Efsûna ava Kaniya Bolindê

Di kilam, stran û destanên Kurdî de rêbaza îfadekerina hestan balkêş e û bi rêbazên tenik û hostayî tên îfade kirin. Ev jî asta bihêz a wêjeyî ya zimanê Kurdî nîşan dide.

Mînak; Evdalê Zeynikê dîtina qulingekî per û bask şikestî ji bo vegotina bargiraniya kalbûnê, kêmbûna qedr û qîmet, û asta exlaqî ya civaka demê vegiherandiye derfetê. Per û baskê quling şikestî ne, Evdal jî kal e, rojên xweş û geş li paş mane, mîna parsekekî gund bi gund digere. Çarenûsa hevbeş a her dûyan ji bo Evdal rêbazeke xurt a qêrîna derd, kul êş û elêman e.

Car caran jî parçeyekî erdnîgariyê, çiyayek, çemek, latek, car caran barîna berfê, baranê yan jî bayekî xurt, kulîlkek, teyrek, dengek, car caran jî xewneke hatiye dîtin ji bo herikandina hestan û awazên bi çend newayan têrê dike… Ji kofiya serê jinê, bazinê di destê wê de, heta kinc û libas dikarin bibin îlhama straneke bêhempa. Lewra Şakiroyê nemir strana Serayê bi xizêma pozê wê dide destpêkirin: “Xizêma pozê Seraya Mehmet Axa zîvê zelal e, bi zêr kil dane…”

Êdî stran, kilam, şer yan destan mîna tevnekê tê hûnandin. Li derdora amûr an hêmana ku dengbêj stran, kilam, destan yan awazê dihûne û bi vî rengî berhemeke zexm diafire.

Dora kaniyê dora min e

Kaniya Bolindê, bi gotineke din Kaniya gundê Bolind a Hecî Mihemed jî di strana Bavê Fexriya de xwedî heman giranî yan diyarkeriyê ye. Hezkirin, hesret, bêrîkirin, hezkirina welat, azadî, gilî-gazinc, hest û xeyal tev di ser Kaniya Bolindê re hatine vegotin.

Diyar e ku evîna Bavê Fexriya bi jina ciwan re mîna Kaniya Bolindê der bûye, di çûyin û hatina avê û demên derbaskirina li ser kaniyê re evîna wê mîna ava Kaniya Bolindê herikiye.

Evînê li ser kaniyê dest pê kiriye, û ew evîn li ser kaniyê mezin bûye, li ser kaniyê cara yekemîn evîndarê, Bavê Fexriya dîtiye. Bi salan bi xeyala li serê kaniyê bi destê xwe dayina tasek ava hênik ji bo Bavê Fexriya, evîn hatiye parastin, mezinkirin…

Her tişt ji bo dayina tasek ava kaniyê ji bo evîndar hincet e, ji xwe tasa avê jî ji bo ravekirina evînê hincet e.

Çawa ava Kaniya Bolindê ji kurahiya dilê çiyê derdikeve, hest û newayê stranê jî ji kurahiya dilê evîndarê derdikevin. Mîna ava kaniyê ku li xwezayê belav dibe, strana evînê jî li çar aliyê welêt li ser zimanê stranbêj û evîndaran belav bûye.

Kaniya Bolindê kaniya evînê ye, kaniya hestên pîroz e, kaniya hêviyê ye, Kaniya Bolindê çavkaniya evîneke mezin e ku di nava xwe de serhildan, sirgûn, mêrxasî, dîrok, zilma dijmin û hesreta welêt diparêze; ev evîn û hesret jî bi wê tên vegotin.

Mînak, dijwariya hesreta Bavê Fexriya yê li sirgûniya Binya Xetê ye, werê nîşandan, qalkirina çêja ava Kaniya Bolindê têrê dike. Muqayesekirina ava Kaniya Bolindê  û ava bîra gundê Kerengo yê li deştê, pîvaneke esasî ye.

Di versiyona stranê ya Eda Mado de ev hest wiha tê ravekirin:

“Bavê Fexriya elimiyê ava Bolindê ava sar kaniyan

Mane bîra Kerengo aşme ye, jê tê zoxe mîratê tehma sar kuliya”.

Evîna qîza ciwan evîneke evqasî mezin e, amade ye bi Bavê Fexriya re bibe mehkûma serê çiyan û serê xwe deynê ser darê modoliyê-tifingê. Evîn evqasî mezin e bendewarî jî ewqasî ji ‘biçûk’ e. Yanî dîtin, dayina tasek avê, di çûyina sirgûnê yan vegera welêt de têrê dike.

Dengbêj Ehmedê Mamê (Ehmedê Bertî) di şîroveya xwe ya stranê de mîna gelek stran, kilam û destanan piştrast dike ku leheng yan evîndar çiqasî xwe biçûk bike, evîna xwe ewqasî mezin dike. Lewra jina ciwan amade ye biçe her çar siman: (Sim: Di lingê lawiran de beşa digihije erdê. Di lingê hespan de cihê nal lê dikeve)

Bavê fexriya mi got, ti çû xetê ne hatî nizam çima

Xweziya ji xêra Mîrê Mezin re,

yekî cabekî bi xêrê bianiya

Ji min re

Bigota; Bavê Fexriya vegeriyaya ji mîrata Xetê

Xwe daye Bolinda Heci Mihemed

Ezê biçûma pêşiyê,

minê destê xwe avêtiba dizgîna Gêjo

Xwar bûma, biçûma her çar sima…

Eman eman, min têr nedît emrê min çû…

Evîna ji bo Bavê Fexriya ewqasî mezin e, vexwarina tasek ava Kaniya Bolindê bi hînkahiya xwe mîna ku evîn bi cîh were, mirad hasil bibe, jina evîndar bextewar bike:

Gelî gundiyê kafirşeniyê rezîl,

Ji boniya Xwedê hûnê dora kaniyê bidin Bavê Fexriya, Kekê Yeho,

Taqîba hikûmetê, zilma li ser pişta vî mehkûmî,

belê riya wî dûr e, berê xwe daye binya xetê

Li Bolinda Hecî Mihemed ji sibê de li benda tasek ava destê min e.

Mîna li rêzikên li jor jî diyar didikin, ya ku Bavê Fexriya careke din vegerîne warê wî çêj û xweşiya ava Kaniya Bolindê ye.   

Stran û naveroka stranê têra xwe felsefîk in jî. Jixwe, ya stranê mayinde dike jî giraniya wê ya felsefîk a veşartî ye.

Sirr û raza pîrozweriya evîna mezin, dîroka eşîra Reşkotan, serhildana wan, sirgûn û vegera wan a çiyayên Xerzan ji Binya Xetê, tev di tasek ava Kaniya Bolindê de veşartiye.

Kaniya Bolindê mîna evîna ferdî ya jina ciwan çavkaniya evîna û heskirina welat e jî.

Yazarın diğer yazıları