXAN

Bi sed salan Kurdiatan tevî çanda wê ji alî dewletên desthilatdar û kedxwar ve hatibû dagirkirin. Hemû nirxên wê yên civakî û çandî bi rêya qirkirinên polîtîk û asîmîlasyonê talan û qedexe kiribûn. Ti liv ji bo paşeroja Kurdan ku bikare li hemberê vê zordarî û talaniyê raweste nemabû. Tişta ji Kurdan re ma û ku wan xwe pê li ser piyan hişt, hin nirxên civakê û çandê bûn. Ew jî kilam, çîrok, serbihûrî, rengên govendên herêmî, stran, lorîk, heyranok û hunera dengbêjiyê bû.

Di rewş û mercên wiha de ji nependî dengê qêrîna hewarê ya vejînê bilind dibe. Ev dengê wêrek yê hişyarkirinê bû. Di demeke kurt de, bandora wê li tevayî Kurdistanê belav dibe. Gelê Kurd yê bendewarê azadiyê, ne dûr, di demeke kin de xwe li dora wî dengî û wê qîrînê girt. Ew himbêz kir, pê bawer bû. Jê re bû hêvî.

Belê ev dengê hanê yê ji nû ve afirandina dîrokê ye. Ango tekoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê ye. Ji destpêka vê têkoşînê ta bi salên 1980´yî pirr berxwedanên mezin çêbûn. Di nava gel de bipêşketinên bi bandor çêbûn.

Wekî tê zanîn armanca sereke ya vê tekoşînê, ji nav lep û pencê qirrkirinên siyasî û çandî rizgarkirina Kurdistanê, gelê Kurd, çand û hunera wî bû.

Ji bo hebûnê pêdivî bi çandê hebû

Li aliyê din, dewleta dagirker a Tirk xwe li van bipêşketinan negirt û bi hemû hêza xwe ve bi ser tekoşînê de çû. Di encama şerê mezin de bi hezaran malbat ji cî û warên xwe hatin koçbarkirin.Ji wan gelek malbatan pena xwe gihand welatên Ewrûpayê. Yên din jî li bajarên Tirkiyeyê belav bûn. Mirov dikarê bibêje hetanî salên 1980´yî ti derfetên ku Kurd karibin xebatên çandî û hunerî bikin, tine bû. Bi navê Kurd û Kurdistanê her tişt hatibû qedexekirin. Di vê serdemê de Kurdên li Ewrûpayê niştecî bûbûn, deriyê hêviyê vekirin. Ji ber ku beriya sala 1980´yî têkiliya wan bi tevgera azadiyê re hebû. Ji bo wan tehlûkeya herî mezin ew bû ku nifşên nû li navêndên metropolên kapîtalîst de ji nasname, çand û nirxan qut bibin. Vê tirsê hişt Kurd bikevin nav lêgerînan û di encama van lêgerînan de wan dest bi sazkirina navêndên civakî û komeleyan kir. Lê dîsa jî li wan navendan kêmasiyeke sereke hebû. Ji bo civak bi nirxê xwe re bijî, wan nas bike, welat û warê xwe ji bîr neke, pêdivî bi xebatên çandî û hunerê hebû.

Ji salên 1978´an heta 1982´yan ji alî çend heval û welatperwerên fedekar ve hin xebatên hunerî dihatin birêvebirin. Asta vê xebatê pirr lawaz bû. Armanc ji vê xebatê jî ew bû ku ji bo şev û çalakiyên civakê re bibin bersiv. Lê ne ezmûna wan hevala, ne jî naskirina wan têrî xebateke wiha girîng nedikir. Ne jî di menzîla wan de armaceke avaker ya çand û hunerê hebû. Bi rengekî ji rengan, wan hevalan xwe li gorî çalakiyên gel yên demî amade dikir. Ji bo pîrozkirina cejna Newrozê, dawet û hwd. Di destê wan de ji bilî stran, kurte skêç û hin govendên herêmî (ew jî pirr di asta amatorî de), ti bingeh nebû. Mîras û çavkaniyeke ku xwe lê bigirin jî tine bû.

