Dozên KCK’ê komplo bûn!

Di rûpela înternetê ya Serokkomariya dewleta Tirk de li xwe mikur hatin, ‘dozên KCK’ê komploya FETO ne’’.

Di rûpela înternetê ya Serokkomariya Tirk de, ji ber salvegera 15’ê Tîrmehê raporeke bi 42 rûpelan hate hazirkirin. Di raporê de bi sernavê ‘’Di 10 pirsan de hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û rêxistina terorê ya Fethullahî’ de hate gotin, ‘’FETO hem di mijara Kurd de ji bo çareseriyê sabote bike, hem jî istixbarata tirk MÎT’ê bi dest bixîne.’’

Di raporê de di bin navê ‘’dozên komployan’’ de dozên Ergenekon, Balyoz, KCK’ê, Selam-Tevhîd, Tahşiye, dozên Sîxûriya Leşkerî cih girtin. Ji bo dozên navborî hate gotin, ‘’Derkete holê ku bi van delîlên qelp ên van dozan û bi dadgehên hineke rikberên xwe tasfiye kirin.’

Her çendî ‘’dozên KCK’ê’’ mîna ‘’doza komployê’’ hatibe nîşandan jî, darizandin bênavber didomin.

STENBOL

Yazarın diğer yazıları

    None Found