Du gotarên PKK’ê, civat û civaka nexweş

Civateke xweş beriya her tiştî civakeke bi sihet û çerxa wê xweş digere ferz dike. Ev civat çi ya malbatekê be, çi ya gundekî, çi ya eşîrekê û çi jî ya miletekî be. Heger civateke me ya bi nexweşî hebe, heta civateke me ya ku her dixwe dide der ku nexweşî digirinê, hebe, hingê divê em kumê xwe deynin ber xwe û bi dilsoziya bi xwe re li ser meseleyê bihizirin. Civata me Kurdan demeke dirêj e nexweş e, hem bi maneya dijberiya xweş û hem jî bi maneya xeste û westabûnê.

Em dema bi hev re rûdinin, gotinên me sohbeta me û îfadekirina bibîranînên me hem jandar û hem jî nexweş in; heta trawmatîk in. Çawa ne trawmatîk bin? Em civakek in ku di nava me de qatilên zarokên xwe digerin. Bavên ku ji ber gotegotan keçên xwe kuştî û bi destê xwe veşartî li civatên me ne. Dayikên ku bi zarokên xwe pismam dane kuştin li civatên me ne. Em ew çendê ecêb in ku nefsên di nava civaka me de, bênefsiyên xwe jî weke adetê nakin; zirarê hem li xwe û hem jî li dewrûbera xwe dikin. Ango em civakeke bi nexweşî ne ku civatên me jî bi van nexweşiyan bi gewde dibin, reng digirin. Ev ne ji bo pişûkxistinê ye, belkî ji bo bibîranînê. Ji bo ku em karibin hin tiştan ji hev derxin.

Hevrê û hevpîşeyê min, ji întelektuelên Kurd Mîrhem Yîgît hez dikir behsa meseleyekê bike dema îşaret bi vî aliyê civakê ku ez jê re nexweş dibêjim, bike. Ez bi kurtî bibêjim, du birayên hev bi hev diçin û yê piçûk li ber ê mezin destê xwe dihile. Di encamê de yê mezin dişike û biryarê dide giliyê wî li qereqolê bike; beriya biçe gilî bike jî ji hevjîna xwe re dibêje, "here ji wî bibêje, bila xwe bide alî". Bi ser halan de sîtelek mast jî bi xwe re dibe qereqolê. Dema hevjîna wî dibêje, "Ne mastê me bibe, ne jî bila birayê te bila xwe bide alî" jî, ew wiha lê vedigerîne, "ne nabe!"

Ji bo Kurdan ne, nabe! Kurd piştî ku şikestin, heta ku fêr bûn li dijî dewleta ku ew tepisandine û rihê wan çepisandisandiye, ew kulîlka eşqa jiyanê li cem wan çirpandiye, diviyabû PKK bikeve 40 saliya xwe.

Ez çima vê dibêjim. PKK´ê propagandaya xwe ya neteweçêkirinê li ser du rayan datînî. Yek jê, ji wî miletê şikestî re digot, tu hêja yî, binihêre li dîroka xwe li pêşiyên xwe, qehremanên te hene, tu bi vê dewletê jî û tu bi dewletên din jî dikarî, tu jî dikarî ava bikî. Ango PKK´ê pirr eşkere li aliyekî gotara ji bo avakirina neteweyekê bi kar dianî; lê li aliyê din ji bo nefer û qadroyên xwe nirxandinê xisletên ferdî û civakî dikir; di şexsê ferd de civak dinirxand; ji wan re digot hûn xesandî ne, hûn ketî ne, şikestî ne, dewletê hûn bêjî kirine! Rastiya hatî serê milet bi peyvên hişk û têra xwe yekser îfade kirin, ango gotareke paralel a xwe disipart nirxandinên ferdan û civakê ku pê bi ti awayî pesnê civaka Kurd nedida, heta nexweşiya xwe li nav guhê wê dida.

Gelek aliyan xwest vê li dijî PKK´ê bi kar bîne; lê ev xurtiya PKK´ê bû. Çima ez behsa vê dikim û dibêjim, ev xurtiya PKK´ê bû?

Di dema berxwedana xweseriyê de, gelek aliyan rexne li rêveberiya wê girt û got bû sedema wêrankirina navçe û bajaran, yek ji bersivên ji nav refên PKK´ê bi gotinên Cemîl Bayik ev bû, "ma em teslîm bûbane?" Ev gotin, tiştekî îfade dike ku li cem Kurdan beramberî hêzên ji xwe xurttir qebûl dike êdî nemabû. Na Kurd li Kobanê jî teslîm nebûn. Lê Kurdan Kerkûk û nîvê erdên di bin kontrola hêzên xwe de li Başûrê Welêt teslîm kir.

Em berê xwe ji vê asta makro dîsa bidin asta mîkro ya "ne nabe!" Beriya bi deh rojekî, cenazeyê kurekî 20 salî yê ji gundê ser bi Nisêbînê Tilminarê, ê ku li eskeriya dewleta Tirk bû dan destê malbata wî. Li vir ez ê zêde nekevim nav hûrgiliyên meselê, lê ev kurê ciwan, naxwaze biçe eskeriyê û bi zora malbatê diçe. Dema diçe ji dêûbavê xwe re dibêje wê min bikujin, beriya cenazeyê wî li malbatê vegere jî ji malbata xwe re dibêje, wê min bikujin. Ev çi haleta ruh e ku dike dê û bavek bi destê xwe kurê xwe bişînin nav kulmoza dijminê kurê xwe, dijminê malbata xwe û dijminê neteweya xwe. Ma gelo ev ne nexweşî ye? Ma gelo ev ne tişteke ku civata me nexweş dike, civaka me nexweş dike? Heta ku em vê bikin, em ketî, pîs û bêjî weke civat û weke civak jî. Tiştekî ku bîhna me pê fireh bibe maye, ew jî ew e ku ev halê han me karî bi pirranî li pey xwe bihêlin. Ciwanên me dikarîn li bajaran serê xwe li ber dijminên xwe neçemînin û bi qehremanî li ber xwe bidin; ha di vê dara hişkbûyî ya bedena Kurdî de, weke jiyaneke hêja ji nû ve wê kat dida.   

Yazarın diğer yazıları