Divê em hay ji hêza xwe hebin

DÎNDAR KARATAŞ / MA/ERZIROM

Naîme Erkmen a donervan, anî ziman ku divê jin bi xwe bawer bin û got: “Ên zêde destekê didin min keçên min in. Ez qewetê ji wan digirim.”

Li Erziromê, tekane hosteya donerê ya jin Naîme Erkmen a 53 salî ye. Erkmen li Kolana Saray Bosnayê aşxaneyek vekiriye û tevî 3 jinan dixebite. Erkmen, bilêv kir ku divê jin hay ji qeweta xwe hebin û pê bawer bin. Erkmen, diyar kir ku bi salan li aşxane û kantînên dibistana xebitiye û got, li ser daxwaza her sê keçên xwe aşxaneyek vekiriye.

Erkmen û hevjînê xwe 19 sal berê dev ji hev berdane û ji bo debara zarokên xwe bike bi salan xebitiye û û got, “Ez qeweta xwe ji keçên digirim. Ez ji wan re tim dibêjim gere mirov xwe bi xwe li ser piyan bisekine. Dixwazim jin bixebitin. Dikarin bi tena serê xwe li ser piya bisekinin. Em bi hêz in. Divê em hay ji hêza xwe hebin. Bila li malê nesekinin, hilberînin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found