Dirûşmeya gelan; Em jî azadiya rêberê xwe dixwazin!

Li ser eniya vî welatî navê keda wî hatiye nivîsandin. Li ser rûyê bi hezaran meşvanên ji bo şermezarkirina bêbextiya navdewletî şûna ked û xwêdana salên dirêj ên Rêber Apo hatiye neqişandin. Ji bo wê, wer bi coş û heyecan in. Wek ku 20 sal bi ser wê derketin û dûriyê ve derbas nebûye. Wek ku hêj ew li wir û girseya gel ber bi wî ve dimeşin. Dara ku Rêber Apo 20 sal berê şitla wê çandî, îro şîn bûye û berhem dide.

Rojavayê Kurdistanê û asta îro gihiştiyê ku pêşengiya pergaleke demokratîk li tevahiya Sûriyeyê dike, berhema keda 20 salan a Rêber Apo ye. Li cihekî wek Kobanê ku dijminên gelê Kurd wek ku hêz û vîna Kurdan biceribînin, bi mehan ji xwe re destê xwe danîn ser hev û li hovîtiya DAIŞ’ê temaşe kirin. Ger gelên cîhanê ji bo Kobanê dengê xwe bilind nekira ew ê hema wek Erdogan bigotana ‘Ha Kobanê ket û ha ket!’. Bi hezaran xelkê Kobanê ji bo xwedî li keda giranbuha ya Rêber Apo derkevin, daketin qadan. Ew li peyê şopek ku 20 sal berê niha li ser xaka wan hatibû xêzkirin dimeşin û li gel hemû êrîş, talan û hewldanên dagirkirinê dîsa ew şopa pîroz li ser heriya wan jê neçûye û naçe jî. 

Li Minbicê gelek destanên qehremaniya keç û xortên Kurdan û Ereban hatin nivîsandin. Di serî de vîna jina Kurd, bû sedema destpêka gelek tiştan. Jinên Minbicê pişta dîroka reş û tarî ya xwedayên zilmê bi şewitandina çarşevên xwe danîn erdê. Ew kêliya jinên Minbicê çarşevên xwe avêtin, tû kirinê û şewitandin, dikare wek şoreşa jinên Ereb jî were pênasekirin. Jinên Ereb ji jinên Kurd îlhama azadî û têkoşînê girtin. Minbic bi jinan azad bû û heta niha jî çavê Siltanê Osmanî li ser vê destketiya mezin a dîrokî ye. Ew vê şoreşa gelan û bi taybet jinan, wek heqaret li beramber text û taca xwe ya siltantiyê dibîne. Ji bo wê jî radibe û rûdinê behsa dagirkirina wir dike. Ew Minbica çavê neyaran li ser e, di salvegera bêbextiya 15´ê Sibatê de bû lehî û neyar wek lêmiştê da ber xwe û bi xwe re bir. Minbic bi hemû pêkhateyên xwe di roja 15’ê Sibatê de ji tevahiya cîhanê re peyama ku Serok Ocalan, rêberê vê têkoşîn û sedema şoreş û serketina me ya li dijî wê ye. Gelek ji wan salek jî nîne ku bi raman û felsefeya Rêber Apo re aşina bûne, pê re tevlî şoreşê bûn û îradeya xwe birêvebirinê danîn holê. Û îro bi hezaran, Serok Apo wek rêberê xwe dibînin, ji bo wî dimeşin û daxwaza azadiya wî dikin. Yên herî zêde êşa koletiyê kişandine jin in bêguman, ji bo wê jî bi girseyî tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê bûn. Ew baş dizanin li ku û çawa li azadiya xwe bigerin. 

Cihekî din ku bêbextiya 15’ê Sibatê lê hat şermezarkirin, taxa berxwedanê, taxa Şêxmeqsûd bû. Çeteyên hemû welatan bi tank, balafir û topên xwe, hêza xwe li ser vê taxê ceribandin. Rika niştecihên Şêxmeqsûd wek rika gula ku sînga zinaran biqelişîne û serê xwe derxe derve, bi caran şîn bû û serê xwe netewand. Di vê zivistana sar de stargehek ku serê xwe têxin bin û tê de bistirin, çend xirbeyên wêranbûyî ne. Lê ev gel dizane ji bo çi şer dike, ji bo wê dema serketin di dil û mêjiyê xwe de ava kir, wê demê ma çêkirina avahiyan çi ye? Ne tiştek e! Ew li ser xirbeyên taxa xwe, ji bo şermezarkirina bêbextiya 15’ê Sibatê bi hezaran ji wan meşiyan. Xelkê Şêxmeqsûd bi felsefe û pergala Rêber Apo îro bûne vîneke ji pola. Bi vê felsefeyê bûne guleke di çola wêran a Helebê de. Bi hestên Rêber Apo bûne dilê Helebê. Ji ber vê, ew jî wek Kobanî û Minbiciyan dizanin çawa li xwe xwedî derkevin. Îro Rêber Apo bûye hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê. Tişta ku îsal mohra xwe li çalakiyên 15’ê Sibatê da, xwedîderketina gelên din ên Rojhilata Navîn û cîhanê li Rêber Apo bû. Dirûşmeya hemû gelan ev bû; ‘Ew rêberê me ye jî û em jî azadiya rêberê xwe dixwazin!’ 

Yazarın diğer yazıları