Pêvajoya minaqeşeyan

Lê êdin wext hatibû, her hevalî dizanî ku bi vî şêwazî, xebatên çandî û hunerî nayên mezinkirin, rêxistinkirin. Hejmara Kurdan jî li Ewrûpa zêde dibû, xebatên çand û hunerê têra gel ne dikir. Li ser vê rewşê pirr gotûbêj çêbûn. Lê hevalên heyî ne di wê astê de bûn ku pêşengiya bîrdozî û zanistî ji vî karî re bikin.

Li ser vê yekê û bi armancên mîna pêşîgirtina li bişaftinê, parastina ziman û çand di nava Kurdên li Ewrûpayê de û qutnebûna peywendiya wan bi Kurdistanê re, Tevgera Azadiyê li gel kar û xebatên xwe yên rêxistinî û siyasî, girîngî da bi xebatên çand û hunerê jî.

Hunerkom di encama nirxandinên vê pêvajoyê de kete rojevê. Jixwe beriya vê pêngavê li Kurdistanê merc û derfetên avakirina saziyeke çand û hunerê ya wek Hunerkomê tine bûn.

Bi vî rengî Tevgera Azadiyê sala 1982´yan dest bi avakirina ji bo rêxistinkirina xebatên çand û hunerê kir li Ewrûpayê.

Bi Hunerkomê re hêvî jî çêbû

Bi hatina Şehîd Sefkan û Sehîd Mizgîn re, rê û rêbazên bipêşvebirina vî karî zelal bûn. Girîngiya sazîbûnê çi ye, hat fêmkirin. Di nava salekê de biryara sazîbûnê hate dayîn û bi pêşengiya Şehîd Sefkan û Sehîd Mizgîn, 9´ê Tebaxa sala 1983´yan bi beşdariya gelek delegeyan, li bajarê Elmanyayê Kolnê, Hunerkom hat damezirandin.

Di kongreya damezirîner de berpirsên civaka Kurd, rewşenbîr, nûnerên saziyan hemuyan damezirandina Hunerkomê bi xweşbînî silav kir. Vê gava dîrokî bi her kesî re hêviyên nû peyde kirin.

Armancên sereke yên Hunerkomê 5 bûn û mirov dikare wan weke li jêr bike rêz:

1) Bi rêya afirandina stran û awazên nû civaka Kurd ya li derveyî welat, motîveyî doza azadiyê bê kirin.

2) Xwedî li stran û awazên resen yên gelêrî, dengbêjî û herêmî derkeve û wan ji nû ve binirxîne û bi civakêre bide nasîn.

3) Bi alîkarî û perspektîfên Tekoşîna Azadîyê, Kurdên (ji hemû rêng û şêwazên hunerî mehrûm hiştî) bi sedsalan ji hev cudakirî bîne cem hev, û ji nû ve bala wan bikişîne ser giringî û pêdiviya xebatên hunerî yên wek şano, muzîk, skêc, sînema, şêwekarî, fîgur û motîfên govendên gelêrî.

4) Ji bo ev xal jî pêk werin bi rêya çalakiyên çand û hunerê xwe bigihîne hemû ciyên Kurd lê.

5) Mirovên di warê çand û huner de jêhatî, stranbêj, muzîkjen, şanoger û wekî din ên xwediyê pîşe, li dora xwe bihewîne, derfetan ji wan re peyde bike û berhemên wan bigihîne civakê.

Destpêk 1983 bû

Çavkaniya fikra damezirandina Hunerkom ê, perspektîfa tekoşîna azadiyê bû. Armanc ji vê ew bû ku gelê Kurd ji qirrkirina çandî rizgar bibe û bi rêya avakirina saziyên çand û hunerê bibe xwediyê nasnameya çandê. Jixwe di salên 1983´yan de Kurdên li Elmanyayê û welatên din ên Ewrûpayê bi statuya komeleyan saziyên xwe yên girseyî vekiribûn.

Lê di wan komeleyan de xebatên çandî pirr lawaz bûn. Ji hemû birên civakê re nedibûne  bersiv. Ji ber vê jî pêdivî bi saziyeke navendî ya wek Hunerkomê hebû. Tekoşîna Azadiyê bi vê bîreweriyê girîngî da bi xebatên çand û hunerê. Li ser vê bingehê sala 1983´yan bi pêşengiya Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn û çend hevalên din Hunerkom hate damezirandin.

