Enternasyonala Rojava

Yek ji hêmanên nû yên di şoreşa Rojava de derket holê jî, enternasyonalîzma nû ye. Çawa ku gelek rêgezên şoreşê û jiyanê li qada rojavayê Kurdistanê ji nû ve afirîn û teşe girtin, bêguman têgîna enternasyonalîzmê jî ji nû ve vejiya.

Peyv an jî têgîna ku koka xwe ji zimanê Fransî digire di dîrokê de cara yekem bi tevgera Marksîstî re ji aliyê girseyên qelebalix ve hate bilêvkirin. Destpêka wê tevgerê afirandina yekîtiyeke cîhanî ya karkeran û bi hev gihandina partiyên komunîst ên welatan hemû bû. Ji ber egerên cûr bi cûr û helbet ji ber destwerdana dewletên serdest hewldan hemû li ser babeta enternasyonalê de faşil derketin.

Rêxistina enternasyonala yekem di serdema Karl Marks de hat avakirin, lê hîna di destpêkê de li gelek welatan qedexe li ser danîn û di jiyanê de derfeta şînbûnê nedît. Dûvre enternasyonalên duyem, sêyem jî her wisa têk çûn. Bi taybetî ya sêyem ku Josef Stalîn wekî berpirsê têkçûna wê tê destnîşankirin, bi komkujiyên dijwar ve bi encam bû. Serok, damezrîner û pêşengên wekî Zînovyev ku di heman demê de rêberên şoreşa Sovyetîk jî bûn, di encama pevçûnên navxweyî de hatin jinavbirin.

Vêca Leon Troçkî hewlda ku enternasyonala çaremîn bi rêk bixe. Troçkî pêşengekî zana û jîr ê şoreşê bû. Artêşa sor ji aliyê wî ve hatibû damezirandin. Dîrok gava behsa şoreşa sovyetîk dike, dibêje: “Sê endezyarên şoreşê: Lenîn, Troçkî û Stalîn.” Lê di encama şerê navxweyî û dozîna ezezî de Troçkî jî li Meksîkayê hat kuştin û ew xewna yekîtî û hevgirtina enternasyonalî ji bo demeke dirêj cemîdî.

Di serdema şerê Spanyayê de em dibînin ku carekî din ew xewna ûtopîk ya bindestan bi rih û can dibe. Yekîneyên ku navê enternasyonalîst li xwe kirine, ji gelek welatên cîhanê berê xwe dan Spanya û gotin: “Welatê me îro li pêş Madrîdê ye.” Ew giyana ku kelecaneke romantîk li tevahiya cîhanê anîbû himatê, di encama têkçûna eniya komarparêz û şoreşgeran de carekî din neçar ma navbereke dirêj bide.

Vêca di salên şêst û heştan de bayekî nû ya enternasyonalê lê hîn romantîktir li ser dinê geriya. Liberxwedana Vîetnamê, Şoreşên Amerîkaya Latînî, Serhildanên Filîstiniyan û bêguman weke fîgûreke romantîk Dr. Ernesto Che Guawara bandora xwe li gelek welatên dinê kirin.

Li gel ku weke tevgera giştî di asteke bilind de hêz komkirin jî, lê ew bayê romantîk venegeriya rêxistineke weke berê ya enternasyonalî an jî pêngaveke nû ya bi heman rengî encam neda.

Ev pêvajo heta destpêka şoreşa PKK´ê û bi taybetî jî rabûna Rojava dewam kir. Bi şoreşa PKK´ê re kesayetên wekî Kemal Pîr û Hakî Karer ji bo geşkirina xewna enternasyonalî gavên xwe ber bi gelê Kurd ve avêtin. Di nava salên dirêj yên şoreşê de bi sedan jin û mêrên ji gelên din jî hatin û li gel Kurdan tevli nav şer û şoreşê bûn.

Ev herikîn bi şoreşa Rojava re vegeriya goleke mezin. Li paytext Berlînê di kombûna bîranîna pakrewanên enternasyonalîst de jî ev rastî careke din derket holê.

Kesayetên wekî Nabî Kîmran, Dr. Nîkolaus Brauns û Bakî Selçuk ji bo bibîranîna enternasyonalîstên wekî Mîcheall Panser, Ozge Aydin, Kerem Pehlîvan, Goze Altinsoz û Yasîn Aydin li hev civiyan.

Nabî Kîmran ku gelek ji wan şoreşgerên enternasyonalîst ji nêz ve nas kirine, bi wan re dem derbas kiriye behsa kesayeta wan, behsa xeyalên wan yên nêz û dirêj kir. Kîmran got: “Ew Alman bûn, Yûnan bûn, Ereb, Tirk, Amerîkî bûn, Kanadayî, Ermen û Avustralyayî bûn, lê hemû jî ji bo axa me şer kirin. Ji bo azadiya me li dijî dijminekî barbar şer kirin û xwe feda kirin. Lewra wan azadiya me weke azadiya welatê xwe û ya cîhanê hemûyî didîtin.’

Nabî Kîmran di axaftina xwe de wekî din wiha behsa şoreşgeran kir: “Çawa xuya dikirin wisa bûn, hin ji wan bijîşk bûn, hin ji wan parêzer, di nav wan de kêm kesên bê pîşe û karîyer hebûn. Ceren bijîşk bû, ji Muglayê û Tirk bû. Ji bo rizgariya gelê Kurd ji destê mêtingeran û ji bo cîhaneke sosyalîst tevli nav şer bûbû.”

Beşdaran bi hûrgilî behsa xewn û xeyalên pîroz yên şoreşgerên enternasyonalîst kirin. Helbet kesayetên weke Andrea Wolf, Sarah Handelmann û Îvanna Hofmann jî hatin bibîranîn.

Di wan axaftin û behskirinan de rastiyeke din jî derdiket holê ku hejmara wan şoreşgeran hîn zêdetir in. Gelek pakrewanên ku hîna me navên wan jî nebihîstine, henin.

Lewra mirov dikare enternasyonala di şoreşa Rojava de derketî holê, weke Enternasyonala Pêncemîn jî bi nav bike; herçiqas bi gelek awa û naveroka xwe ve cuda be jî, weke geşkirina xeyala dîrokî û dewama şoreşa mirovahiyê hevreng in.

Yazarın diğer yazıları