Dizan Keybanû Tomyris jî dizî

Qaşo Prof. Dr. Abdulvahap Kara di malpera xwe de radigîne ku rajîsor Akan Satayev fîlma “qiralîça Tirkên Saka Tomyrîsayê (!?)” li Kazakîstanê kişandiye. Em bi bîr bînin; demekê li Almanyayê jî Opera Tomyrisa porsor li ser dikê bû, lê navê wê “Keybanûya Massagetan” bû. Ev ne cara yekem e ku hin derdorên Tirkan kesayetî û navên dîrokî yên gelên Arî wek malê Tirkan nîşan didin. Prof. axa ji bo ku bikane vê rika xwe bide pejirandin, ew wê berê dike keybanûya Sakan û Sakan jî wek êl yan jî hozeke Tirk raber dike. Bi wî awayî wê ji Tirkan re dike mal. Ji bo rastiya vê belovajikirina dirokê li ber çavan raxistinê, em hinek rûpelên dîroka hatiye lewitandin wergerînin.

Harold Walter Bailey`ê di warê zimanê Sakan de pispor, piştî ji 2000 zêdetir metnên kurt yên bi zimanê Sakan re têkildar dixwîne, dinirxîne û dirûberîne, dibîne ku zimanê Sakan rasterast devokeke Îraniya Rojhilat e. Ango wek devokeke zimanê paştû, taleşî û pamîrî ye. Yanî Saka jî gelekî ji gelên Arî ye. Sakan li bakurrojhilatê Çînê li devera Khaton (Kaşî û Kaşgar) mîrîtiyeke bi hêz ava dikin. Di daneyên Çînan de jî ew wek gelekî Îranî tê binavkirin. Ev Mîrîtiya Sakan sînorên xwe ta hetanê Kaşmîra Hîndîstanê berfireh dike. Hînt ji wan re “Şakayên Îranî” dibêjin. Her wiha ev peyva Şaka û Şedadî jî gelek caran di heman wateyî de tê nirxandin. Em çend gotinan jî ji devê zanayek Tirkê hinek bêlayan bigirin. Doç. Dr. ê alîkar İlhami DURMUŞ wiha dinivîse: “Kyros êrişê Massagetanê ku Saka jî di nava wê konfederasyonê de bû, kir… Tomyrisa Massagetan serê Kyiros jêkir.” Herodot Sakan û Skytan wek gelekî bi nav dike û ji wan re gelê îranî dibêje. Herwiha têkiliyekê di navbera wan û Kimmeran û Sarmatan de jî datîne. Hemû dîrokzan û arkologên di vî warî de ketine nava lêkolînan jî Sakan ji gelên Arî dihesibînin. Kurt kurmancî Sakan jî ji gelên Arî yek e. Ew jî li Horasana yanê li Xorezema jor dijiyan. Ji xwe navên hemû bajar, çiya û çemên kevn yên Xorezema (Horasana) jorîn navên Arî ne. Çend mînak Bûxara, Samerkent, Aşkaabad, Amûderya, Surderya û hw.

Tomyris /Tamrîsa

Em werin mijara Keybanû Tomyrîsa porsor a bi nav û deng. Herodot wê bi awayê “Tomyris” bi nav kiriye, bê guman ev bilêvkirineke bi fonetîka Grêkî ye. Di nava Medan de jê re “Tamrîsa” hatiye gotin. Di hin daneyên Fars û Afganan de jî, navê wê “Thamîrî” ye. Herwiha hin jî jê re “Tamara” dibêjin. Li gor Herodot Tomyris keybanûya Massagetan e û Massagetan konfederasyoneke êl, êlat û binemalên gelên Arî ne û hin êlên Sakan jî di nava wan de ye. Em îro êdî bi zelalî dizanin ku ev konfederasyona Massagetan ji êlên Kurd wekî Reşkotan, Alanan, Şadiyan, Baktîryan, hin êlên Sakan (Şakan /Şedadî) û beşeke Massekan pêk tê, ku navê federasyonê ji navê êla Massekan hatiye wergirtin.

Di daneyên dîrokî yên bi Lîdyayiyan re têkildar de bi zelalî tê ragihandin ku Serfermandarê Med yê bi navê Madaheas (Medhêz) wekî xwendî hatiye, Alyanîsa keça Alyattesê II. ji bo Aştiyago biriye. Ji ber ku Talesê Mîlatî û Heraklesê Îonî ku kalikê Herakleitos bû, di wê kêliyê de mamosteteyên kurê Alyattesê II. Kroisos bûne. Bi rêya Alyattesê II di nava wan serfermandarê Med Madaheas de danûstandinekê pêkhatiye û Madaheas (Medhêz) xwe wek bavê Tomyrisayê daye nasîn. Heta tê îdiakirin ku Ev mijara “yekitiya dijberan” ya di baweriya Zerdeştî de heye, bi rêya wî serfermandarê Med derbasê têgîhîştina filosofiya Grêkan bûye. Ev mijar di romana “Serwerê Med Aştiyago” de bi awayeke berfireh hatiye vekirin.

Ev jî baş tê zanin; Sykit siwarî bûn, êriş dikirin û talan dikirin. Wan ne tenê êrişê Medan kirine, her wiha bê navber êrişê êl û êlatên Massagetan jî kirine û ew talan kirine. Dema Keyaxares Skytan ji Medyayê diqewitîne, hevkariyeke baş di navbera Massagetan û Medan de bi pêş dikeve. Jixwe piraniya eşîrên federasyona Massegetan di nava Medan de bûn, ango eşîrên Medî bûn. Kurê serokê Massagetan “Mazaka” jî demekê li Ekbatanayê bi tevê Aştiyago û Madaheas ji Spîtama Zerdeşt ders werdigire. Dû re Madaheas keça xwe Tamrîsaya porsor (Tomyrisê) dide kurê Mazaka Surmasga. Surmasga, di dema nêçîrê de qeza dike û dimire. Ji ber ku kurê Tomyrisayê “Spargapî” (Sporegapie) hê piçûk e, Tomyris Serweriyê werdigire.

Kurt û Kurmancî dagirkerên Tirk bi her awayî hewl didin ku bi înkara Kurd û Kurdistanê tevahiya dîrok û çanda gelê Kurd ji xwe re bikin mal. Ne tenê qaşo dîrokzan, wêjewan û ramanwerên wan, dewleta wan mejiyekî wisa afirandiye, mirovên ji rêzê jî, hewl dide ku ne tenê tiştên Kurd, ê tevahiya gelên Arî ji xwe re têkin mal. Divê li hemberê wan em bêdeng nemînin, bi awayekî zanistî bersiva wan bidin, ev nivîs jî hewldaneke wisa ye.

Yazarın diğer yazıları