Erdogan tecawizkar e, divê were darizandin!

Bi mehan e bajarê Efrînê di bin dagirkeriya faşîzma Erdogan de ye. Ger em bala xwe bidin xeta dagirkeriya çeteyên DAİŞ’ê, em ê fam bikin ku di cewherê dagirkeriya dewleta Tirk de hişmendiya DAİŞ’ê heye. Erdnîgariya herî bi xêr û bereket, li ser avên mezin, cihên herî stratejîk, dîrokî, bajarên pîroz û qedîm bûn hedefa DAİŞ’ê. Êrîşa li ser erdnîgarî û xwezaya herêma Rojhilata Navîn pîlana herî qirêj e ku bi taybet di sedsala dawî de bi awayekî hovane li ser bedena xaka qedîm dikeve pratîkê. Piştî xêzkirina sînorên netew dewletan wek ku êdî her tişt bi dawî bûye û şer nema, her ku çû xelkê herêmê ji hev dûr ketin, nakokî, şer û krîz kûrtir bû. Netew dewlet navên gelekî demokratîk li xwe jî bikin, xwe di bin hezar û yek maskeyan de veşêrin jî di cewherê wan de talan û dagirkerî heye. Împratoriyên ku heta ji wan hatine sînorên xwe fireh kirine û çavbirçî berê xwe dane welatan û dagir kirine, piştî şerê cîhanê yê duyemîn navê wan nema. Lê di rastî de ti caran ji wê hirsa xwe ya dagirkeriyê nehatin xwarê. Yek ji wan îmratoriyan jî, îmratoriya Osmaniyan e. Divê talan û dagir bike, ji bo li ser piyan bimîne. Divê bikuje –bira û bav- jî di navê de nifşa xwe domandiye. Pirsgirêka hebûnê bi qetilkirina li ser gelan çareser dibe. Îro ger Erdogan ewqasî dixwaze bi gurkirina şer pirsgirêka hebûna xwe çareser bike, gotin û kiryarên wî xwe dispêre rabirdûyek dûr û dirêj. Bi kuştina gelan, dagirkirina xaka wan dikare bijî, derveyî wê cihek ku tê de bijî tineye, ji ber jixwe welatê xelkê dagir kirine. Erdnîgariya ku faşîzma Tirkperest dike hedefa xwe, cih û warê xelkê orjîn ê herêmê ye. Osmaniyan bi darê zorê, bi seferên bi armanca talanê gelek welat dagir kirine. Hinek cih piştî şerê cîhanê yê duyemîn wek xerameta şer ji destê wan çûbe jî, hêj wan cihan wek mulkê xwe dibînin. Wê demê hêza ku wan erdan di destê xwe de bihêlin nemabû, ji bo wê ji neçarî dan. Lê ji ber ew hişmendiya dagirkeriyê heya niha jî zindî ye û xwe bi wê têr dike, careke din erdên ji dest çûye, dixwaze.

Dagirkerî salên dirêj bi taybet li ser Kurdistanê meşiyaye. Têkoşîna li dijî xwe bi hovane fetisandiye, gel ji giyotîna mirinê ve derbas kiriye, qir kiriye û wisa rewabûna xwe ferz kiriye. Dagirkerî sûcê herî mezin e, destavêtin e. Îro dema mêr destdirêjiyê dike, li gor qanûnên cihanê cezayek wî ya giran heye û sûcek e. Ne tenê di warê qanûnên dewletî de jî, di nezera civakê de jî bêexlaqtiya herî mezin e. Dagirkeriya xak û bedena mirov, yan jî ruhê mirov, heman tişt in û ti ferqa wan tineye. Ger îro li Tirkiyê ewqas bûyerên destdirêjî û kuştina jinan çêdibe, ji ber taybetmendiya tecawizkar a faşîzma Erdogan e. Ha te welatek dagir kir, ha te destdirêjiya jinekê kir, ti cudahiya wan tineye. Erdogan vê yekê dike. Hişmendiya ku yan milkê mine yan jî ne ya ti kesî ye, bi wî re heye.

Min jor jî behs kiribû, herî zêde di van deman de dagirkeriya bajarê Efrînê di rojeva Kurdan û cihanê de ye. Roja 3 û 4’ê mehê li bajarê Amûdê komcivînek bi ser navê ku li Efrînê dagirkerî û guhertina demografyayê heye, hat lidarxistin. Dema mirov temaşeyî encamên çend mehên dawî yên hovîtiya dagirkeriya Tirk dikir, tam destdirêjiyek bê exlaq dikeve bîra mirov. Bêdengiya li beramber vê destdirêjiyê hevkariya bi sûcdar re ye bêguman. Li beramber Efrînê sûcek mezin tê kirin. Gel ji cih û warê xwe dane revandin û bi darê zorê koçberkirin, ew sûc e. Guhertina navê gund û herêmên Efrînê dîsa sûc e û li dijî konvansyona mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî ye. Îja ya sosret ew e ku xelkê Efrînê li beramber van kiryarên derveyî mirovahiyê serî li dadgeha mafê mirov a Ewrûpa dane. Di bersiva giliyên gelên Efrînê de dadgeh dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike û dibêje; Divê hûn di serî de serdana dadgehên li Tirkiyê bikin û paşê ger nehat pejirandin, serî li me bidin! Destavêtinê rewa dike û berê xelkê dîsa dide tecawizkaran dadgeha mafê mirovan! Wek ku di komcivîna li bajarê Amûdê de jî hatibû gotin; Divê Erdogan di dadgehên navnetewî de were cezakirin. Ew jî ji ber sûcê xwe yê herî mezin ango destdirêjiyê. Ger bi rastî jî dadgehek wisa hebe, divê Erdogan ceza bike. Lê ger rexmî ewqas belge û şahidên hovîtiya dewleta Tirk hê jî kes nayê cezakirin û tewanbarkirin, diyare dadgehek adil tineye. Têkoşîna gelan, hişyarkirina tevahiya cîhanê li beramber van hovîtiyan dikare dadgehan jî neçar bike ku Erdogan bi rastî jî tewanbar e. Divê hemû cîhan pê bihesin ku Erdogan dixwaze kevneşopiya Osmaniyan bidomîne û destdirêjiyê dike. Ger têgîna destdirêjiyê tenê di çarçoveyek teng de were destgirtin wê demê destdirêjiya li ser Efrînê jî wê ji nedîtî ve were. Her Kurdek û mirovek azad divê vê destdirêjiyê li dijî xwe bibîne û têkoşîna wê bike. Em hemû bi yek dengî li her derî dest bi kampanyayên bi vî rengî bikin ku; ‘Erdogan divê Ji ber destdirêjiya li ser Efrînê were dazirandin!’

Yazarın diğer yazıları