Em dev jê bernadin

Serokên baroyên 17 bajaran ên li Heskîfê hatin ba hev û dan xuyakirin ku divê dev ji Projeya Bendava Ilisûyê bê berdan.

Li ser banga Baroya Êlihê, serok û parêzerên baroyên Aydin, Antalya, Îzmîr, Tekîrdag, Kirklarelî, Yalova, Amed, Bûrsa, Bedlîs, Ûrfa, Şirnex, Agirî, Çewlîk, Mêrdîn, Dersim, Mûş û Sêrtê li navçeya Heskîf a Êlihê kom bûn û bi armanca Geliyê Dîcle di bin avê de nemîne daxuyanî dan çepemeniyê. Daxuyanî li Serê Pirê ya Heskîfê hat lidarxistin û di daxuyaniyê de pankartên “Em dîrokê bidin jiyîn, em mirovahiyê bidin jiyîn, em Heskîfê bidin jiyîn” û “Bihêlin bila Dîcle azad biherike” hatin vekirin.

Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan li ser navê 17 baroyan daxuyanî da û wiha axivî: “Em dikarin Heskîfê rizgar bikin û bidin jiyîn. Heskîf, bi deh hezaran sal, bênavber ji bo jiyana mirovahiyê malovaniyê dike.”

Piştî xwendina daxuyaniyê serokê baroyên ku ji aliyê rojavayê Tirkiyeyê hatibûn jî bi kurtahî axivîn û xwestin dest ji projeya bendava Ilisû bê berdan.

ANF/ÊLIH

Yazarın diğer yazıları

    None Found