Erdogan wê bê protestokirin

ALADDÎN SÎNAYÎÇ / LONDON

Li paytexta Ingilîstanê Londonê civîna bilind a NATO´yê îro dest pê dike û sibe jî dewam dike. Dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û têkiliyên Tirkiyeyê bi Rûsyayê re ji rojevên sereke yên civînê ne. Di navê de meclîsa Gel a Kurdan a li Brîtanyayê û Koalîsyona Şerî Rawestîne jî gelek sazî wê Erdogan û NATO´yê protesto bikin.

Ev civîna bilind rastî salvegera damezradina NATO’yê ya 70´yî tê. Serekçeteyê dewleta Tirk Erdogan wê hewl bide YPG´ê weke rêxistina terorê bide qebûlkirin û dagirkeriya li Rojavayê Kurdistanê jî rewa bide nîşan. Sekreterê giştî yê berê yê NATO´yê Anders Fogh Rasmussen ji bo civînê got, DYE, Fransa û Tirkiye dibe ku civînê serûbinî hev bikin.

Divê bersiva Erdogan bê dayîn

Financial Timesê jî bi nivîsekê got, “Rûsya ev demeke hewl dide NATO´yê parçe bike û Tirkiyeyê bikişîne ber bi aliyê xwe ve. Ji bo hevgirên NATO´yê ya herî baş ew e ku peyameke hevgirtî û hişk bidin serokkomar Erdogan û bi bîra wî bixin ku piştgirî dualî ye.”

Protestoyeke mezin heye

Li aliyê din çav li rê ye protestoyên mezin li dijî civînê û Erdogan hebin. Koalîsyona Şerî Rawestîne (Stop The War Coalition), Meclîsa Gel a Kurdan û Kurdistan Solidarity Campaign îro saet 16:00’an li Meydana Trafalgarê dicivin û wê piştre bimeşin heta bi Buckingham Palace a ku melîke wê xwarinê bide lîderên NATO´yê.

Yazarın diğer yazıları

    None Found