Divê helwêst yek be

Fermandarê Giştî yê QSDê Mezlûm Ebdî got, hevdîtina wî ya bi heyeta ENKS´ê re baş derbas bûye û hêzên siyasî giş piştgiriya QSD´ê dikin.

w Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk bi ti awayî guh nade agirbestê û di vî warî de xwest Rûsya û Emerîka bi erka xwe rabin; ji gotinê zêdetir divê gav biavêjin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD´ê Mezlûm Ebdî Şemiyê ji Arta FM´ê re peyivî û di gelek mijarên rojevê de bersiv da pirsan.

Mezlûm Ebdî di babeta yekrêziya Kurdan de agahî dan û da zanîn ku ew bi aliyan hemûyan re rûniştine yan jî danûstendine û ew dixwazin di çarenûsa gelê Kurd de biryarê bi hev re bidin; di heman demê de dixwazin li derve helwêsta Kurdan yek be.

Ebdî di vê çarçoveyê de qala hevdîtina xwe ya bi heyeta ENKS´ê re jî kir û di vî warî de jî agahî dan û got, daxwazên wan ji me hebûn û me got, em ê li ser bisekinin û ji bo berjewendiyên gelê me bin, çima em pêk neyînin.

Ebdî diyar kir ku bêyî îstîsna hêzên siyasî piştgiriya xwe ji bo wan anîne ziman û got, piştî van hevdîtinan di gava duyemîn de ew li konferans an jî kongreyeke alî giş beşdarî wê bibin, difikirin.

Ebdî di warê eskerî de jî bi taybetî destnîşan kir ku QSD pêkhateyeke eskerî ya sîwanî ye û kî bixwaze dikare li binê wê cih bigire û aliyên li cem dijminên Kurdan cih bigirin wê ti carî qebûl nekin.

Divê Rûsya û Emerîka bi erka xwe rabin

Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî li ser rewşa şer û pozîsyona hêzan jî şiroveyên balkêş kirin.

Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike û ji bo vê jî guh nade ti rêzik û pîvanê û got, dewleta Tirk guh nade agirbestê, Rûsya û Emerîka yên garantorê agirbestê ne, bi erka xwe ranabin û li vê rewşê temaşe dikin. Li Girê Spî û Serêkaniyê demografyayê diguherîne û nahêle xelk vegere cih û warê xwe.

Ebdî ji Moskov û Washingtonê xwest di warê agirbestê de û ji bo rawestindina dewleta Tirk a qirker û dagirker li şûna gotinê gavên berbiçav biavêjin.

Biryara me nas neke em wê nas nakin

Mezlûm Ebdî li ser danûstendinên xwe yên bi Şamê re jî agahî dan û ji rêveberiya Şamê xwest Rêveberiya Xweser a Rojava û sîstema perwerdeyê nas bike.

Ebdî da zanîn ku lihevkirina wan bi Şamê re di çarçoveya şer li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê de ye û got, “Şam dixwaze mîna 2011´an be û kontrola xwe li ser herêmê hebe. Ev nabe. Jixwe, ji bo vê hêza wê jî nîne. Çareseriyên siyasî û mafên destûrî yên ji bo Kurdan û Sûriyeyiyan ên bi garantoriya Rûsyayê divê bêne qebûlkirin.

Ji bo nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî di Komîsyona Destûrê de cih bigirin nexasim Rûsya, Emerîka, Ingilîstan û Franse hewl didin. Çi biryar dibe bila bibe gelê me li ber çavan negire, em ê nas nekin.

Bi hêzan hemûyan re hevdîtin hene

Ebdî li ser pozîsyona hêzên li herêmê jî got, “Hêzên Emerîkayê ji Dêrikê vekişin Dêra Zor û Qamişloyê. Ev hêz bêhtir wê kanên petrolê biparêzin di têkoşîna li dijî DAIŞ´ê de cih bigirin û wê bi milîtanên DAIŞ´ê yên di destê QSD´ê de mijûl bin.

Eskerên Rûsyayê jî wê li Minbic, Kobanê û rojhilatê Qamişlo bi cih bibin û bi Tirkan re li seranserê sînor dewriye bigerin.

Bi vekişîna hêzên Emerîkayê re li herêmê rewşeke nediyar heye û ev demkî ye. Hêz hemû hewl didin rola xwe ya rastî fêhm bikin. Hevdîtin bi hêzan hemûyan re didome.

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found