Divê bawerî tenê bi yekîtî û berxwedana me be!

Di demên şer û aloziyan de şirovekar, senarîst, stratejîst pir dibin. Bi taybetî jî yên ji qada şer dûr, ji rewşa heyî bê hay, dibin qehremanên qelemê. Di vê dema medya digîtal de ev bêmejîtî xweber xwe diguhezîne sergêjiyan. Ajan û trolerên dagirkeran û hin hêzên di kozikan de qaşo li benda firsendê ne jî, bi hêza xwe hemûyî ve hewl didin ku van sergêjîyan hê zêdetir bikin û bi alîkariya wan arîşêniyaya gel û ya şervanan bişkênin, da ku bikanin ji hêz yan jî fermandêrên xwe re rê vekin. Ev rastî ne tenê li ba me li her çengeyê cihanê xuya dike.

Mixabin ku hin malperên partiyên Kurd jî bi tirkî hin nivîsên di vê derekeya şikandina arîşêniya gel û şervanan de ne, diweşînin. Bi piranî jî gotarên kesên nayê zanîn ka ew çi kes in, çima di vê demê de gotarên wiha ji dagirkeriyê re xizmet dike, dinivisînin? Parve dikin. Bi min wisa tê, mîna ku ew bi gotarên wiha hin peyaman ragihinin dagirkerên Tirk û ji wan re bêjin; “bes destê xwe nedin me, em ne li dijê armanca we ne!” A şerma mezin ev e.

Di wê dema sergerdeyê çeteyan û dagirkerên Tirk ji bo Kobanî gotibû; “Ha ket, ha bikeve!” de jî bi dehan senaryoyên troleran yên bi vî rengî, wek gotarên qaşo dazanînê hatibûn weşandin. Armanca wan nivîsan jî ew bû ku baweriya gelê Kurd bişkêne, arîşênî û hêviya wan têk bibe û bi wê awayî bigîhîjîn armancên xwe! Lê berxwedana dîrokî ji bêderfetiyan derfet û serkeftinên ti kesî bawer nedikir, heta tevahiya cihanê metalmayî hîşt, di bala cihanê de gîhîşt derekeya efsanevî, bi dest xist. Ve jî ew gotarana wek gulmistan veçelpand rûçikên xwediyê wan.

Niha jî ev derdorên ku di demên wiha aloz de wek troler derdikevin piyasaya nivîsandinê, dîsa bi erkên bêbext û cehştiyê rabûne. Her çendî ji Hûrî û Mîtaniyan vir de Rojava xaka gelê Kurd e, di dema Hafiz Esad de bi darê zorê kembereke Ereban li vir hatiye pêkanîn jî, ji bo ji senaryoyên xwe re bingeheke rewa afirandinê Kurdên Rojava wek pênaber, koçberên dû re hatî û li wir bi cîh bûne nîşan didin. Li ser vê bingehê ji derewan senaryoyên wek “wê tenê Kobanî û herema Cizîre bi awayê ji hev qetandî di destê Kurdan de bihêlin, li gel wê hin mafê ziman û miman û tiştê wisa piçûk bidin, wê li Suriyê federasyona Sunî û Alaviyên Ereb pêkbînin!” pêşkêşê xwinêran dikin. Jixwe di cihana mejiyên wan de Ermenî, Suryanî û kêmarên din yên li vir niştecih in, tune. Ev trolerana tenê bi vê jî namînin, garantoriya vê senaryoya di serê xwe de jî didin dagirkerên Tirk û hewl didin ku dagirkeriya Tirk û plana sergerdeyên wan mafdar derxînin. Mixabin ev malperana jî, senaryoyên wiha bêbext û ji rastiyê dûr bi awayê mizgînîdayînê radigîhînin.

Hin rayedarên Başûr ne tenê nivîsen wiha di malparên xwe de didin weşandin, li gel wê ji etîka polîtîka netewî dûr bi awayê di bendekariya dagirkeran de be, tevdigerin. Bi taybetî jî di demên dagirkerên Tirk di bala cihanê de dikevin nava tengasiyê û tên teşhîrkirin de, mirov hew dibîne ku wekî dîkê bêdem serê xwe hildane û bi erêkirina derewa dagirkerên Tirk a – em ne li dijê Kurdan e –   dubarekirinê, gihîşt alîkariya wan. Neştera jehrîn ya bi bêbextî li birîna me dikeve ev e.

Bê guman her dewlet, dagirkerên welatê me di wê qadê de xwediyên hin proje, plan û senaryoyan e. Her hewl didin ku proje yan jî senaryoyên xwe li ser xaka me daxîn qada jiyanê. Rûsya, Amêrîka, Suriye, Tirkiye, heta Îsraîl û Saudî jî li ser qada Surî xwedanê hin proje û senaryoyan e. Wê her kes hewl bide ku li gor proje û planên xwe tevbigere. Jixwe vê dikin. Ev rastî jî zelal bûye ku Trump û derdora wî li gor cihan û berjewendiyê xwe, bi Rûsyayê re di hin xalan de li hev kiriye. Lê Trump bi vê tevgera xwe hê zêdetir ketiye nava aloziyan, bi aşîkarî wek “bi îxanet û rencîdekirina rûmeta Amêriqayê tê tewanbarkirin!” Dibe ji serokatiyê were girtin jî. Rûsyayê jî ji bo proje û armanca xwe bi demî be jî, li ser hin xalan bi Tirkan re li hev kiriye. Lê çawa li Idlibê jî xuya bû, wê demeke dû re ew ê dîsa li dij hev rabin. Lera berjewendî û projeyên wan jî dijê hev in. Rusya jî wekî Amêrîka carna bi me re jî dide û distîne, lê ti car bi wan bawerî nabe. Bes berxwedana me dikane projeyên wan ên bêbext pûç bike û wan zûtir li ber hev rake.

Divê ev rastî neyê ji bîrkirin; em edî xwedan hêz, vîn, rêveberî û azmûnên salan e. Cihê Baxdadî tespîtkirin û di çalakiya wî ji holê rakirina de bi fermî cih girtin, bi tena serê xwe vê profesyonaliya rêvebiriya Rojava destnîşan dike. Li gel wê em xwedanê wê axê ne û niştecih in. Çawa me bi berxwedan, biryarbûn û hêza xwe xwe di nava sofra guran de bi cihanê da pejirandin, wê rêveberiya me ya şer bi berxwedan, biryar, taktîkên hosta lîstikên derdorên bêbext hemûyan bişkîne û gelê me bigîhîne serkeftinê. Bes em bi hêz û vîna xwe hemûyî ve li gel rêveberiya xwe bin.

Yazarın diğer yazıları