Divê li cîhê sûc kirine bên darizandin

Ji beşdarên foruma li dijî DAÎŞ’ê ya li Amûdê pêk hat parêzer-rojnamevan-nivîskar Srûşah Halabjay a ji Başûrê Kurdistanê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Doktorê zanistên aborî Haşim Zîbarî derbarê formê de peyivîn.

Srûşah Halabjay diyar kir ku ji sala 2003’an ve rojnamevaniyê dike û kêfxweş e, ji ber ku hatine Rojava û got: “Pêkhatina forûmeke bi vî rengî li Rojava gelekî girîng e. Li vê derê birîn ji ber DAÎŞ’ê vebûn. Her wiha DAÎŞ li Rojava bi destê jinê hate qedandin, lewma ev herêm gelekî girîng e. Jinên me bi wesîleya vê yekê hêza xwe dîtin û nîşan dan ku dikarin bi vê hêzê encamê werbigirin. Bi dinyayê dan fêhmkirin ku ne tenê DAÎŞ li dijî her kesê ku terorê dike û dixwazin welatê me dagir bikin wê jin timî bersivê bidin.

Li cîhê DAIŞ têk çû, rewş tê nîqaş kirin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid jî diyar kirin ku DAIŞ ne tenê mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijara hemû cîhanê ye û got: “Nêrînên formê li ser dadgehek navnetewî bûn. Ev encameke gelek girîng e. Taybet civînek wiha li ser axa ku DAIŞ li ser têkçûye, giringiyeke gelek mezin e. Êdî li cihê ku DAIŞ têk çû rewş tê nîqaşkirin. DAIŞ, bi hêz û vîna şervanên gelê herêmê têk çû. Ev peyama ‘yên ku DAIŞ têk bir mafê wan di dadgehkirina DAIŞ de jî wê hebe’ dide cîhanê giştî. Ev mafekî xwezayî û hiqûqî ye. Hovîtiya dijmirovahiyê li ser vê axê pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê gelek sûcên mirovahî wekî kirîn-firotina mirovan, kolekirin, qetilkirin pêk anîn. Weke qurbanî di dereca yekem de jin, dereca dûyem jî zarok kirin hedef. Ji bo wê jin di dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê de wê rolek sereke bilîzin.

Avakirina dadgehê wê çareseriyê jî bi xwe re bîne. Avakirina dadgehek wiha wê peyamê bide cîhanê giştî ku wê tu carî teror bi ser nekeve. Hêz û vîna gelan bi ser bikeve û teror binkeve.”

Aloziya xwe derbasî derve bike

Doktorê zanistên aborî Haşim Zîbarî jî got: “Tirkiyê bi rêya jêderên di bin destê DAIŞ`ê de wê demê karî asta aboriya xwe bi pêş bixe. Di radeya yekemîn de jî petrolê. Tirkiyê petrol bi buhayên gelek erzan ji DAIŞ`ê werdigirt. Rêjeya kirîna Tirkiyê ya petrolê ji çeteyên DAIŞ`ê derdora yek milyar dolar hate texmînkirin. Dewleta Tirk bi gelek rêbazan sûd ji DAIŞ`ê wergirt. Balafirgehên xwe ji bo veguhastina çeteyên DAIŞ`ê ber bi Ewrupayê ve vekirin. Her wiha Ewrupayê bi kaxiza penaberên Sûrî û DAIŞ`ê tehdît kir. Lewre Ewrupa gelek pere şand Tirkiyê. Dewleta Tirk bi rêya mudaxeleya xwe ya yekser di Sûriye, Iraq, herêma başûrê Kurdistanê, Lîbya, Yemen û gelek dewletên Rojhilata Navîn de hewl dide aloziya xwe derbasî derve bike.Aloziya Tirkiyê ya aborî her ku diçe mezin dibe. Rêjeya bêkariyê zêde dibe, turîzm kêm bûye, buhayê kel û pelan biha bûne û kardar û berpirsên şîrketên Tirkiyê ji welêt koçber bûne. Tevî wê jî Emerîka piştî israra Tirkiyê ji bo kirîna pergala S-400 ya Rûsyayê, cezayên xwe li ser Tirkiyê zêde kirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found