Dora rizgarkirina Hecînê ye

Şêrgo Hesekê da zanîn ku li rojhilatê Firatê bajarokê Hecînê barageha dawî ya DAIŞ′ê ye û wiha peyivî: “Şervanên QSD′ê wê bi koordîneya bi artêşa Iraqê re ji gundê Baxozê bipêşveçûnên xwe bidomînin û bajarokê Hecînê rizgar bikin.”

Fermandarê QSD′ê Şêrgo Hesekê got, wekî QSD′ê wan di qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê de 30 kîlometre ji DAIŞ′ê rizgar kiriye û diyar kir ku ew ê hevkariya artêşa Iraqê di şerê li herêmê de bidomînin heta bajarokê Hecîn tê rizgarkirin. Şêrgo Hesekê wekî din got, DAIŞ li ser sînorê Sûriye-Iraqê û rojhilatê çemê Firatê mayînan diçîne û nahêle ku sivîl ji herêmên şer derkevin.  Fermandarê QSD′ê Şêrgo Hesekê îşaret bi koordînasyona li gel Iraqê kir û wiha peyivî: “Bi koordîneya di navbera hêzên me û artêşa Iraqê de me bejahiya bi temamî ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kir û ji bo parastina sînorê Sûriye-Iraqê noqteyên çavdêriyê li ser sînor hatin bicihkirin.” Bajarokê Hecîn jî tê rizgarkirin Şêrgo Hesekê da zanîn ku li rojhilatê Firatê, ne xasim li gundê Baxozê yê stratejîk ku wek deriyê sereke yê derbasbûna bajarokê Hecînê ye, Hecîn jî wekî barageha dawî ya DAIŞ′ê li rojhilatê Firatê tê zanîn, şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de qewimî û derbarê vê yekê de wiha axivî: “Şervanên QSD′ê wê bi koordîneya bi artêşa Iraqê re ji gundê Baxozê bipêşveçûnên xwe bidomînin û bajarokê Hecînê rizgar bikin.” Mayînan diçînin Şêrgo Hesekî got, bi bipêşveçûna şervanên QSD′ê ber bi bajarokê Hecînê re, çeteyên DAIŞ′ê li tevahî herêmê mayînan diçînin û cihên ku sivîl lê dijîn jî mayîn dikin da ku sivîl nikaribin ji herêmên wan derkevin.  Hêzên taybet sivîlan diparêzin Hêzên taybet ên QSD′ê li herêmên ku şer li wan heye, ji bo parastina sivîlan, bi hişyarî tev digerin û sivîlan ji mayînên çeteyan diparêzin û digihînin cihên ewle. Van hêzan, di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de jî sivîl rizgar kiribûn. Şervanên hêzên taybet ên QSD′ê, Beşar Hemîd Hisên ji ANHA′yê re axivî û diyar kir ku çeteyên DAIŞ′ê dixwazin bi çandina mayînan û bi bikaranîna sivîlan wekî mertalên sivîl, Pêngava Bagera Cizîrê asteng bikin. Hisên got, hêzên taybet li eniyên pêş dixebitin û ji bo rizgarkirina sivîlan korîdorên bi ewle vekin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found