Em li gel gerîlayên xwe ne

Li dijî êriş û bombebaranên artêşa Tirk, 43 roj in li Binarê Qendîl û 33 roj in jî li herêma Biradostê ciwanên Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiya mertalên zindî kirine. Çalakiya mertalên zindî bi dirûşma ‘Em ê Kerkûk, Xakûrk bikin biheşt, û welatê xwe ji bo dagirkeran bikin dojeh’ pek tê. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 27’ê Gulanê de li dijî herêma Xakûrkê dest bi operasyonê kir, Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li dijî van êrişan nêzî du mehane dest bi çalakiya mertalên zindî kirine. Ciwan bi armanca ku pêşî li van êrişan bigrin, ji Kerkûk, Silêmanî, Çemçemal û gelek deverên din ên Başûrê Kurdistanê kombûn û bere xwe dan Binarê Qendîl û Herêmên Parastina Medyayê. Ji bilî ciwanên Başûr, ciwanên ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevî ciwanê Enternasyonalîst jî beşdarî çalakiyê bûne.

Çalakvan bi tenê nehîştin

Ji roja çalakiya mertalên zindî destpêkirî ta îro ji gelek deverên Başûrê Kurdistanê, şandeyên aliyên siyasî, Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî, ciwan, rêxistinên siyasî, oldar, pîrên Zerdeştiyan, nûnerên Kakeyiyan, Êzidî û  terîqeta Neqşebendî ji bo piştgiriyê serdana çalakiya mertalên zindî kirine û piştgiriya xwe bi çalakiya ciwanan re anîne ziman. Ev serdanên piştgiriyê rojane berdewam dikin.

Em li gel gerîla ne

Herwiha gelek Pêşmergeyên Dêrîn jî bi armanca piştgiriyê ji Kerkûk, Silêmanî, Qerehincîr, Bazyan, Şarbajêr, Germiyan û Ranya yê serdana ciwanan kirin piştgiriya xwe bi ciwanan û gerîla re anîn ziman û gotin, “pêşmergeyên dêrîn çawa ku li dijî dagirkeriyê şerkirin, wê îro jî li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin û li gel xuşk û birayên xwe yên gerîla cihbigrin.” Rojane welatî û koçerên herêma Biradostê serdana çalakvanan dikin û piştgiriya xwe bi çalakiya ciwanan re tînin ziman.

Yekem çalakiya sivîlane li Biradostê

Çalakiya Mertalên Zindî li herêma Biradostê ku ji 24’ê Hezîranê ve despêkiriye, wek yekem çalakiya sivîlan a li dijî dagirkeriyên dewleta Tirk tê binavkirin. Xelkê herêmê tevî ku di bin zextek zede ya asayîşa PDK’ê û bombebaranên artêşa Tirk de ye jî, lê rojane ji bo piştgiriyê serdana çalakvanan dikin.

Hêz û moral dide me

Çalakvanê Mertalên Zindî Sîpan  Zagros, têkildarî serdanên piştgiriyê yên welatiyan got; “Xelkê herêma Biradostê serdana me dike. Ev yek hêz û moralê dide me. Welatiyên ku serdana me dikin, gelek ji wan dixwazin li vir li cem me bimînin, lê ji ber zextên asayîşa PDK’ê neçarin vegerin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found