Elmanya gelo qatilên xwe diparêze?

Beriya bêhtirî bi salekê, 29´ê Îlona 2018´an Amed Ehmed ê ji Efrînê, li hepsa ku bi neheqî lê dihat girtin, di encama şewatekê de miribû. Hema piştre derketibû holê ku Amed Ehmed ji ber texrîfkirina daneyên lêgerîna li kesekî ji Maliyê bi destê polîsan, bi neheqî hatiye girtin û bi mehan di hepsê de hatiye ragirtin. Dîsa derketibû holê ku zengilê hewarê yê Amed Ehmed di hepsê de pêlê kiriye jî, bi derengî hatiye dîtin. Ji ber wê şik û guman ji wê yekê dihatin birin ku Amed Ehmed ê 26 salî hatibe kuştin. Lê belê lêpirsîna li dijî polîsan û gardiyanên hepsa Kleveyê ya ku Amed Ehmed lê miribû, hat rawestandin.

Di rapora bi daxwaza wezareta dadê ya eyaleta NRW´ê û parlamanê de îfadeyên meqamên elaqedar ên lil ser şewata li hepsê de bi nakok bûn. Bi ser de jî bi lêkolîna bernameya MONÎTOR a kanala televîzyonê ya Elman ZDF´ê derket holê ku daneyên bi wan Amed Ehmed hatibû girtin, piştî girtina wî bi qest hatine texrîfkirin da ku li şûna Amad Ahmad ê ji Malî ew bê girtin.

Niha kanala radyo televizyonê WDR´ê diyar kir ku lêpirsîna ji ber revandina mirovan a li dijî polîs û ya ji ber helwêsta şaş a bûyî sedema mirina mirovan a xebatkarên hepsa Kleve, hatiye rawestandin. SPD û Partiya keskan bi xwe diyar kir ku ew ê karê xwe li Komîteya Lêkolînê ya li ser mijarê ya li Parlamena Eyaletê dewam bikin.

Bavê Amed Ehmed bi xwe Zahir Ehmed jî ji destpêkê ve xwest doz bê vekirin û pirsa kê kurê min kuşt kir.

Yazarın diğer yazıları

    None Found