Em Kurdî bêhtir bi kar bînin

Platforma Zimanê Kurdî ku ji aliyê partiyên Kurd ve hate avakirin, bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li avahiya Civata Rojnamevanên Başûrrojhilat (GGC) daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên partiyên Kurd tevlî civînê bûn. Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî got, “Zimanê me nasnameya me ye, hebûna me ye.” Cizîrî bang li Kurdan, saziyan hemûyan kir ku li mala xwe, li derve û her qada jiyanê bi Kurdî biaxivin û ziman bi pêş ve bibin. Cizîrî destnîşan kir ku li nava partiyan, saziyan, qadên çand û perwerdeyê divê Kurdî bibe zimanê ragihandinê û gelê Kurd jî di jiyana rojane de bi israr bi Kurdî biaxive. Cizîrî got, “Di serî de gelê me, saziyên civakî yên sivîl, rewşenbîr, nivîskar, partiyên siyasî û medya divê ji bo Kurdî karekî taybet bikin. Divê em Kurdî bikin rojeva civaka Kurd.”

Asîmîlasyon sûcê li dijî mirovahiyê ye

Cizîrî bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û got, “Ziman mafê bingehîn ê mirovan e, mafê civakî û xwezayî ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovan e. Ev maf ji aliyê gelek saziyên navneteweyî ve hatiye qebûlkirin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî Beyannameya Neteweyên Yekbûyî, Deklarasyona Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê û peymanên din ên pê ve girêdayî ye, tevbigere.”

Berdevkê platformê, Şerefxan Cizîrî diyar kir ku ji dema avabûna komarê û vir ve polîtîkaya yekzimanî tê ferzkirin ku ev yek xwedî armanca asîmîlekirinê ye û got, asîmîlasyon sûcê li dijî mirovahiyê ye.

MA / AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found