Endamên Hunerkomê yên damezirîner û hingê amade Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn, Zozan, Muharem Aral, Amele, Şehîd Çiya, Serdar Dêrsimî, Xemgîn Bîrhat, ez û gelek welatparêzên din bûn.

Her çi qasî civakê xwe bi rêxistin kir, ewqasî jî girîngiya mezinkirina xebatên Hunerkomê xwe da der. Li ser vî esasî, Hunerkomê di encama xebatên xwe yên du salan de li Elmanya û welatên din yên Ewrûpayê 6 şûbeyên xwe vekirin. Di van şûbeyan de hem gelek nifşan ji xebat û dersên fêrbûna amûrên muzîkê, govendên gelêrî, şano û kurte-skêcan sûd werdigirt, hem hunermendan dikarî berhemên xwe bi rêya van şûbeyan bigihînin gel.

Li Ewrûpa koma yekem Koma Berxwedan

Beriya damezirandina Hunerkomê û Koma Berxwedan, li Ewrûpayê ti zemîna weke navend tine bû. Kesên bi karê hunerê radibûn, bi tena serê xwe tevdigeriyan. Wan jî hunera xwe bi rêya çalakiyên rêxistinên siyasî bi rê ve dibir. Jixwe, qet xebatên wek komê tine bûn. Wê demê, hema hema her rêxistina siyasî ya Kurdan, yek yan jî du stranbêjên xwe hebûn.

Cara pêşî bi fikir û hewildanên Şehîd Sefkan û Şehîd Mizgîn sala 1983´yan bi damezirandina Hunerkomê re Koma Berxwedan jî hate damezirandin. Beriya damezirandina Hunerkomê, sala 1980´yî çend heval bi rêya stranbêjiyê dihatin cem hev. Ev heval heta 1983´yan beşdarî şahî û çalakiyên çandî dibûn. Zozan, Şehîd Çiya, Serdar Dêrsimî û ez hin ji van bûn. Di beşa şanoyê de Muharem Aral, Amele jî ji kesên destpêkê bûn.

Bi damezirandina Hunerkomê re rewşa endametiya Koma Berxwedan jî hate zelalkirin.

Endamên wê yên destpêkê Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn, Zozan, Şehîd Çiya, Xemgîn Bîrhat, Serdar Dêrsimî, Xalit, ez û di demeke kurt de jî Dilar (Turkan Îpek, ji 1990´î ve di hepsa Tirkiyeyê de ye) Hatîce, Guler, Rifetê Siwêrekî û Zinar (ji ber pençe şêrê wefat kir) bûn.

Hem stranbêj hem şagoger û hem govendger

Bi damezirandina Hunerkomê re girîngîya sazkirina koman derkete holê. Ji ber ku di wan pêvajoyan de her dişû stranbêj, dengxweşan û muzîkjenan xwe li sîwana Hunerkomê digirt. Hejimar zêde dibû. Hunerkomê, di birêvebirin û rêxistina xwe de di bîr û hizra xebatên hevbeş û kolektîf de tevdigeriya. Girîngî dida bi xebatên kominal. Ji beşên hunerê çi kesê bixwesta dikarî di bin sîwana wê de kar bikira. Belê, pêwîst bû ew kes li gorî şêwaza xwe di nava komên hunerî de cihê xwe bigirta.

Heta bi 1995´an her yek ji endamên Koma Berxwedan di heman demê de şanoger, govendger jî bû. Ango di nava hemû kar û xebatên şand û hunerê de cih digirt.

Koma Berxwedan di şahî, cejn û çalakiyên çandî de bi pêşkeşkirina stranên soresgerî dil û hestên guhdarên xwe bi coş dikir. Berxwedan, serhildan, lehengî û şehadetên mezin ên di nava Têkoşîna Azadiyê de bûn mijarên sereke yên xebata Koma Berxwedan. Albûma wê ya yekê jî di encama xebateke zêde de sala 1983´yan derket. Piştre jî li dûv hev 18 albûm derxistin. Wekî din mafê her endamê/î hebû ku bi xwe jî albûma solo derxe.

