Em Rojava biparêzin

Ji destpêka êrişkariya qirkirinê ya dewleta Tirk û vir ve, di nava civaka Kurd de hesteke hevgirtin û yekgirtinê xwe daye der. Di nava raya giştî ya dinyayê, xasma ya li Ewrûpayê de jî xelk dizane ku Erdogan qirkirinekê dike. Ji ber wê jî bêhtirî 90 ji sedê Elmanan li dijî firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve ne. Lê hikûmeta Elman, li dijî miletê xwe, bi temamî ranawestîne firotina sîlehan, heta hewl dide bi derew û xapan bike ku raya giştî ya Elman jî çerx bike.

Şemiya bihurî alîkarê berê yê Serokwezîra Elmanyayê û serokê berê yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) mêvanê bernameyeke Kanala Dewletê ya Duyê ya Elman (ZDF) bû. Ji ber sempatiya xelkê ya ji bo Kurdan û her wiha ji ber beşdariya zêde ya çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan, xwedê dizane, Sigmar Gabriel dîsa weke lobîvanekî di bernameyê de bû. Lobîvanê Erdogan. Ez bi bîra miletê me bixim. Sigmar Gabriel ji wan kesan e ku di qirkirina Kurdan li Efrînê de kir ku hikûmeta Elman destekê bide Tirkiyeyê. Yanî ew yek ji wan kesan e ku Elmanya kir hevkarê qirkirinê. Elmanyayê fermî jî ev qirkirin weke “dagirkeriyeke li dijî hiqûqa navneteweyî” bi nav kir, heta qebûl kir ku sûcên şer hatine kirin. Bi vî halê xwe yê nerm jî Elmanya bûye şirîkê “dagirkeriyeke li dijî hiqûqa navneteweyî”, û “sûcên şer”. Helbet ji bo berjewendiyên xwe ev kiriye. Ha di vî sûcî de jî lobîvan Sigmar Gabriel hevkarê sûc ê rêza yekê ye.

Ew di bernameyê de behsa van xisûsan nake. Ew li wê yekê vedigere ku PKK xwepêşandanan li Elmanyayê organîze dike û PKK di salên 80 û 90´î de şidet bi kar aniye û PKK li Elmanyayê qedexe ye. Lê qet behsa wê yekê nake, ka çawa temamê civaka Kurd ji bo siyaseta derve û bêyî esasekî hiqûqî hat krîmînalîzekirin û kete ber zilma dewleta Elman jî. Halîm Dener ê 16 salî bi şideta polîs hat qetilkirin, bi sedan Kurdisrtanî û dostên wan ji ber şideta polîs birîndar û seqet bûn, ji ber taqîba neheq a cezayî bi hezaran Kurd mehkûm bûn û li Elmanyayê jî êdî girtiyên siyasî hene û ew jî Kurd in. Xem nake, bila vê nebîne. Lê tu çawa salên hikûmeta xwe nabînî!

Di dema hikûmeta Sigmar Gabriel de dewleta Tirk bêhtirî 6 hezar endamên îstîxbarata xwe li Elmanya wezîfedar kirin, bi çeteyan ji bo Erdogan li xelkê xist, dizî kir, şantaj kir, pereyên reş şûştin û ne tenê ev pîlana qetilkirina siyasetvanên Kurd kir. Ev hemû jî belgekirî ne. Sigmar Gabriel ê di hikûmeta heta 2018´an de alîkarê serokwezîr jî bi vê dizane. Çima vê şidetê nabîne û çima nabîne ku tevgera Kurd ev 20 sal in li Elmanyayê tevî hemû neheqiyên dewleta Elman û polîsê wê, xwe dûrî şidetê dike? Çima qedexekirineke neheq a PKK´ê ku xwe nasipêre ti biryara hiqûqî, bi bîr dixe?

Bersiv besît e, ew ne tenê ji bo berjewendiyên Elmanyayê, lê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî yên weke lobîvan, gotinên xwe dike. Ji ber ku ez nikarim û naxwazim bawer bikim ku di berjewendiya miletekî de be qirkirinekê bike yan jî bibe hevkarê qirkirinekê. Çawa ji daxuyaniyên hikûmeta Elman jî em tê digihin, ew jî dizane ku dewleta Tirk sûcên şer li Efrînê kirin û hiqûqa navneteweyî jî binpê kir. Heger hikûmeta Elman vê dizane û niha jî destekê dide Erdogan, naxwe xiyanetê bi miletê xwe re jî dike. Niha dengên dijber ji hikûmetê tên. Em hêvî bikin ku helwêsta Sigmar Gabriel ya wî be û bi ti rengî ne ya hikûmeta Elman be. Pêr raya giştî ya Elman nîşan da ku li meydanan jî ew bi miletê Kurd re ye û heger hê jî şika hikûmetê hebû heta hingê, divê êdî nemabe. Dewleta Tirk tecrîd bikin û nebin şirîkê qirkirinê.

Yazarın diğer yazıları