Erdogan aqil berdaye

Şandeya bi seroktiya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di çarçoveya ‘Destûra Demokratîk’, ‘Tifaqa Demokrasiyê’, ‘Qeyûm’’ û ‘Pakêta Darazê’ de çû serdana Komeleyên Demokratîk ên Elewî (DAD). Hevserokê Komeleya DAD’ê Musa Kulu û rêveberên komeleyê pêşwazî li şandeya HDP’ê kir. Kulu malavayî li şandeya HDP’ê kir, û got hewceyî bi destûreke wiha heye ku gel karibin bi bawerî, nasnameya xwe, li ser esasê welatîbûnê bi hev re bijîn û diyar kir, problemên li Tirkiyeyê ne tenê yên HDP’ê ne, roj ew roj e ku rewşenbîr, partiyên siyasî, zanîngeh li ser çarenûsa welêt gotina xwe bikin.

Destûra demokratîk lazim e

Temellî got, hewcehiya Tirkiyê bi destûreke demokratîk heye, ji ber ku destûra heyî li Tirkiyê gelek derdorên civakî nas nake, ev jî dibe sedem ku aştiya civakê çênebe.

Temellî wekî din bi îhtîmam îşaret bi mijarên serxwebûna dadgeriyê û bêalîbûna wê kir.

Aştiya bi Kurdan re nebe aramî jî nîne

Têkilî dagirkeriya bi qeyûman a şaredariyên Bakurê Kurdistanê jî Temellî got, vîna gelan, nexasim jî ya Kurdan tine tê hesibandin û ji bo helwêsta hikûmetê jî got, “Di serî de biryardar xuya dike ku li ber çavê civakê dijminatiya li Kurdan hilberîne. Ti xêra xwe vê rêyê ji Tirkiyê re tine. Ev ê Tirkiyê bixe nav bobelatekê. Heta ku bi Kurdan re lihevhatinek çênebe, aştî û aramî nayê welêt. Ji ber vê divê em werin gel hev. Divê em zûzûka ji vî aqilê qeyûm xwe xilas bikin.”

Erdogan gefan li civakî dixwe

Temellî li ser gefên Erdogan li civakê dixwe jî got, “Doqikê xwe li ser serê civakê dihejîne û wiha hewl dide ku desthilata xwe bidomîne. Qeyûm tinehesibandina hiqûqê ye. Daxuyaniyên dawî yên Serokkomar gefxwarin in. Di ser parlamenê re gefê li civakê dixwe. Dewlet, ew tişta ku em jê re aqilê rasyonel dibêjin ji dest daye. Aqil di serê dewletê de nemaye.”

ENQERE

Yazarın diğer yazıları

    None Found