Em ê welat biparêzin

Meclisên leşkerî yên Cizîrê: Dewleta Tirk hewl dide êrîş bike ji çeteyên DAIŞ`ê re qadeke nû veke û temenê wê dirêj dike. Lê em amade ne her cure êrişan têk bibin, nirx û destkeftiyên gelê xwe biparêzin.

Têkildarî êrîşên Tirkiyê yên muhtemel ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisên leşkerî yên herêma Cizîrê daxuyaniyeke hevbeş da. Daxuyanî bi beşdariya hemû fermandarên meclisên leşkerî yên herêma Cizîrê li navenda Meclisa Leşkerî ya Suryanan a li bajarê Hesekê hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Sozê Qamişlo ve hate xwendin. Daxuyaniya Meclisên Leşkerî yên Herêma Cizîrê wiha ye: “Hemû gelên Sûriyê ji sala 2011`an ve dît ku komên çeteyan bi navên cuda ji sala 2011`an ve li ser hemû gelên Sûriyê şerekî dijwar pêk anî û cudabûn nexistin navbera pêkhateyên herêmê, olan, zimanan û neteweyan. Her wiha di navbera 2011 û 2014`an de bi dehan bajar, gund û bajarok dagir kirin, lewma bi sed hezaran kes koçber bûn û li ser vî esasî ciwanên Sûriyê biryara parastina welêt û nirxên mirovahiyê dan. Ev biryara dîrokî li ser esasê bawerî, cesaret, îrade, hêvî û îradeya gelan hate dayîn. Em wek hêzên parastina gelên Sûriyê û gelên li herêmê dijîn, me bersiva êrişan da û me parastina projeya xwe ya rewa kir û me parastina xwe kir.

Desteka Tirkiyê bi belgeyan eşkere bû

Her wiha gelê me jî bêyî dudilî li ber xwe da û zarokên vî gelî xwe di vê oxirê de diyarî şoreşa azadiyê kirin. Ji dema ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê biryara parastina xwe dan, dewleta Tirk hewl da bi hemû cureyên êrişan şoreşa gelan bihelîne. Dewleta Tirk bi dehan caran îsbat kir ku alîkariya çeteyên DAIŞ`ê dike, desteka Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ`ê ji çek, lojîstîk û kadroyan bi rêya foto û belgeyan derketin holê. Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê, dewleta Tirk bi nav û sedemên cuda êrişî destkeftiyên me kir. Êrişa li ser Efrinê ji aliyê dewleta Tirk û dagirkirina Efrînê û gelek herêmên Sûriyê, dide diyarkirin ku dewleta Tirk di kûrkirina aloziya Sûriyê û dirêjkirina şer de bi israr e. Dewleta Tirk armanc wê ew e ku xaka me dagir bike û destkeftiyên gelê me têk bibe. Dijminatiya dewleta Tirk ji gelê Kurd re, ew dijminatiya hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dewleta Tirk hewl dide bi rêya van êrişan, rêyên nû ji çeteyên DAIŞ`ê re veke û temenê van koman dirêj bike.

Divê ciwan berê xwe bidin bereyên berxwedanê

Em bi tu awayî êrişên dewleta Tirk û kesên pê re alîkar, qebûl nakin. Cîhan hemû armanca dewleta Tirk ji vê êrişê dizane. Ji ber vê yekê em bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên demokratîk, YE`yê û NY`yê dikin ku helwestên cidî ji êrişên dewleta Tirk re bigirin û bê deng nemînin. Li ser vî bingehî em careke din ji cîhanê re dibêjin ku em dewleta Tirk hedef nagirin, lê eger dewleta Tirk êrişî me bike, em ê mafê xwe di çarçoveya parastina rewa de pêk bînin. Her wiha em amade ne hemû cureyên êrişan têk bibin. Her wiha ji cîhanê re dibêjin ku gelê me gelekî leheng e û qurbanî dan. Em ê niha jî bi rihê fedayî li ber xwe bidin û êrişa dewleta Tirk têk bibin. Em bang li hemû neteweyan û nasnameyan dikin ku li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û dengê xwe bilind bikin. Rol û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê ciwanan ku êrişên dewleta Tirk têk bibin. Di dawiyê de em careke din dubare dikin ku em hêzên parêzvan amade ne welat, nirx û destkeftiyên gelê xwe biparêzin.”

HESEKÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found