Dostika Tirkan jî peyivî

Hikûmeta Elman, piştî ku Erdogan gefa penaberan û terorîstan lê xwar, weke kûçikê erza wî bê şikandin, bi kûzekûz bêdeng bû, li ser qirkirina siyasî û dagirkeriya bi qeyûman li Bakurê Kurdistanê, gotinek kir. Berpirsiyara Mafê Mirovan a Hikumeta Elman, parlamentera SPD´ê Baerbel Kofler got, “Hurmeta li encamên hilbijartinê şertê destpêkê yê demokrasiyê ye.”

Barbel Kofler di daxuyaniya xwe de got, “Em bi fikar in ji ber ku şaredarên bi hilbijartinên 31’ê Adarê re dest bi wezîfeyê kirin, ji wezîfeyê hatin dûrxistin.”

Baerbel Kofler anî ziman ku ew bi fikar e û got, “Hikumeta Tirk ji ber berpirsyariyên xwe yên li qada navneteweyî divê pîvanên mafê mirovan û dewleta hiqûqê yên bingehîn pêk bîne. Kêmbûna derfetên beşdariyê yên demokratîk wê tehlûkeya sûdwergirtinê ji tevgerên radîkal biafirîne.”

Balkêş e ku daxuyanî li şûna Wezîrê Karên Derve Heîko Maas ji aliyê Kofler ve hate weşandin. Maas hefteya bihurî çûbû serdana Tirkiyeyê û li dijî tayînkirina qeyûman, binpêkirina mafên mirovan û sûcên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, bêdeng mabû.

BERLÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found