Dost û dijmin di peywenda man û nemanê de

Dijminê miletê Kurd ê bi nav û gewde, êdî bi rengekî ku hevkarên wî jî nikarin çavên xwe lê miç bikin, xwe nîşan dide. Bi vê nîşandanê jî bi xurtiya xwe xwe li hin cihan ferz dike. Lê tiştekî din ê xwe ferz dike heye: dostaniya miletan. Belkî hinek bibêjin bi kêr nayê. Lê ka em berê xwe bidinê, çima bi kêr hat. Navê dijminê hebûna miletê Kurd dewleta Tirk e. Êdî hevkarên vê dewletê yên di nava miletê Kurd de jî hew dikarin vê nebînin. Lê ew bi xurtiya xwe û li cihê jê tê bi darê zorê ya xwe dide kirin. Em li vir berê xwe bidin çend nimûneyan.

Ji hilberînêrên erebeyan ên herî bi bandor ên Elmanyayê şirketa VW (VolksWagen) biryar bû li Tirkiyeyê fabrîkayekê çêke. Piştî dagirkerkeriya dewleta tirk a qirker li Serêkaniyê û girê Spî dest pê kir, şirketê biryara xwe cemidand. Niha Nûneriya Karkeran di rêveberiya şirketê de (VW-Betriebsrat) daxuyaniyek da ku ew ê biryara avakirina fabrîkayê li Tirkiyeyê bi her heşt dengê xwe veto bike. Yanî heger ew xwe rijd bike û ji ya xwe neyê xwarê, VW wê li Tirkiyeyê fabrîkaya nû ava neke. Milyarek euro pere tenê ji bo avakirinê wê nedin Tirkiyeyê, bi vê sanaiyê Tirkiye û aboriya wê, wê xurt nebin.

Nimûneyên xurtiya Tirkiyeyê jî hene. Heta encamên wisa derdixin holê ku çavên mirovan ji hev biçin û devê mirovan bi qasî ku zebeşek ji vanên deştê biçiyê, vebe. Serekçeteyê vê dewleta hanê ya qirker Erdogan, eşkere behsa pîlanên xwe yên qirkirinê dike. Yanî ji Rojava kirina der a Kurdan û li wir bicihkirina Ereban. Dawiya hefteyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li Tirkiyeyê bû, bi serekçeteyê vê dewletê re poz jî dan, bû reklama wî. Bi ser de jî wî malavahiya Tirkiyeyê kir ji bo hevkariya wê, û got, ew ê li pîlanên Tirkiyeyê yên qirkirinê bikolin, ji bo tetbîqkirinê. Yanî komîseroya Bilind a Penaberan a NY´yê (UNHCR) a ku niha ji bo ji nû ve bicihkirina 200 ta 300 hezar penaberên ji Girê Spî û Serêkaniyê re mijûl e, wê niha lê binihêre ka ew ê karibe 2 milyon penaberên ji Sûrî li van deveran bi cih bike. Sosret û sosirmet jî vê rewşê nikarin bi nav bikin. Rêxistina qaşo divê qirkirinan asteng bike, niha lê dikole ka ew ê bibe amûreke qirkirinê û heger bibe wê çawa bibe.

Helbet Tirkiye vê bi xurtiya xwe dide kirin. Lê xurtiya Krudan jî êdî heye. Di Roja Rojava a Cihanê de ku weke Roja Berxwedanê a Cihanê jî hat bi navkirin, li seranserê dinyayê mirov ji bo Rojava seferber bûn. Li bajarên mîna Roma û Parîsê bi dehhezaran mirov, li bajarên mîna Berlînê dehhezar, li bajarên din ên weke Koln, Stuttgart, Bruksel, Stockholm, Barcelonayê û gelekên din jî bi hezaran û bi sedan mirov meşiyan. Li hin bajaran Kurd pirranî bûn, lê li gelekan tenê dostên Kurdistaniyan ên li dinyayê peyamek da dinyayê hemûyî: Em bi berxwedana Rojava re ne. Xurtiya me belkî ne ji zora me be, lê xurtiya me kar û tesîrê dike. Divê em li vê xurtiyê xwedî derkevin, wê mezin bikin. Jixwe, êdî bi dilê me yan jî ne bi dilê me dîasporayeke Kurd heye li gelek deverên dinyayê û ev dîaspora jî dikare vê xurtiyê zêde bike. Ji ber ku ev meseleyeke manûnemanê ye. Divê ev dîaspora ji derveyî minaqeşeyên li ser partî, îdeolojiyan, û ji wan û wêde karibe stratejiyeke “man”ê yanî ya misogerkirina “hebûnê” jî bi pêş bixe. Divê aliyên Kurd hemû êdî bibînin, qedexekirina PKK´ê ji bo krîmînalîzekirin û nerewakirina têkoşîna wan a azadiyê û ya man û nemanê ye. Ji bo vê jî çi PDK´yî, çi YNK´yî, çi komele, çi civak û çi jî klûbên sporê, hunermend û civakên saziyên sivîl, divê her platforma li dîasporayê bi kar bînin, ji bo îşaretpêkirina vê neheqiyê. Û ew divê hin karan bi hev re bikin. Yek ji van karan dikare bibe dibistanên taybet ên bi Kurdî li Elmanya, Fransa, Ingilîstan û Skandînavyayê. Jixwe ev dibistan wê li gorî mufredata van dewletan bin, lê zimanê Kurdî wê li wa hebe û li xêra man û hebûna Kurdan in. Yanî ti aliyekî Kurd ê li dijî van wê nebe, û ev ê aliyên Kurd hem nêzî hev bike, hem jî bibe mînakeke berhema stratejiya hevpar.

Yazarın diğer yazıları