Ecêb, berpirsiyarî û ehmeqî

Gotineke bi Kurmancî heye, dibêjin, heta ev serî sax dimîne, ev çav jî ecêban dibîne. De ne, jixwe hatiye serê pêşiyên me heta ev gotine. Ê me jî êdî bûye ew hesab. Her sala di ser me re dibihûre, em ecêbên ecêban dibînin. Tiştên welê diqewimin ku em bivênevê bibêjin, ma ev jî hebû! Yan jî hinek bi hin karan radibin ku mirov bibêje, eaaew, ma Xwedê evqasî ji mirovan distîne! Xuya ye, erê distîne. Ez ê behsa peywenda tevahiya Kurdistanê nekim, lê ez ê destpêkê behsa Şengalê û peywenda civata Êzîdî bikim û paşê çend gotinên xwe ji wan “xwedêjêstandiyan” re jî bikim.

Tîrmeha 2014’an belkî zêde neyê bîra mirovan, lê ha hingê serokê TEVDA’yê Seîd Hesen Seîd di hevpeyvînekê de ji min re got, em dizanin pêşmerge wê 10 deqîqeyan jî li ber xwe nede li hember DAIŞ’ê. Min jî hingê got, mubalexe ye, helbet tehlûke mezin e, lê ma bi rastî tişta wisa dibe? Hêzeke ku qederê 10 hezar pêşmergeyî li Şengalê bi cih kirî, wisa hêsanî dikare miletekî bi qirkirinê re rûbirû bihêle! Meheke sax nekete neqebê û ya Seîd Hesen Seîd gotî, derket. Ya qewimî, ya ku wî pêş dîtî bi xwe bû. Miletek bi qirkirinê re rûbirû ma, tevî ku rêveberiya PDK’ê, heta hikûmeta Başûrê Kurdistanê eşkere hatin hişyarkirin. Wan pêşî li wan xebatên hewarê li hember êrişeke muhtemel jî girt. Çi qewimî? Bi hezaran mirovên Êzîdî yên Şengalê hatin qetilkirin, bi hezarên jin, keç û zarokên wan dîl hatin girtin, bûn êsîrên hovan û bi sedhezarên wan jî koçber bûn. Di hewar û koçberiyê de bi sedan zarok û kesên lawaz ji tîna û birçîna mirin. Qira miletekî xwetsin bînin û ev milet bi qirkirinekê re rûbirû ma.

Di qirkirinê de jixwe êrişkar sûcdarekî mezin e, lê ma gunehkarên din? Yên ku ev milet neparastin, yên ku nehiştin ew xwe biparêze, yên ku veguheztina wî ber bi deverên ewle ve organîze nekirî, beriya ku reverev xelkê li cih bihêle, ew ê ku nehişt hinên din karibin vî miletî biparêzin; çi ji wan hat? Kesî ji wan hesab da, yan jî kesekî hesab ji wan ji ber vê qirkirinê pirsî? Na… Berpirsiyariya di astên cihê de ya hêza pêşmerge (fermandarên wê helbet), siyaseta PDK’ê û bi hikmê xwe yê dewletî yê hikûmeta Başûrê Kurdistanê li meydanê ne, lê amadebûna hesabpirsîn û dayînê li holê xuya nakin.

Ha di rewşeke wisa de, leşkerekî bi navê xwe jî li xwe eşkere dike ku ne ji Şengalê heta ji Başûrê Kurdistanê ye, di qewmînên çend salên dawî de jî ti heq û mafê wî di destwerdana Şengalê de nîne, ji ber kesên ew perwerdekirî jî di serî de Tirk in, hebûna wî bi xwe jê re şerm e (helbet eger Kurd bin), radibe berê xwe dide Xanesor a Şengalê, pêşî gerîlayên ji bo silhê bedenên xwe dikin surh, bi namerdî qetil dikin; paşê jî êrîşê dibin ser şervanên YBŞ/YJŞ’ê ku xelkê wê erdê û deverê ne. Vê eybê têra vî leşkerî nekir, niha jî xelkê sivîl ê Xanesor û Sinûnê tevî piştgirên ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan çeperê vî dagirkerî, û wî careke din gule reşandin û keçeke ciwan a endama TAJÊ qetil kir û 15 kesên sivîl jî birîndar kirin.

Ev serpêhatî ji bo PDK’ê û nexasim jî serokê wê Mesûd Barzanî pirr muhim e. Wî îdîa kiribû ku ew ê careke din xwîna Kurdan nerijîne (berê bi dehan caran rijandiye). Nirxandineke weke “yan ew Êzîdiyan weke Kurd nabîne, yan jî wî soza xwe negirt” wê bibe tesbîteke kurt û kêm, bi ser de jî şaş. Mesûd Barzanî demeke dirêj ji bo afirandina îmajekê ji bo xwe dixebitî da ku karibe xwe bike serokê projeya “dewletoka Kurd” a ku wê Kurdistan bişikanda. Ango, ji bo 30-40 milyon Kurdî wê dewletokeke bi henekan û benê wê di destê Enqerê de bihata îlankirin û ew ê jî bibûya serokê wê dewletoka ku erdên fireh ên Kurdistanê û azadiya wê di berdêla wê de tevî xelkê xwe werin qurbanî kirin. Ji bo vê dewletokê nasnameyeke mîna ya Êzîdiyan cihê xwe nîne, ew tenê bi xewna serxwebûnê ya xanedaniyekê dihizire ku bi parçebûneke mezin a siyasî herî zêde wê bi xwe ew qels kiriye. Ew di qirkirina Êzîdiyan a Şengalê de xwedî berpirsiyarî ye. Hîna ev gunehê xwe li ber xwe daneaniye û îdîaya xwedîbûnê li wan kesên wê bi xwe neparastî dike (gunehên din jî hene). Vî hikmê xwe jî bi zorê dide kirin. Rabûye, çeteyên ji vir û wir berhevkirî, li serê Şengalê û miletê wê kiriye bela. Hîna nabîne ku piştî qirkirinekê dinya nabe ku bibe ya berê. Kî çawa dikare êdî baweriyê bi gunehkaran bîne, eger wan ji şerma serê xwe netewandibe û çok li ber mexdûran nedabin erdê û doza lênegirtinê, lêbihurînê ji wan nekiribin!

Lê belê, çawa min got, Xwedê ji wan standiye, dikin ku ev çavên me çi ecêban bibînin. Ji ecêban a mezin jî ew e, hinek xelkê ehlê qelem û kelamê jî ji wê yekê bawer dikin ku bi Tirkiyeyê, xanedanî jî be, serxwebûna keviyeke Kurdistanê wê bi ser keve! Ev êdî bi rastî jî ne dilsafikbûn e, ev xwexepandineke ji ber bêzariyê ye ku ji bo her kesê din ê ji derve li meseleyê dinihêre weke ehmeqiyê diyar e.

Yazarın diğer yazıları