Dûrbîniya G. Orwellî û rewşa îroyîn

Sal 1984, 4´ê Nîsanê ye. Duh êvarê li sînemayê, fîlm hemû yên şer bûn. Yek ji wan pir baş bû; keştiyek bi penaberan mişt tijî, li devereke Deryaspî dihat bombekirin. Helîkopter li dû mêrekî gir ê qirase yê dixwest bi avjeniyê xwe rizgar bike ye. Ew dîmen çiqas bû sedemê kêfxweşiya temaşevanan, çiqas!.. Pêşî mîna masîberazek gindirîna wî ya di nav avê de xuya dikir. Piştre di şibakeya helîkopterê de dihat dîtin, paşê bedena wî qulqulî bû û rengê avê vegeriya pembeyê û paşê mîna ku di wan qulan re av di bedena wî de tije bibe noqî bin avê bû. Dema ew noqî bin avê dibû, temaşevan çawa dikeniyan!

Piştre kelekek a rizgarkirinê ya tijî zarok xuya kir. Li ser kelekê helîkopterek dizîvire. Li aliyê pêş ê kelekê jineke navsere rûdine, dibe ku cihû be. Li hembêza wê zarokekî kurîn yê sê salî rûniştî ye. Zarokê piçûk di nav sawdariyê de diqîre. Mîna ku xwe di sînga wê de derbasî hundirê wê bike, wisa serê xwe bi pîserên wê ve şindandiye û jin mîna ku bikaribe wî ji guleyan biparêze, li gel ku ew jî ji tirsan dilerize, bi milên xwe ew rapêçaye. Piştre helîkopter bombeyeke bîst kîloyî bera ser wan da. Pêteke sawdar pê ket û ji kelekê tenê parçeyên texteyan man. Ya rastî fîlmkişandineke ezamet hebû. Milê zarokekî bi hewa diket. Dibe ku bi kameraya li pêş helîkopterê ve hatibe kişandin û piştre… Ji nav temaşevanan gurmîna lêxistina çepikan bilind bû…’

Ev dîmen beşek ji romana George Orwell ya bi navê ‘1984’ e. Orwell roman di sala 1947´an de nivîsandiye.

Gava mirov gelek dîmenên li Rojhelata Navîn a di van bi kêmanî deh salên dawiyê de dibîne û piçek jî li ser hizir dike, baş xuya dibe ku nivîskar di salên 1940´î de rewşa siberoja dinê çawa dîtiye û hinde jî xwe li ser westandiye û ew berhemên dewlemend ji mirovahiyê re hiştine.

Weke tê zanîn pirtûka wî ya din a navdar jî li ser pergala Sovyetîk a dîktatorî bû, di wê pirtûka bi navê Cotgeha Heywanan de pergala Stalînîst rexne dikir. Mixabin di wê demê de ew nêrîn û rexne bi erênî nehatin pêşwazîkirin û gelek kesên weke wî bi navê îxanetê hatin sûcdarkirin. Lê pir nekişand ew pergal mîna keleh û qûleyên ji axê gava peşkên baranê bi ser wan de barîn, hêdîka û li hind devaran jî bi gurmînî ji hev pelîşîn, belavela bûn.

Ev berhem jî bi heman rengî li ser pergala dîktatorî hatiye nivîsandin. Lê babeta me ya îro ne nirxandina wê pirtûkê ye. Tenê ew beşa ku me li jor jê wergirtî ez bawer im têrî dike.

Vêca em li rewşa herêmê ya jin û zarokan û ya penaberan vegerin.

Sal 2019, cih Şingal e. Mirovên rûreş, dilreş yên mêjiyên zingargirtî bi çekên giran êrişê herêma Sîncarê dikin. Navenda êrişa wan Şingal e. Cîhan temaşe dike û pirs dikin: ’Ew kî ne? Yên bûyîne armanca êrîşên xwînxwaran kî ne? Bersiv: ’Kurdên Êzîdî ne.’ Ha, Kurd in ne wisa?!’ piştre di beşa vê derê ya fîlm de cîhan bêdeng dibe. Perdeya şanoyê tê girtin. Gava dest pê dike, bi hezaran jin û zarok li ser rê û dirban, bi çiya û baniyan ve hildikişin. Tî, birçî, pêxwas û perîşan in. Li dû wan reşikên mirovxwer û ew jî bi hewla rizgarbûnê direvin. Afat e, tofan e, dê ji weledê xwe re dibêje, here wê de!. Lê cîhan temaşe dike, temaşevan li rewşa wan jinên bi destê mirovxweran ber bi mirinê ve diçin, dinêrin û dikenin. Li zarokên ji tû û ji nêza dimirin dinêrin û dikenin. Di navberê de Duwanzdeh Siwariyên Rizgarkerên Mirovahiyê li ser perdeyê peyda dibin û bi qasî du sed hezar mirovî ji destê mirovxweran rizgar dikin. Ew zêde bala temaşevanan nakişîne. Li ser dîmenên berê dikenin û ji hişê xwe ve diçin.

Vêca berê kamerayan carekî din jî li ser Deryaspî ye. Vir de wê de kelek û keştiyên penaberan yên nîvçe û xerabe li ser deryayê dişewîşin. Penaber di ser welatê barbaran de tên. Berbarên Tirk ew bi sazkarî derbasê ser ava bê ser û bê binî dikin. Di wê rê de notirvan, polîs û bazirganên wan ji pera re pere nabêjin. Ji nişkeve zarokekî 3 salî mîna berxikekî piçûçik li qiraxê deryayê xuya dike. Temaşevanên ji romana Orwell pekiyayîn, çiqas dikenin û dilşad dibin. Hind jin û zarok derdikevin pêşberî girseyê û dikin qêrîn: ’Ev bê exlaqî ye, hûn nikarin wan dîmenan bidin nîşan û bi wan bikenin!’ Lê kes guh nade wan. Li gorî wan, yên li dij derdikevin çend kesên xwedan hizrên ûtopîk in, xem nake. Yên tên kuştin Kurd in. zaroka bi ser avê ketî jî Alanê Kurd e. Ev û ew karesatên dîrokî tev de qedera wan in. Em çi bikin, dibêjin û li kenîna xwe dewam dikin.

Niha li wir, Li Serêkaniyê, Li Rojava ew zarok û jinên di encama firok û balafirên Tirk, çekên kîmyewî û çeteyên mirovxwer de tên sotin û hind teswîrên romana George Orwell çiqas li hev tên. Dîsa jî hêvî ji hizr û wîcdana mirovahiyê nayê birîn. Siba roja xwedîderketina li şoreşa Rojava ye.   

Yazarın diğer yazıları