Divê îro bê kirin, sibê dereng e

KNK: Heke hat û dewleta Tirk di vê operasyona xwe de bi ser ket, hîç şik û guman nîne wê pîlana xwe ya ji bo rakirina qiyameta Kurdan pêk bîne. Lema divê Kurd xwedî pozîsyoneke hevgirtî ya neteweyî bin. Naxwe sibe dereng e.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û hişyar kir. KNK’ê li ser dagirkeriya Tirk bang li Kurdan hemûyan kir û got; ”Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê di asta alarma sor de ye. Ewil baregehên cuda yên leşkerî û nuqteyên kontrolê li Başûrê Kurdistanê çêkirin. Paşê dest dirêjî  yekparetiya Rojavayê Kurdistanê kirin. Bi armanca qetkirina cografyaya Rojavayê Kurdistanê ji Deryaya Spî, ji Cerablus û Ezazê bigre heta Efrînê parçeyekî mezin yê Rojavayê Kurdistanê dagir kirin û bi hêzeke mezin ya leşkerî û sivîl xwe bi cih dikin.”

Êriş li dijî Kurdan hemûyan e

KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk niha jî bi stratejiyeke nû berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û got; “Hem stasyonên xwe yên leşkerî û istixbarî pêkve girê didin hem jî meydanên nû yên Başûrê Kurdistanê dagir dikin. Bi vê hemleya dagirkeriya nû ya li ser başûr dixwazin cografyaya yêkpare ya qismekî rojhilat, bakur û başûrê Kurdistanê ji hev qut bikin û xwe li Bradost û Xakurkê mayînde bikin. Ev êrişa wan ya li ser van navçeyan wekî xencerekê ye di dilê Kurdistanê de û bi vê dixwazin navçeyên rojhilat, başûr û bakurê Kurdistanê ji hev veqetînin. Êrişên li ser herêma Xakurkê ne tinê li dijî Hêzên Gerîla ne, li dijî hemû Kurdan e, dagirkeriya Kurdistanê ye. Divê ev rastî bê zanîn û herkes her hêz li gorî vê rastiyê tevbigere.

Hêzên gerîla û xelkê van navçeyan li dijî vê dagirkeriya bê perwa ya dewleta Tirk berxwedaneke xurt nîşan bidin û rê nedin ku pêşve biçin.”

Niyeta wan heta bêje xirab e

KNK´ê di dewama daxuyaniya xwe de balkişand ser pîlanên dewleta Tirk yên li dijî deverên din yên Kurdistanê û got;”Li aliyê din, dûrî ihtmalê nîne ku dewleta Tirk ji Cizîrê jî ber bi Dêrika rojavayê Kurdistanê ve dest bi dagirkeriyê bike û digel Efrînê ji sê aliyan ve temamê Kurdistanê hilgire binê zevtûreptê. Niyeta dewleta Tirk heta tu bibêjî xirab e, û dagirkeriyeke berfireh ya Kurdistanê daye ber xwe û gav bi gav pêk tîne. Ev gelek eşkere ye ku ji bo temamê Kurdistanê tehlîkeyeke mezin e, û bi maneya têkbirinê pêkve sotina Kurdistanê ye. Heke hat û dewleta Tirkiyeyê di vê operasyona xwe de serketî bû, Kurd divê bêyî dudilî qebûl bikin ku dewleta Tirk wê bixwaze senaryoya xwe ya qiyameta Kurdan bide tetbîqkirin. Hingê divê çi bê kirin? Ev e jî zelal e: Divê her bi çi rengî be rê li ber van pîlan û projeyên dewleta Tirkiyeyê yên dagirkeriya seranserî bê birîn.”

Pozisyoneke hevgirtîya neteweyî lazim e

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di dawî de ev daxwaz ji gelê Kurd kir:”Beramberî van kiryarên dijminan, acîliyeta îro ya Kurdistanê ew e, divê ji bo yekbûnê gel were hişyarkirin. Bêdengiya hindir û derve me dixe nava fikaran û metirsiyê. Mixabin heta niha jî di serî de Hukumeta Herêma Kurdistanê û hêzên başûrê Kurdistanê bi piranî bêdeng in. Ev bêdengî cesaretê dide dagirkeran, dilê dostan dişkîne û gelê me xemgîn dike. Em weke KNK gelek bi girîngî dixwazin ku dînamîkên neteweyî û niştimanî vê konsepta nû ya dewleta Tirk di dereceya herî bilind de hazir û amade kiriye bi pozisyoneke hevgirtî ya neteweyî bidene rawestandin. Ev erkekî bilind ê neteweyî û niştimanî ye û divê îro bê kirin. Sibê dereng e!”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found