Bû dengê azadiyê

Koma Berxwedan her ku çû bi endamên nû xwe ava dikir. Ji sala damezirandinê ta 1995´an, bi dehan stranbêj, muzîkjen û dengxweşan xwe li komê girt. Sala 1985´an Xelîl Xemgîn, Armancê Efrînî, Cemalê Tîrêj, Hozan Şemdîn, Eylem, Cewadê Merwanî, Sosin, Diyar, Peywan Arjîn, Hekîm Sefkan, Beser Şahîn, Şehîd Serhat, Kawa, Felemez Ajwan (ji Rojhilat e), Azadê Efrînî bûn endamên Koma Berxwedan û xebat meşandin.

Di bin sîwana Hunerkomê de Koma Berxwedan di birêvebirin, organîzekirin û birêxistinkirina hemû kar û xebatên çandî û hunerî de bi rola pêşeng rabû. Koma Berxwedan bi afirandina stranên şoreşgerî ne tenê ji bo Kurdên li Ewrûpayê, belê ji hemû parçeyên Kurdistanê re bû dengê azadiyê. Bi giştî li meydana hunerê, koma Berxwedan bi helwêsta xwe, bi stran û awazên xwe bû dengê şoreşê. Di warê muzîkê de wê Alî Îkîzer, Memo Yapiştiran, Memo Gul û Mazlum jî li komê zêde bibûna.

Ji bo muzîk û govendê mihrîcan

Ji sala 1985´an û pê ve, di encama bandora xebatên Hunerkomê û Koma Berxwedan li gelek welatan û li gelek bajarên Elmanya yê bi dehan komên muzîkê hatin damezirandin. Ji 1986´an û vir ve, ji wan re bi armanca bi pêşxistina komên muzîkê her sal hawirkana mihrîcana muzîkê dihate çêkirin.

Ji destpêka Hunerkomê ve xebatên şanoyê, govendên gelêrî û şêwekariyê her hebûn. Endamên Koma Berxwedan ji destpêkê ve di hemû beşên hunerî de kar kirin. Wekî din di xebatên govendên gelêrî de ku Amele bi rê ve dibir, Şehîd Binefş Egal, Şehîd Abdullah Sevgat, Şehîd Alî Agal, Şehîd Qasim û bi sedan keç û xort tevlî xebatan bûne. Ev beşa govendê ji sala 1986´an û vir ve her sal havînî Ji bo komên govendê hawirkana mihrîcana govendên gelerî çêdike. Ya pêşî 26´ê Hezîrana 1986´an bi rê ve çû.

Hemû kar û xebatên çand û hunerê heta sala 1990´î di bin sîwana Hunerkomê de dihatin birêvebirin. Her ku diçû hejmara Kurdên koçber jî zêde dibû. Malbat û nifşên ku bi salan li Ewrûpayê bi cih bûbûn, diketin ber bandora kapîtalîzmê. Vê rewşê û gelek sedemên din hişt ku şêwaza berê ya xebatên çand û hunerê werê guherandin. Êdin pêwîst bû birêvebirina xebatên hunerê ji şêwazên, teng û amator bihatana rizgarkirin. Êdin li şûna wê bi rê û rêbazên profesyonal huner û berhemên hunerê diviya bêne afirandin. Di encamê de 1993´yan êdin Hunerkomê şûna xwe ji eniyeke berfirehtir re hişt. Ji hingê ve xebatên çand û hunerê bi navê (manewî jî be) Akademiya Çand û Hunerê hatin meşandin.

Her ku li welat tekoşîna Kurdan bi pêş diket, guhertin û veguhertin jî bi xwe re çêdikirin. Li meydana hunerê, vê guhertinê xwe bi damezirandina TEV-ÇAND´ê da der. Li şûna şêwaz û helwêstên salên 80´yî û 90´î, êdin xebatên çand û hunerê bi rêya komisyon, komin û damezirandina meclîsên çand û hunerê tê birêvebirin.

