Empatî Kurd û Kurdî

Meseleya empatiyê, ne meseleyeke hema welê ye. Bi şert û mercan ve girêdayî ye. Piştî Kobanê û piştî Şoreşa Rojava kesên dikarin empatiyê bi Kurdan re bikin, helbet ji berê bêhtir in. Gotarên giştî hêdî hêdî xurtiya empatiya me diyar dikin. Di vir de mesele ne ew e ka ev şaş e yan na. Ji ber ku mirov dikare empatiyê bike bi tiştekî re heger mirov wî tiştî nas bike, yan jî karibe wî nêzîkî xwe bibîne.

Ji ber wê jî ez dixwazim îro bi xwînerên xwe re tecrûbeyekê bikim. Bifikirin hûn li bajarekî ne ku bêhtirî 90 ji sedê serjimara wî Ereb in, em bibêjin bajarekî Ereb ê Îsraîlê yan jî bajarekî Filistînê yê ku Îsraîlê dagir kiriye. Em wisa ferzî mîsal bibêjin, stranbêjekî Ereb yan jî Cihû li wî bajarî, li mekanekî diyar, xwest konserekê bide û bi Erebî stranan bibêje. Niha xeyala xwe xurt bixebitînin; polîsên Îsraîlî yan jî eskerên Îsraîlî dikevin nava mekanê konserê, destê xwe diavêjin mîkrofana stranbêjî û ji destê wî dikişînin da ku stranan bi Erebî nebêje.

Li Kurdistanê bê şik û guman wê empatiyeke mezin bi Filistîniyên zilm li wan bûyî re xwe bidana der. Ev heq e jî. Heger bi rastî qewimî be, jixwe birîna me ye jî, em ê helbet empatiyê bikin. Lê em hinekî realîst bin, em dizanin ku li Îsraîlê, zilmeke li ziman û tetbîqa ziman bi awayekî sîstematîk nîne. Lê nûçeyeke wisa, bi mîzansen jî çêbe, em amade ne bawer bikin, em hazir in mîzansenê nebînin û em hazir in li şûna Filistîniyên mezlûm bigirîn, li xwe xin û ji bo wan ji Îsraîlê nefret bikin. Gava ez vê bi giştî dibêjim, ne ku dixwazim îstîsnayan li derî vê bihêlim, heta belkî ji îstîsna û wê de, 15-20 ji sedê mirovan nekevin ber vê giştîkirinê, lê 80 ji sedî destûra giştîkirineke bi rengê “em” dide min.

Niha em li nûçeyeke aktuel vegerin; pêr li Batmanê hunermendekî tê nasîn, Dodan Ozer ê ku di pêşbirkeke deng de li temamê Tirkiyeyê bi ser ketibû, wê li kafeyekê konserek bidana. Polîsê Tirk li nava kafeyê mîkrofon ji destê Dodan Ozer girt da ku strana bi Kurdî nebêje. Di nûçeyan de hûrgiliyên ku ser vê yekê divê negirin, hatin belavkirin. Lê ev zimanê xelkê wî bajarî bû… û li wî bajarî wê qedexekirina straneke bi Erebî li Filistînî bibûya sedema bêhtir nerazîbûnan. Li vir meseleyeke cidî heye. Empatî baş e, lê em çawa nikarin empatiyê bi xwe re daynin û bi xelkê re dikarin daynin! Ew xurtiyeke çawa ya gotarên giştî ye ku ji serpêhatiya me bi xwe bêhtir tesîrê li me dike! Û bê şik û guman di vir de anomaliyek heye; ev ne awayê bi sihet ê empatiyê ye.

Heger komeke mîna Ereb yan jî Tirkan li Tirkiyeyê meyla mêzîna xwe ya empartiyê ne bi aliyê Kurdan lê bi aliyê Filistîniyan de xwar bike jî wê pirsgirêk bûya, lê mirov wê bikariya bi gotara giştî ya li Tirkiyeyê vê rave bike. Hem gotara dewleta Tirk û hem jî gotara Îslamî dikarin bibin sedema çelexwarîtiyên bi vî rengî. Lê Kurd çawa dikarin bi gotareke giştî ewqasî bitevizin ku bi êşa xwe nehisin, lê bi heman birîna xelkê biêşin? Ya ji vê jî kambaxtir, ew amade ne ji derewên vê gotarê jî bawer bikin, lê şik û gumanê ji qirkirina li dijî xwe dikarin bibin.

Êrişa li dijî Kurdî ya li Batmanê, li Xezayê, li Qudsê, li Urduna Rojava biqewimiya, gelekî muhtemel bû li Batmanê xwepêşandanên li dijî Îsraîlê çêbin. Heta neqewimiya jî û nûçeyeke bi derewan jî dikarî bibûya sedema nerazîbûnên hişk. Bi ya min ne tenê li Batmanê, li seranserê Tirkiyeyê diviyabû nerazbûna Kurdan û wan kesên bi wan re dost, diviya xuyatir, xurttir û hişktir bûya. Ew qasî hişk ku yê zalim careke din newêriya eşkere êrişeke bi vî rengî bibe ser zimanê me.

Yazarın diğer yazıları