Divêt Hayko Bagdat jî fêr bibe

Yeko ARDIL

Hayko yek ji Ermeniyên Stenbolê ye. Ango Stenboliyekî resen e. Derbarê paşxaneya wî ya Stenbolîbûnê de li ber dest agahî nînin. Mirov dikare vêna jî bi dîroka dûrdirêj a gelê Ermen a li Anatolya, Mezopotamya û li Rojhelata Navîn ve girêbide. Ermen gelekî qedîm û kevnar e, ne hêsan e mirov destpêka wî ya li herêmê tespît bike.

Hayko Bagdat di nivîsa li dû qetilkirina Hrant Dînk nivîsandî de wiha dibêje: Ez pir xemgîn im. Êdî li van deran ji bo qetilkirinê Ermenekî din jî nema! Mirov jê têdigihije ku xwe Ermenekî resen nabîne. Yan jî bi qasî Dînk xwe Ermenî nabîne.

Di van mijaran de pîvan diyarkirin ne hinde hêsan e. Pirî caran di nav Kurdan de jî ev niqaş çêdibû; kî çiqas Kurd e û ne Kurd e? Lê dûvre pîvanên Bizava Azadiyê ya Kurd yên di ser neteweyî re piraniya wan pirs û gengeşiyan ji holê rakirin.

Ew xwe çiqas Ermen dibîne, pirseke din e, lê rastiya ku Ermen hema bêje bi tevahî ji herêmê hatin qetilkirin û qewitandin wek rojê eşkere û zelal e. Dijminên mirovahiyê çiqas jî red bikin, ew rastî dê her xwe li sînga wan bigire û dest ji gewriya wan dernexîne. Hayko wekî bermahiyeke şûr a ji milyonên jenosîdkirî ye, mirov nizane ka malbata wî çawa ji destê xwînxwaran filitiye û îro bi navê Hayko Bagdat kesayetekî li holê maye.

Ew van salên dawî wek rojnamevan, hunermend û piçek jî siyasetmedar di rojeva me de ye. Kesayetekî li ber çavan e, gotinên wî deng vedidin û raya giştî li ser hizr û nêrînên xwe dibêje. Lewre kesên wiha divêt hay ji peyv û nivîsên xwe hebin. Dûvre dikare li mirov vegere û hind caran jî mirov nikare girêka korr çareser bike. Niha nivîsa wî ya li ser HDP’ê û Muharrem Înce jî eynî encamê jê re anî holê. Wî çi gotibû: Merc çi dibe bila bibe, divê di hilbijartinên serokkomariyê de HDP’yî deng nedin Înce. Ev daxwaz heta dawiyê rewa ye û Hayko Bagdat jî helbet dikare hizreke wiha ji bo raya giştî eşkere bike. Lewre ew jî xwe wek kesek ji hevpeymanên di nav HDP’ê de dibîne ku ev maf hîn pirtir jê re jî tê himatê.

Li vir xal an jî babeta ku bûye girêka korr a li ser pirsgirêkê ev e; Hayko heta duh jî li gel Can Dûndar kar dikir. Dûndar li nav Berlînê gava kêm caran bi tesadufî jî be çav bi Kurdan dikeve mîna tajiyê lingşewitî ji baz dide û nema dixwaze peyvek jî bike. Ev yek jî li gorî min di paşxaneya Hayko de jî wek kêmasiyek e, her çiqas wî jî nekarî bi demdirêjî li gel Dûndar kar bike. Li hêla din jî Hayko di nivîsarê de wek şêwimend û pisporekî siyasî lebitiye. Şîret û rêbertiyê ji HDP’ê û bi taybetî jî ji Kurdan re dike. Heta nikare xwe ragire heta şîretvanî û rênîşandina PKK’ê jî hildikişe, dibêje: Eger hûn bibin serokkomar jî ji xwe dewlet rê nade we. Lewre dewlet sazî û dezgehên xwe teslîmê PKK’ê nake. Yanî li gorî Hayko jî HDP û PKK wek yek in û ev li alîkî jî tê maneya hişyarkirina dewletê. Dîsa di warê şêwe û terzê peyîvînê de pirsgirêkên wî hene. Ew baş dizane ku Kurd çawa hîtabê rêberê xwe dikin, baş dizane ku ew Rêbertî çiqas li ber dilê Kurdan şîrîn e û Kurd çiqas di hesreta wî de ne. Ew baş û bi zelalî pê dizane ku Rêber Ocalan ji bo Kurdan xeta sor e. Lê Hayko bi terzeke neçê û neşîrîn behsa wî dike:’Eger ji wî an jî ji çiyan ferman jî were, emê dengê xwe nedin Înce’. Helbet welatparêzên Kurd bi vêna êşiyan, bertekên derketîn jî ewqas xwezahî ne. Ya divê em lê hişyar bin ev e; xeyd û hêrsa me Kurdan jî divê ne wek ra dijminên me be. Çawa ku çapameniya Tirk dianî serê me û raya giştî ya dewleta Tirk êrîşê me dikir, nabe ku em jî bi heman terzê tevbigerin. Lê divêtî ye ku ew kiryar û helwest bibin xala rexneyê. Nexwe gelek Kurd hene ku naxwazin deng bidin Înce û mînceyan, lê Kurd û hevpeymanên HDP’ê girseyeke rêxistinkirî ne. Di encama niqaşên navxweyî de çi biryar derkeve wê bi gelemperî wisa bilebitin. Divêt Hayko Bagdat jî êdî fêrî vê çavda Kurdên têkoşer û ya HDP’ê bibe.

Yazarın diğer yazıları