Em ruhê şoreşê nîşan didin

 “Xelkê pirr hez ji stranên me kir. Nexasim jî Şervano, lê beriya wê jî Nivişta Gerîla, Tîna Çiya, Edlaye û Tola Salaniya Efrînê bi rastî jî xelkê hez ji wan kir. Gava ev karê muzîkê tesîrê li xelkê dike, helbet tesîrê li me jî dike.”

PERVÎN YERLÎKAYA

Di rojên destpêkê yên dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava de strana Şervano li nava Kurdan belav bû. Xelkê hem hez ji awaz, gotina stranê kir û hem jî hez ji klîpa wê kir. Di xwepêşandanan de, di merasîmên cenaze de, li malan û li kargehan dengê vê stranê dihat bihîstin. Ev strana hanê şevekê hat nivîsîn ku dewleta Tirk Qamişlo bombebaran dikir.

Şêro Hindê nivîskarê strana “Şervano” ye, ew di heman demê de di Komuna Filman a Rojava û hunergeha Welat de jî karê hunerî dike. Şêro Hindê derhênerê belgefilma “Darên bi tenê” û yê filma sêwirandî “Bajarên wêranbûyî” ye jî. Em pê re li ser strana Şervano, û kar û xebata hunerî ya li Rojava peyivîn.

Ji bo peydabûna strana Şervano ew dibêje, “Roja dewleta TC û çeteyên wê dest bi êrişên li dijî rojava kir em li Qamişlo bûn. Şeva wê roja êrişan em tevî muzîkjen Mehmûd Berazî, nivîskar Ibrahîm Feqe bûn. Me gotinên stranê nivîsîn û awaza wê çêkir. Wê şevê bombe li Qamişloyê dibariyan. Şeş kes şehîd bûn û gelek kes birîndar bûn. Wê şevê şervanan xwe amade dikir, hewl dida sivîlan biparêzin, amadekariya şerî dikir û sîleh amade dikirin. Vê gelekî tesîr li me kir. Heman şevê me gotinên wê nivîsîn, awaza wê çêkir û dîtira rojê jî me hema klîpa wê çêkir. Me xwest gelek tişt xwezayî bin. Di klîpê de Elî Feqe bi rola şervanê YPG´ê radibe. Ew endamê Komuna Filman a Rojava ye, kameraman û montajker e. Di karê sînemayê de çalak cihê xwe digire.”

Ecibandina xelkê erênî tesîrê li me dike

Ew wiha li pirsa, gelo ew li bendê bû Şervano vê tesîra mezin bike, vedigerîne. “Me dizanî dibe ku xelk hez ji stranê bike. Lê em ne li bendê bûn evqas tesîrê bike. Em timî hewl didin ku hunerekî ruhê demê nîşan bide biafirînin. Di heman demê de em hewl didin hunerekî bikin ku ji terza di nava xelkê de milet hez jê dike tê yê ku ji kana folklorê, ji dengbêjiyê tê û bi sedan sal e xelk hez jê dike. Ez vê jî bibêjim, hevalê me Mehmûd Berazî li Rojava xwe daye ber barê herî giran di karê hunerê muzîkê de.

Xelkê pirr hez ji stranên me kir. Nexasim jî Şervano, lê beriya wê jî Nivişta Gerîla, Tîna Çiya, Edlaye û Tola Salaniya Efrînê bi rastî jî xelkê hez ji wan kir. Gava ev karê muzîkê tesîrê li xelkê dike, helbet tesîrê li me jî dike. Di warê hestî de erênî tesîrê li me dike. Nexasim wesiyeta Şehîd Yusuf Nebî hebû ji malbata wî re; ji malbata xwe re gotibû, ´Heger ez şehîd bibim di merasîma min a cenaze de bireqisin.´ Malbata wî strana Şervano di merasîmê de lêxist û hewl da wesiyeta kurê xwe bi cih bîne. Ev ji bo me bi rastî pirr bi êş û hestyar bû.”

Di nava şoreşê de bi huner radibin

Şêro Hindê ji bo di nava Şoreşê de rabûna bi huner jî dibêje, “Em weke hunermendên Kurd dixwazin ya xwe jî li Şoreşê zêde bikin, hest, hizrên şoreşê û tiştên tên serê miletê me, em dixwazin wan bi huner nîşan bidin. Ya rastî em serê xwe zêde pê naêşînin ka hunera em çêdikin li derve erênî û neerênî çi tesîrê dike, em dixwazin ji bo civaka xwe huner çêkin. Û gava em dibînin em tesîreke mezin li mirovên xwe dikin, ev kela canê me gelekî radike.

Em karê sînemayê dikin. Komuna Filman a Rojava hat damezrandin. Em belgefilm, kurtefilman û filmên dirêj çêdikin. Komun 2015´an hat avakirin. Lê weke şexs ez bi muzîkê radibim. Projeyên min ên filmê jî bi muzîkê re elaqedar in. Li ser dengbêjiyê belgefilma min a bi navê “Darê bi tenê” heye. Belgefilmeke me ya din heye li ser stranbêjên Şingalê. Beriya niha jî li ser Mihemed Şêxo yê nemir projeyeke me ya belgefilmê hebû. Ez bi muzîkê xwe îfade dikim. Em weke mirovên li Rojava di nava Komuna Filman a Rojava û Hunergeha Welat de huner dikin, em dixwazin tiştên nû li hunerê şoreşê zêde bikin.

Li ser berxwedana Serêkaniyê

Ji bo projeyên li pêşiya xwe jî ew Şêro Hindê dibêje, “Niha li Serêkaniyê berxwedaneke mezin heye, dewam dike. Em dixwazin li ser projeyên behsa vê berxwedana harîqulade dike, karê xwe bikin. Em naxwazin bi rengekî elimandî van projeyan çêkin, lê bi rengekî nû projeyan çêkin ku nîşan bidin em peyrewên bibîranîn û têkoşîna her kesê li Serêkaniyê li ber xwe dayî, canê xwe fedakirî û şer kirî ne. Niha projeyên me yên hatine ber weşanê yên wisa hene. Helbet miletê me hez ji hin xebatê me dike, lê ew rexneyan jî li me dike. Em projeyên xwe yên nû gava dikin, em van rexneyan jî dinirxînin, qîmet bi wan didin û xebata xwe weha dewam dikin. Projeyên mezin li ber destê me hene. Em muzîka gelêrî ya milet bi sedsalan e jê hez dike û lê dihisîne, niha hewl didin wê belge bikin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found