Em hê jî…

Serbazê Nazîyî di pêşangehê de dema ku tê û li ber kevalê  Guernîca’yê disekine, mîna kesekî ji gunehê bûyî bêhay û bêrî, dipirse ji Pîcasso, ‘te ev wêne çêkiriye’? Pîcasso, nê kêm ne zêde vê bersivê didiyê: Na…ne min; we çêkir’!
Bersiva Pîcasso a ku wekî şimaqekê li ser çavên serbazê Nazî’yî dikeve, gelo di hundirê xwe de pirsên ‘çibûn’, ‘çilobûn’ û ‘jiboçibûn’ ên derbarê hûner û  hunerkariyê jî rave nake?
Kevalê Guernîca’yê ji destên hûnerbazekî wekî Pablo Pîcasso derketibe jî, yê ku wêne bi Pîcasso da çêkirin ma ne zilma Naziyan bû?
Ma ne Hîtler balefirên şer diyarî Franco kirin û Franco Di 27ê Nîsana 1937an de navçeya şîrîn, bajarokê  ku wê û xelkê wê hembêza xwe ji welatparêz û komarparêzên Spanyayî  re vekiribû, Guernîca di mewayê saetekê de kaf û yekûn kirin?
Niha jî dikin!
Niha jî li Der’a, li Hema, li Humus… zalim stiranên mirinê bi zindiyan didin jiberkirin…
Niha jî; yên ku duh bi sê balefiran jahr û dûjahr û dermanê mirinê barandin bi ser serê Dêrsim û Dêrsimiyan de, îro li Geliyê Tiyarê, li Xakurkê bi heman alêvên mirinê êrîşî kê dikin, ku radibin ‘bexşînê’ dixwazin ji Dêrsimîyan?
Gur nagirîn, hêstir ji çavên guran nabarin!
Herdu çavên wan bibin du kaniyên girî jî kurd êdî ji wan bawer nakin!
Dêrsimî wan efû bikin, di wan bibihurin jî; Sasonî, Zîlanî wan efû dikin? Ya Beytuşşebabî, eşîrên Koçgirî, xelkê Agirî..?
Zindî li hêlekê, miriyên ku bi mirinên herî bêteşê û nelirê kuştine li hêlekê: bi qasî ku axa bav û kalên wî bû û ew welat ji we bêhtir welatê wî bû; hê duh we mirîyek nehewand, we cihê gornekê neda yekî wekî İsmet Şerîf Wanlî!
Nîha jî hûn radibin girîyê guran dikin!
Gur nagirin; gur dizûrin!
Ji roja ku we ‘girêka xwe li werîs da’, ew roj e ev roj e, hûn ‘bi gur re dikujin, bi şivan re dixwin, bi xwedî re digirîn’!
Ya baş ew e ku hûn negirîn!
Ne bigirîn, ne 13.806 kesên ku we kuştine bînin bîra xwe, ne jî 20 hezarên ku we di zivistaneke kefenspî  de ji cih û warên wan kirin û we berê wan da xiramên tirkkirinê!
Ne li kaba xwe bixin, ne wêneyên Seyid Riza şanî me bidin, ne jî dilê xwe bişewitînin bi şenqa Findik Hafiz!
Kîjan tîranî,kîjan zalimê qurçşkkevir kur li ber çavê bavê şeniqandiye?
Çavên sor bibe jî, ne ji girî; ji çavsoriya ye!
Çavsoriya ku we kiriye ji bîr dibe, tê ji bîr kirin?
Hewce nake ku hûn ‘belgeyan’ derxin! Ne rûpelên dîroka we; destê we, piyên we, devên we bi xwîn e.
Û ya ku we di laşê me de wekiriye ne yek e, ne dudu ye; 29 birîn e!
Xwe bi dû mirina me de megirîne:
Em bi birînên xwe li ser piyan e… li  ber sêdaran jî enî çik in em… û em piştî 74 salan li dû Rizo, li dû Dêrsim hê jî çiyayî ne!

Yazarın diğer yazıları

    None Found