Divê Ocalan bê berdan

Parlementerê Sînn Fêînê Paûl Maskey, diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan bê berdan û banga dikin ku ji nû de hevdîtin bên destpêkirin. Parlementerê Sînn Fêînê Paûl Maskey, peyamên Rêber Abdullah Ocalan ên bi reya parêzerên xwe ji raya giştî re şand nirxand. Maskey, diyar kir ku divê tecrîd bi temamî bi dawî bibe û wiha axivî: “Ez dixwazim ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Me banga Ocalan a ji bo bi dawîanîna grevên birçîbûnê bi keyfxweşî pêşwazî kir.”

Paûl Maskey, bakişand ser pirsgirêka Kurd û got;”Mesele bi mejiyê girtin, şer û kuştinê çareser nabe. Divê pêvajoyeke çareseriyê bê destpêkirin. Ev yek jî, çareseriyên siyasî, aştiyek adîlane û daîmî wê li Tirkiyeyê pêş bixe.”

Maskey, di dewiya axaftina xwe de bang li hikumeta Tirkiyeyê kir û got: “Weke Partiya Sînn Fêînê, em bang dikin ku hikumeta Tirkiyeyê demildest Abdûllah Ocalan berde. Em dixwazin û bang dikin ku ji nû de hevdîtin bên destpêkirin.

ENQERE 

Yazarın diğer yazıları

    None Found