Em nahêlin dewleta Tirk Başûr dagir bike

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan tevlî bernameya taybet a Radyoya Dengê Welat bû û bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî. Karayilan got, “Dijmin bi konsepta xwe dixwaze girên stratejîk bi dest bixe û Başûrê Kurdistanê têxe bin hukmê xwe. Lê ev nayê vê wateyê ku wê ev tişt wisa pêk were. Ji ber ku evqasî hêza wan tine.

Beriya çend rojan li Girê Şehîd Saraya yê li pişt Ermûşê gerîlayan çalakî li dar xist. Ev der li pişt Şekîfê ne, lê çalakiyên gerîlayan didomin. Ji ber vê jî dijmin nikare bi hêsanî tevbigere. Li cihên ku dagir kirine, dixwazin xwe li wê derê mayînde bikin. Dema ku li cihekî dibînin gerîla nêzî wan dibin, bi balefirên keşfê û helîkopteran xwe li wê derê diparêzin. Heke ne wisa be, ew leşker nikarin li wê derê bimînin, wê gerîla wan hemûyan ji holê rakin.

Dewleta tirk dizane wê têk biçe

Hesabê wan ev e ku ew li Başûrê Kurdistanê rêxistinên Kurdan bera ber hev bidin û wan bêhêz bikin. Heta ku berxwedana gerîlayan hebe, dewleta Tirk wê bi qasî ku dixwaze nikaribe bi pêş ve biçe. Ji ber ku heta niha gerîla bi qasî kîlometreyekê jî ji wan dûr neketine, gerîla her dem li dora wan e. Gerîla di nav dijmin de ye, dijmin ku der girtibe, gerîla li wê derê ye. Dagirkirina Başûrê Kurdistanê ne hêsan e. Dewleta Tirk dizane heke ew di demeke kurt de Başûr hemûyî dagir bike, wê têk biçe. Generalên wan baş bi vê dizanin.

Em dikarin her pêngava dijmin bidin sekinandin û pêşiya wê bigirin. Li Xakurkê hewldanên gerîlayan hene. Ez careke din diyar dikim, dijmin tenê beşeke Xakurkê dagir kiriye û hatiye li vê derê bi cih bûye. Dijmin piştî ku li vê derê bi cih bûye, dibe ku bi pêş ve biçe. Dibe ku bixwaze beşên din ên Xakurkê dagir bike û berê xwe bide Xinêrê. Dibe ku berê xwe bide xetên din jî. Îhtîmalên wisa jî hene. Lê em ê heta dawiyê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Bi taybetî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê û hemû gelê me bizanibe ku, em PKK, û HPG a ku hêza fedaî ya PKK’ê ye, em ê destûrê nedin ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir bike. Li vê derê em ê şerekî stratejîk bikin. Ev ne wê şerekî normal be, wê gelekî dijwar be. Ji ber ku dijmin hê nehatiye cihên stratejîk ên ku ji bo me girîng in. Heke nêzî wan deran bibe, wê şer mezin bibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found