Em li gel QSD’ê ne

Ji 3 hêzên herî mezin ên êlên Ereban El-Evdalê, Cîs û El-Neyîm li herêma Firatê tevlî civîneke QSD’ê ya li herêma bajarokê Sirînê hate lidarxistin bûn.

Civîna ku li Navenda Çandê ya Sirînê hate lidarxistin, bi dehan rûspî û êlên Ereb û Kurd beşdar bûn. Endamê Buroya Têkiliyan a QSD`ê Ezîz Ehmed axivî û got, hikûmeta Tirkiyeyê ji şerê leşkerî zêdetir bi şerê taybet û derûnî dixwaze aloziya li Sûriyeyê zêdetir bike. Ehmed diyar kir ku Tirkiye û hin dewletên din dixwazin welatiyên Sûriyeyê bi hev bixin.

Şerê taybet ê dewleta Tirk

Rûspiyê êla El-Evdalê Hac Xelîl jî di cîvînê de axivî û got: “Em soz didin heta yek kes li nava DAÎŞ’ê mabin û aştî li Sûriyeyê pêk were em ê li gel QSD’ê cih bigirin. Em bi şerê taybet ê dewleta Tirk naxapin.”

KOBANÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found