‘’Em li vir in em dikarin”

Jinên Kurd her sal ji bo guhartina civakê û şikadina têgehên zayendperest kampanyayan didin destpêkirin. Îsal jî pengava ‘Ji bo guhartin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ dane destpêkirin. Di çarçoveya pengavê de, 8”ê adarê Tevgera jinên Kurd a Ewrûpayê jî li dijî şîdet û kuştinên jinan bi duruşmeya ‘Tundiya li ser jinê polîtîk e, dibe ew tu jî bî” starta kampanyayeke nû da. Bi wesîleya 25’ê mijardarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li jinê di çarçoveya kampanyayê de meş, civîn, semîner û konferans tên lidarxistin. Dawiya hefteyê li bajarê Elmanyayê Hannoverê Konferansek bi rêveçû. Konferans diyarî 18 jinên ku di nava salekê de li bajarê Hannover û derdora wê xwekuştin, hatin kuştin an jî teşwîqî xwekuştinê hatin kirin hat kirin. Jixwe bi van kampanyayan armanc ew e ku jin li dijî şêweyên şîdetê hemûyan bên zanakirin da ku pêşî li kuştin, şîdet û xwekuştinên jinan bên girtin. Ji ber ku jin çiqas xwe bi rêkxistin û zana bike ew ê ewçend bikaribe dor û dora xwe jî biguhere. Jin heta niha ne ji bo xwe ji bo civaka zayendperest û desthilatdar bû. Ji bilî wê her kes der heqê wê de xwedî biryar bû. Li gorî exlaqê civaka serdest destpêkê keça bavê xwe, paşê xuşka birayê xwe û dema dizewicî dibû kole û xizmetkara mêrê xwe. Li ser navê wê tiştek tinebû. Di bin navê ol û civakê de her tişt ji bo wê şerm û guneh dihat hesibandin. Çiqas bîat bikira, çiqas xizmetkareke başbûya ji aliyê her kesî ve dihat heskirin. Digotin ‘Çi jin e, ker û lal e, sedsalî li cem te be deng jê nayê’. Yanî jina herî baş jina bê îrade, jina serî ji her tiştî û her kesî re tewandî bû. Dema jinê biryara azadiyê da û di oxira wê de bedêl dan hîn nû pêhesiya ku çiqas zincîr li dora wê hatine pêçan. Jinan çiqasî ew zincîr şikandin hewqas zêde berdêl dan û bûn hedefa êrişên desthilatdaran. Jinên ku li xwe geriyan, doza maf û azadiya xwe kirin li pêş çavê cîhanê bi awayên hovane hatin qetilkirin. Lê her çendî berdêl giran bin jî jinan hêza xwe mezin kirin û XWEBÛN kirin pîvan û felsefeya jiyana xwe. Li dijî pîvanên wê bê îrade dikin hemûyan bi biryardarî têkoşiyan. Jin bi siloganên “Tu dikarî”, “Jin diguherin” û “Em li vir in em dikarin” daketin qadan û qîriyan. Ji bo parastina nirxên xwe li dijî her cûre êrişan têkoşîna xwe mezin kirin. Gotin, “Em destûr nadin ti mêr û îqtîdar li ser beden, ked, nasname û nirxên me serdestî û zordestiyê bikin.” Gotin “Em ne namûsa ti kesî ne namûsa me azadiya me ye.” Têgînên ku bi jinê re hatibûn hûnandin kirin ber lêpirsînê. Li gelek deveran stargeh û saziyên jinan ava kirin. Li dijî jiyana pergala mêrê serdest û kapitalizmê, jiyana ekolojik, wekheviya zayendî, jiyana hevpar û demokratîk kirin esas. Di qada siyasî de qanûnên partiyên siyasî hatin guhartin. Pergala hevserokatiyê di rêveberiyan hemûyan de hat danîn û meşandin.  Kotoya ji sedî 50 ya wekheviya zayendî kirin esas. ’Silogana Jin jiyan azadî’ ji jinên cîhanê hemûyan re weke silogan û pîvana azadî û felsefaya jiyanê gerdûnî kirin. Bê guman ev bi hesanî çênebûn. Ji bo diyarkirina van pîvanên azadiyê di eniyên şer de, di nava çar dîwaran de û li qadên jiyanê hemûyan, kedeke mezin hat dayin ê tê dayîn. Ji lewma xwediyên hişmendiya serdest bê exlaq êriş dikin û tola xwe ji jinê digrin.Lê êdî jinan tahma azadiyê kirine, berdêl çi dibe bela bibe ew ji vê dozê venagerin. Tola Hevrîn, Amara Barîn û bi hezaran jinên têkoşer wê bê hilanîn.

Yazarın diğer yazıları