Em ê bi milyonan li meydanan bin

PERVÎN YERLÎKAYA / STRASBOURG

Bi rasthatina salvegera 21´ê ya bêbextiya navneteweyî  ya 9´ê Cotmehê li Bruksel û Strasbourgê çalakiyên protestoyî hebûn û Kurdistaniyan û dostên wan hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk û qirkirina Kurdan li rojava jî rûreş kir.

Li Strasbourgê li ber avahiya Konseya Ewrûpayê û li Brukselê jî li ber avahiya Parlamena Ewrûpayê Kurdistanî û dostên wan civiyan. Wan êrişa dagirkirina Rojava û bêbextiya navneteweyî şermezar kir.

Li ser navê TJK-E´yê Besime Konca li vir got, “Îro êriş heye li dijî Şoreşa Rojava ya ku jin pêşengiya wê dikin. Em vê qebûl nakin. Em ê bi milyonan li meydanan bin. Li Dîasporayê çi ji destê me bê, em ê bikin. Em ê destûra dagirkirina Kurdistanê nedin.”

Li Brukselê çalakî li ber avahiya Parlamena Ewrûpayê bû. Di çalakiya bi pêşengiya TJK-E´yê de Kurdistaniyên ku destpêkirina êrişên hewayî li dijî Serê Kaniyê bihîstin, dest bi meşa ber bi konsolosxaneya DYE´yê kir. Gava nûçeya me dihat amadekirin, polîs dest werdida çalakiya Kurdistaniyan. Lê di dawiyê de Kurdistaniyan dikarî çalakiya rûniştinê bikin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found