Du hevok

……………….*

Kaxiza ku niviştkî li hev hatibû pêçan, min hêdî hêdî û bi hemînî ji ser hev vekir, bi kefa destê xwe min rast kir, qetên ji berhevçûyî min danîn ber hev û min zorî da xwe,da ku herdu hevokên destnivîsa bi tîpên erebî bixwînim:
Hevoka yekemîn:
La îlahe îlelleh! Buhişt ew e ya Reb, ji bilî bihuşta te yî ala; axa ku merî li ser dijî,û bav û kal li ser miribin.
Hevoka duyemîn:
Cehinnem ew e ya Reb, ne tu,ku hihekî din xwediyê axa te bin!

Ji rojnûskê:
Rojek e.

Di xewna xwe de min dît: li ser hespeke gewr î boz Xortekî esmer î di tenga Elî Rizayê xwe  de bûm.
Li perê kaniyek ji van kaniyên ku ji mêlaka tahtê dertên, rawestiyam.
Çiyayên me jî tijî kanî ne. Lê ava yek kaniyê nedigiha zelalî û tezitiya ava wê kaniyê.Min mist mist jê vedixwar. Her ku min vedixwar têhniya min ne dişkest; min çengeke din dadihiştê.
Tu; xwediyê erş û ferş, xwediyê cehinnem û bihuştê!
Azadî ew kanî bû, gelo?
Xortanî keyatî bû, gelo?
……………………….
Ya Rebbî, lingekî min li vir, yek li wî alî ye.
Her me çi kiribe me bi izna te kiriye.
Te nevê pelên bi darê ve naleqin.Te nevê bijkojên gulê napeqin. Daxwaza min ji te; barekî giran, barekî  ku nikaribim pê rabim,daneyne ser milên evdê xwe Seîd!
Di roja herî teng de rêberê min û qewmê min be!

Amîn!

*Kurtebeşek ji xebata min a bi navê ‘ Rojnûska Serhildana Şêx’. Di salvegara sêdarkirina Şex Seîd û 46 hevalên pê re, Xalit Begê Cibrî û Yusuf Ziya re  hemû şehîdan spêdeya azadiyê bi dilsozî yad dikim.

Yazarın diğer yazıları

    None Found