Hunerkomê ji sala 1985´an heta 1988´an her du mehan carekê bi navê Bultena Hunerkomê, bultenek weşand. Mijarên bultena bi formata kovarê, huner, zanista hunerê, rola hunermend, girîngiya beşên hunerê yên weke şano, muzîk, zargotina Kurdî, girîngiya ziman û wekî din bûn.

Rexneyeke kêm mayînê

Erka bingehîn a Hunerkomê û saziyên paşê çi qasî huner û çand be jî ew ewqasî beşek ji têkoşîna li dijî qirrkirina çandî ya desthilatdaran bû. Ji ber wê jî wan girîngî dida û îro jî didin bi tekoşîna li dijî ferasetên nerênî yên wek populîzma bê pîvan, postmodernîzm, jiyana modernîteya kapîtalîst, fikrên huner ji bo hunerê ye, siyaset û huner ji hev cuda ne, ferdiyetî û nêzîkatiyên bê armanc û berjewendîparêz û wekî din.

Niha heger li rewşa asta xizmeta ji hunera Kurdî re bê pirsîn, helbet rewşa Kurdan ne wek rewsa 30 sal beriya niha ye, tekoşîna wan jî ne di asta tekoşîna beriya bi 30 salan de ye. Daxwaz û xwestekên Kurdan jî ji yên salên bihurî xurttir in. Ji ber vê jî, bi giştî ne warê çandê ji van bipêşketinan re bûye bersiv, ne jî di asta wê de ye.

Ev rewş, ji bo Koma Berxwedan jî lê ye. Destpêkê Koma Berxwedan li ser bingeha derfetên diyar ava nebû. Çend xisûsên sereke hişt ku kom bibe Koma Berxwedan. Yek ji wan hestyariya destpêkê bû, bawerî û dilsoziya bi tekoşînê re gelekî xurt bû. Ya din jî ji bo civakê meydana çand û hunerê meydana zanist, raman, bîrdozî, perwerdê û nûjeniyê ye. Bê van têgînên sereke, ne mumkin bû warê çand û hunerê bê birêxistinkirin. Xisûsa sisiyan, hewceyî bi endamên pêşeng hebû. Tevgera Azadiyê di vê çarçoveyê de, ji bo ev meydan bê birêxistinkirin, sala 1982´yan bi rênîşandayîna rêxistinî, ked û xebatên avaker yên Şehîd Sefkan û Şehîd Mizgîn hişt ku heta îro jî Hunerkom û kom li ser lingên xwe bisekinin.

Rast e, ev demeke dirêj e ku Koma Berxwedan ji performansa xwe ya berhemdar û rêxistinbûyî qut bûye. Îro, tevî ku hejmareke mezin a hunermendan pê re ne jî wekî salên 80´yî û 90´î nîne. Jê dihate xwestin ku weke saziyek hunerê xwe ava bike, deriyê perwerdehiya hunerê ji nifşan re veke, û bi xebatên xwe, tekoşîna hunerê bi pêş bixe. Mixabin li gel hewildanên sererastkirin û bihêzkirina komê jî, komê di van xisûsan de ew rol û misyona xwe bi cih neanî. Ji bo ku Koma Berxwedan di pêvajoyên li pêşiya me de bi rola xwe ya afirîner û berxwedêr rabe, bi erkeke dîrokî re rû be rû ye. Her endamekî komê di vê bîr û baweriyê de ye ku careke din bi ruh û kelecana damezirandinê, ji niha û pê ve jî erka xwe ya pêşeng bi cih bîne.

Heger îro di qada çand û hunerê de qala destketiyan tê kirin, pêwîst e rol û keda Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn û Şehîd Serhed û hemû şehîdên meydana çandê ji nêz ve bê dîtin.

Wan di mercên herî kêmderfet de bi wê feyza ku ji tekoşîna azadiyê girtibûn, erka avaker ya meydana çand û hunerê girtibûn ser milê xwe. Di encama hewildanên bi rêk û pêk de Şehîd Sefkan û Şehîd Mizgîn bûne sedemkarên avaker ên Hunerkom û Koma Berxwedan. Ji ber wê jî di serî de endamên Koma Berxwedan, divê hemû xebatkarên meydana çand û hunerê li hemberî van nirxên rûmetê xwedî helwêsteke rast bin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found