Elîf Şafak û Kurdî

Dibêjin birêza Elîf Şafaka ku bi tirkî û îngîlîzî romanan dinivîse di tivîtekê xwe de gotiye: „Ez dixwazim (dil dixwaze) bi kurdî binivîsim.“ Gotineke gelek xweş e, lê dîsa jî hem bi aliyê tirkan û hem jî bi aliyê kurdan ve rastê gelek bertekan hatiye. Ev gotin bûye rojeva medya civakî jî. Ez bi xwe vê daxwaziyê têr erênî dibînim û jê re sipas dibêjim. Lê rastiyekê jî heye; em bixwazin nexwazin ev gotin bi awayekî xwezayî di mejiyê kurdan de du têgîhîştinan derdixe pêş. Yek têgîhîştina erênî, ya din jî ew wêneyê ku dagirkeriya tirk di mejiyê kurdan de daye rûniştin ku nerênî ye.

Aliyê erênî

1 – Di vê dema ku bi sedan pirtûkên weşanên Aram û hin weşanxaneyên din hatine desteserkirin, şewitandin, li ser çapemeniya kurd êrişeke hovane heye, li bajaran berhemên dîroka kurd bi hovane tê ruxandin, her tevgerên dagirkerên tirk tenê bi armanca têkbirina nirxên kurdan hatiye birêkxistin de helwesteke bi wate û protestoyî ye. Divê were pîrozkirin.

2 – Ji bo bi sedan kurdên ku kurdî ji me çêtir dizanin, lê bi qelem û fikra xwe ve di xizmeta wêje û zimanê dagirkeran de ne jî, wek gulmistekê li ser vê şerma wan e. Piçeke wijdan hebe, divê ew kesên ku bi hezaran biwêj, mamik, gotinên pêşiyan, çîrokên kurdî bi rêya nivîsan dikin xizmeta ziman û wêjeya tirkî ji vê gotina Elîf Şafak şerm bikin. Bi ditina min; divê ev aliyê erênî di serada gegengeşiya wêjeyî re were derbas kirin.

3 – Ji bo ku mirov bikane bi zimanekî çîrok, roman yan jî helbest binivîse, tenê fêrbûna ziman ne bes e. Divê mirov wî gelê ku ew ziman afirandiye, bi aliyê wan ên derûnî, felsefeya jiyanê, bi giştî çanda wan, karekter û her êşên wan ve nas bike. Ez mînakek piçûk bidim: 

Romana  „Memik Axa“ ya rêzdar Haydar Işik li gor anane, çand û têgîhîştina Dêrsimê hatiye nivîsandin. Dema mirov tirkiya wê dixwîne, mirov xwe li Dêrsimê hîs dike. Rêzdar Mîhem Himbelij bi xwe sunî ye, devoka dimilya hêla Amedê diaxive. Wî ev roman wergerandiye kirmanckî (dimilî) dema min ew xwend min xwe ne li Dêrsimê, min xwe li gindekî dimiliyê Palûyê yê mislimanên bawerîhişk hîs kir. Ango giyana romanê nehatiye wergerendin, tenê ziman hatiye wergerandin.

 Wergera vê romanê bi serê xwe rastiya bi zimanekî nivisandinê li ber çavan radixîne. Heke birêza Elîf Şafak di vê pîleyê de fêrî kurdî bibe û binivîse, emê sipasdar bin. Bi hêviya vê daxwaza xwe pêkanînê, jê re serkeftin dibêjim.

Aliyê nerênî

Dewleta tirk di van nod salên dawiyê de mejiyeke wisa derê rastiyan û dijminahiya gelan afirandiye ku ne tenê rayedarên vê dewleta sosret, her tirk xwebaqil û jîr, gelên din kêmaqil û bêmejî dibîne. Heta di her rewşê de hewl dide ku bi navê hemû gelan, xwerû jî bi navê kurdan gotinan bêje, wek nûnêrê kurdan têkeve nava tevgerê, kurdan tenê wek diwaco, duvikçîyê xwe bibîne. Ev helwesta wan bi aliyê hemû kurdan ve tê dîtin û hîskirin.

Hin rayedarên dewleta wan çend caran wiha gotibûn: „Kurdistanekê jî çêbe, emê çêbikin! Emê vê nedin destê kurdan!“  Li Ewropayê di gelek civînan de tirkên ji rêzê jî rabûne û gotine: „Hûn bisekinin, hûn nizanin, ez ê bi navê me giştan biaxivim!..“ Ez bi xwe jî rastê vê komediyê hatime. Çepgirên tirkan jî bi salan hewldan ku kurdan tenê wek hêzên xwe yên çekdar, wek xizmetkarên siyaseta xwe bibînin. Di vî warî de bi sedan mînakên nerênî hene. Lema jî dema mirov di pêvajoyeke wiha de ji nivîskareke/î tirk tiştekî wiha dibîhîse, bi awayeke xwezayî ev helwesta dagirkeriya tirk tê bîra mirov. Mirov xwe bi xwe dibêje: „Ma di nava kurdan de kesê ku bikane binivîse tune?“ Li aliyê din wê keseke/î biyanî çendî bikane wê êş û birîna kurd hîs bike?

Lê dîsa jî ev gotina erênî ya birêza Elîf Şafak hem nûwazeke av direşîne ser dilê ku wek agir dişewite. Li aliyê din mîna narînçokekê li ser eniya nivîskarên nijadkurd ên ku hê jî bi qelema xwe ve di xizmeta wêje û zimanê dagirkeran de ne.

Têbinî: Ez cejna Remezanê ya gelê me yê misliman pîroz dikim.

Yazarın diğer yazıları