Em hemû mertalên zindî ne

Li dijî gefên dewleta Tirk, şêniyên herêma Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî di roja duyê de doh dewam kir. Bi sedan kes beşdarî çalakiyê dibin. Doh endamên şaredariyan, endamên saziyên sivîl ên kantonên Hesekê û Qamişloyî mertal bûn.

Di çalakiyê de piştî rêzgirtinê, endama navçeya Zirganê, Hebûn Xalid got: “Li dijî gefên faşîzma Tirkiyê, îro em hemû kom bûne. Bi yekdengî em dibêjin; na ji dagirkeriya Tirkiyê re û em ji raya giştî ya cihanê re dibêjin em hemû li dijî gefên ku biratiya gelan û yekitiya herêmê dikin armanc, mertalên zindî ne.”

Hebûn Xalid diyar kir ku ew amade ne parastina xak û gelên xwe bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji hêzên leşkerî bigire heta gelên ku piştgiriya QSD`ê dikin, silav dikin û dibêjin na ji dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.” n ANHA/HESEKÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found