Em li ber xwe didin

Çalakgerê rojiya mirinê Ozhan: Niha bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û hindik maye mirov bimirin. Ev yek ji bo me bû ferman ku em gaveke wêdetir bavêjin. Ev gav, rojiya mirinê bû. Helbet, armanca hemû çalakiyan şikandina tecrîdê ye.

Ozhan Ceyhan ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rojiya mirinê de ye, got: “Dema cara dawî hatim girtin û ez li wesayîta zirxî siwar kiribûm, bavê min gazî min kiribû û gotibû ‘Ozhan, kurê min berxwedan jiyan e.’ Bila bavê min dilrihet be. Em ji bo aramiya hemû dayikan û civakê li ber xwe didin.”

Li Hepsa Wanê, Ozhan Ceyhan ji 30’yê Nîsanê ve li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di rojiya mirinê de ye. Ceyhan, nameyek şand. Di nameya xwe de ji bo raya giştî got, “Ez ji Erdîşa Wanê me. 33 salî me. Ji 5’ê Cotmeha 2018’an ve girtî me. Yên ku ji bo paşeroja civakê zindanan vediguherînin mewziyan, berxwedêr in. Niha ew firsend li ber me ye ku em bibin layiqê van pêşeng û hevrêyên şoreşger ên ku zindan veguhrandin mewziyan. Di rêya Mazlûm, Kemal û Semayan û gelek kesên fidakariyên mezin kirî, ez bi minetdarî dimeşim. Ev meş, meşa parastina jiyanê, ji bo aştiya civakê firsendek e. Ji ber ku ez di vê meşê de me serbilind im.”

Dilrihet be bavo!

Ceyhan, bi bîr dixe ku ew berê jî hatiye girtin û wiha dewam kir: “Dema cara dawî hatim girtin û ez li wesayîta zirxî siwar kiribûm, bavê min gazî min kiribû û gotibû ‘Ozhan, kurê min berxwedan jiyan e.’ Bila bavê min dilrihet be. Em ji bo aramiya hemû dayikan û civakê li ber xwe didin. Di 1’ê Adarê de min dest bi greva birçîbûnê kiribû. Heta tecrîd neyê şikandin em ê bi paş ve gavê neavêjin.”

Ceyhan, di nameya xwe de anî ziman ku hesta şoreşger ji jiyîna rojên xweş wêdetir, rojên xweş bide jiyîn e û bal kişand ser sedema xwe ya ji bo rojiya mirinê: “Niha bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û di asteke wisa de ye ku hindik maye mirov bimirin. Vê yekê li me hin fikar peyde kirin û ev yek ji bo me bû ferman ku em gaveke wêdetir bavêjin. Ev gav, rojiya mirinê bû. Helbet, armanca hemû çalakiyan şikandina tecrîdê ye. Tenê hêzek heye ku kurd kirin xwedî nasname, ew jî Rêberê Gelê Kurd û rêberê gelên bindest Birêz Ocalan e. Ji bo rola wî ya di warê çareserkirina pirsgirêkan de bê astengkirin, tê tecrîdkirin. Lewma divê şikandina tecrîdê ji bo me hemûyan bibe rêgezek. Rêgeza min a sereke ev e; wê ev tecrîd bê şikandin.”

 Şikandina tecrîdê ne dûr e

Ceyhan, got: “Em bi saya keda gelê xwe hatine heta niha. Niha xwedîderketineke mezin a ji bo çalakiyan heye. Tevî hemû ambargo û çewisandinan jî xwedîderketinek heye. Her çend ne di asta şikandina tecrîdê de be jî, lê ne dûr e jî. Wexta ev bêdengî û guhnedêrî bi temamî bê şikandin, serketin wê çêbe. Vîna vî gelî ji pola ye. A ku hêz û qewetê dide me jî ev vîn e. Evîna Kurdan jî wisa ye. Roj, roja xwedîderketina li vê evînê ye. Armanca min şikandina tecrîdê ye da gel bêhnê bistînin. Ji bo em bi hev re bi ser kevin, bar dikeve ser milê me hemûyan. Divê gavine wêrek bên avêtin. Ev çalakî ne çalakiya zindanan e. Ev mirov ji bo siberoja civakê berdêlan didin. Ev çalakî, ji bo gelên Tirkiyeyê tê wateya biharê ji bo gelên Rojhilata Navîn jî çalakiya avakirina paşerojê ye. Lewma divê em bi hev re xwedî lê derkevin. Heger em doza siberojeke hevpar dikin, nexwe divê em li dor têkoşînê bibin xelek.”

MA / WAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found