Divê hikumet bêdeng nemîne

Mîrza bal kişand ser penaberbûna kurdan a wan sînoran jî û got her kes û hemû cihan jî dibîne kurd li wan sînoran neçar mane û koçber bûne, heke ev koçberî li welatekî di an cîhanê ba dê hemû cîhan li ser vê yekê biaxiviya û biketa nava hewldanan.

Mîrza bal kişand li ser armanca êrîşên Îranê û wiha axivî: "Armanca van êrîşên ku tê gotin li dijî PJAK’ê ne lê ne wisa ye, armanc cuda ye. Divê hikumeta Iraqê jî ji bo van êrîşên ku hem ji aliyê Tirkiyeyê û hem jî ji aliyê dewleta Îranê ve têne kirin bêdin nemîne. Divê bang li sefaretxaneya Îranê bike û ji bo çareseriyê gavan bavêje." Mîrza di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser helwesta Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê jî û diyar kir ku divê hikumet li dijî van êrîşan bêdeng menîne û nerazîbûnên xwe nîşan bide.

HEWLÊR

Yazarın diğer yazıları

    None Found