Encam wê karaset û koçberî be

Hêrsa xelkên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî gefên dewleta Tirk û helwesta hêzên Koalîsyona Navdewletî mezin dibe. Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser doh der barê rewşa dawî ya hêrêmê de daxuyaniyek da. Civîna çapemeniyê li bajarê Eyn Îsa pêk hat. Hevserokên Meclisa Rêveber, Ebid Hamid El-Mihbaş, Bêrîvan Xalid û endamê meclîsê di civînê de amadebûn. Rêveberiya di civîna çapemeniyên de bang li şêniyên Sûriyê yên li hundir û derve kir ku li hember gefên dewleta Tirk ên êrişkirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Her wiha bang li civaka navdewletî jî kirin da ku helwestekê der barê gefên dewleta Tirk de, bigirin. Piştî daxuyaniyê, Hevserokên Meclisa Rêveber, Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid bersiv dan pirsên rojnamevanan.

Divê parastina destketiyan bikin

Hevserokan got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê xwe ve erkên der barê mekanîzmaya ewlehiyê de pêk anî. Lê belê li ser zimanê serokkomarê Tirkiyê gefên bênavber û ne rewa li dijî herêmên me dewam dikin. Me şerê çeteyan yê ku li tevahî cîhanê gef dixwarin kir. Divê hevalbendên me yên bi me re şer kirine, parastina destketiyan bikin.” Hevserokan der heqê rewşa koçber û penaberên li kampên li herêmên Rêveberiya Xweser de jî ev bersiv dan: Di kampan de bi sedan çete bi cih bûne. Li kampan rewşeke kambax heye. Nexasim jî bi nêzîkbûna zivistanê re. Dewletên cîhanê li şûna alîkariyê bikin, rêya dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedikin. Heke êrişa dewleta Tirk pêk bê, dê bi xwe re di warê koçber û penaberên li kampan û şêniyên li herêmên sînor felaket be. Dê bi vê yekê jî barekî giran ku ne em, ne jî dewleta Tirk û ne jî tu dewletên li cîhanê karibe tehemul bike, rû bide. Ji bo çareseriya nakokiyê bi Tirkiyê û yên din re, rêya diyalogê ya herî guncaw e, eger êrîş li ser herêmên me pêk werin dê rewşa li kampan û şêniyên li bajaran kirîtîk be.”

EYN ÎSA

Yazarın diğer yazıları

    None Found