Em bi we serfiraz in

Di meşa înternasyonalîstan de ku ji Luxemburgê ber bi Strasburgê ve diçe, ji 15 welatan 120 înternasyonalîst cihê xwe digirin. Herî zêde jî Katalan beşdarî meşê bûne. Peyama hemûyan jî yek e: Azadî ji Ocalan re statu ji Kurdistanê re.

Şaredariya Metzê destek da meşa înternasyonalîstan û bi devê alîkara şaredêr got, “Em pê bextewer in ku înternasyonalîst li cem miletê Kurd cihê xwe digirin. Em li cem têkoşîna miletê Kurd in, piştgiriya me wê dewam bike.”

BARIŞ BALSEÇER / METZ

Meşa dirêj a înternasyonalîstan a ji Luksemburgê destpêkirî kete roja xwe ya çaran. Doh qederê 120 înternasyonalîstên ji 15 welatan di bin baraneke xweş de meşiyan û pankarta li ser nivîsandî “em çiyayên we ne” hildan. Di dawiya rojê de jî gihiştin bajarê Fransayê Metzê.

Ji 120 beşdarên meşê 31 ji Katalanyayê ne, 34 jê ji deverên cihê yên Spanyayê ne, 4 ji Giravên Kanaryayê, 5 jî ji Potekîzê ne. Ji Elmanya û Swîsreyê 11, ji Başûrê Efrîkayê 1, ji Awustralyayê û Emerîka Latîn 3, ji Kanadayê 2, ji Fransayê 5, ji welatên Skandînavî 7, ji DYEʼyê 1, ji Îtalyayê 6, ji Belçîkayê jî 1 kes beşdarî meşê bûne. Doh êvarê 12 înternasyonalîstên din jî tevlî meşê bûn.

Daxwaz azadiya Ocalan e

Tevî sermê û tevî ku baranê xweş dikir, înternasyonalîstan meşa xwe bi coş dewam kir. Li ser hemûyan berdilk hebûn û li ser van berdilkan dinivîsî “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu”. Li ser berdilkan wekî din wêneyên Rêber Apo, Sakîne Cansiz û Hevrîn Xelef jî hebûn. Înternasyonalîstan heman daxwaza xwe ya sereke li ser pankarteke mezin dane nivîsandin û li pişt wê pankartê dimeşin. Di dema meşê de înternasyonalîst gelek caran sloganên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” dibêjin.

Pêr bi şev çalakger li hola şaredariya Thionvilleyê dayî wan man û doh sibehê çalakiya xwe ji vir dewam kirin. Înternasyonalîstan doh pankarteke din a mezin hilgirt; li ser vê pankartê wan “Em çiyayê we ne” dabû nivîsandin.

Şaredariya Metzê: Em pişta we digirin

Di dawiya meşê de çalakger gihiştin navenda bajarê Metzê. Alîkara şaredarê Metzê, Nathaile D’oliveira înternasyonalîst li avahiya şaredariyê kirin mêvan. Nathaile D’oliveira got, têkoşîna li dijî faşîzmê muhim e, û wê destek da çalakiya înternasyonalîstan. Nathaile D’oliveira bi xêrhatina çalakgeran kir û got, “Li dinyayê şerên mezin hene. Miletê Kurd mexdûrê van şeran e. Em pê bextewer in ku înternasyonalîst li cem miletê Kurd cihê xwe digirin. Em bi vê serfiraz in. Em li cem têkoşîna miletê Kurd in, piştgiriya me wê dewam bike.”

Ciwan dildar in

Ji Komîteya Amadekar Erdalan Baran got, “Beşdarên meşê 120 înternasyonalîstên ji 15 welatan in. Pirraniya wan emrê wan 23-24 salî ye. Li welatên xwe têkoşîna Kurdan û paradîgmaya Rêber Apo fêr dibin, lêdikolin. Bi dildarî tên. Lê kesên navsere yên bi tecrûbe jî hene. Mesela ji Başûrê Efrîkayê Sidney Luckett 72 salî ye. Lola ya 61 salî ya ku kurê wê li Rojava li ber xwe dide jî di nava çalakgeran de ye.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found