Êrîş û Andok; ruhek di du giyanan de!

GELAWÊJ EWRÎN

Di serdemek wiha de ku ferdperestî ruh û mêjiyê mirovan dixwe, mirov li Kurdistanê rastî rastiyek bi navê gerîla û şervantiyê tê. Ne ji bo xwe, ne ji bo welatekê û ne ji bo netewekî, têkoşîna azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê didin ev gerîla. Bê hesab in, wêrek û fedayî ne. Mirov bi ketina meha Gulanê vê rastiyê hîn baştir fam dike û pêdihese. Meha fedayiyên Kurdistanê ye, Gulan. Ji bo wê bêhna azadî û serkeftinê ji vê mehê tê. Bi nêzîkbûna salvegera şehadeta du hevrê û dildarên evînê, Êrîş û Andok, wateya meha Gulanê hîn watedar bûye. Êrîş û Andok jî sembolek in ji Gulanê, şopek in li ser şilêrên vê mehê. Wan jî navê xwe di pelên pîroz ên vê mehê de niqirandine. Ew jî bûne Gulanek din, yan jî dema dibêjin Gulan çawa ku gelek hevrêyên azadiyê bi bîra mirov tê, Êrîş û Andok jî her wisa. Êrîş û Andok di sala 25´ê Gulana 2012´an de li dijî muduriyeta polîsan a li Pinarbaşiya Qeyseriyê çalakiyek fedayî lidar xistin. Bi şêwazek fedayî bi ser baregeha polîsan ve çûn û şer kirin û şehîd bûn. Pirtûka Dîdara Du Dildaran digel ku kêm jî be, min ji bo fedayitiya wan vebêjim, nivîsand. Niha dema li şûn xwe temaşe dikim, sal bihorîne û rastiya du pakrevanên wek Êrîş û Andok hêj li tevahiya Kurdistanê zindî ne û hêjane werin vegotin û nivîsandin. Her yek ji wan romanek ji azadiyê ne bêguman. Wek mînak dema Şîrîn û Ferzad û hevrêyên din roja 9´ê Gulanê ber bi sêdareyê ve diçin, sirûda azadiyê bihevre re hewar dikin û wisa diçin. Ev bi serê xwe romanek e ku divê misoger kêlî bi kêliyên wê ji nifşên niha û yên piştre were gotin. Di rastî de her netewek bi destan û çîrokên xwe yên egîdî û qehremaniyê li ser piyan mane û jiyane. Stranên Kurdan ên di vê eksenê de jî bêguman berxwedanî û qehremantî di civaka Kurd de zindî hiştiye. Zindî hiştina destanên qehremantiyên bi vî rengî, mirovan fêrî welatparêziyê dike. Ger îro di civaka me de vegotina egîdiyên wiha kêm bibe, dibe ku gelek tişt wateya xwe ji bo civakê ji dest bide.

Di rastiya Hevrê Êrîş û Andok de, bi taybet dema min pirtûka wan nivîsand û niha jî qehremanên ku îro jî heta nefesa dawî li ber xwe didin û şehîd dibin, heman rastî heye. Ciwanên Kurd li Kurdistanê gelekî li beramber dagirkerî û mêtîngeriyê bi kîn û hêrs in. Ev tê wê wateyê ku bîr û hafizeya dîrokî hêj zindî ye û netewa ku xwedî li hafizeya xwe derbikeve, ew ê zindî jî bimîne. Wer xuyaye, pîlana qirêj a îmha û qirkirina Kurdan, wê bi ser nekeve û neçe serî, wexta ku ciwanên wiha hebin. Êrîş û Andok li Qeyseriyê çalakî lidar xistin. Dema ji bo pirtûkê min dîroka bajarê Qeyseriyê lêkolîn kir, yek ji wan bajaran e ku herî zêde berê Kurdan dane vî bajarî. Ji bo ji çanda xwe dûr bikevin, ji bo serî ranekin, ji bo qet neyê bîra wan ku rojekê Kurd bûye, berê wan dane Qeyseriyê. Kurdên Qizilbaş ji Dêrsim û Maraşê ku ji qirkirin û komkujiyan filitîne, dîsa bi darê zorê neçar bûne berê xwe bidin Qeyseriyê. Bajarê ku xwestine Kurdan tê de bikin Tirk. Kesê wek Cemal Gûrsel di dema xwe de wiha ji Kurdên wir re gotiye; ´Yên ji we re dibêjin Kurd, tûyî rûyê wan bikin!´ Êrîş û Andok vê carê tûyî rûyê vê rastiyê kirin û dawî li vê şerma dîrokî anîn. Ji Kurdên Qeyseriyê re wiha tê gotin;

“Hûnê ewqasî xwe înkar bikin ku hûn bi xwe jî newêribin, xwe têxin bîra xwe. Êdî hûnê bitirsin xwe têxin bîra xwe. Hûnê xiyaneta xwe ji bîrkirinê di mêjiyê xwe de bikolin û hûnê bi şerma vê xiyanetê, newêrek bin û her wisa bijîn. Hûn tenê ew Kurd in ku her yek ji we weke leşekî mehkûmî jiyanê ne. Kurdên bê ruh û giyan… bi qasî ku hûn bibin çavkanî û xizmetê bikin, hene û bi vî awayî tenê bibin leşek. Wê hemû hewildanên we yên jiyanê jî ev be…” Ev gotin bi salan û heta îro jî li ber guhê Kurdan tê gotin. Fedayîtiya ciwanên Kurdistanê ji bo dawî li vê rastiyê bînin, watedar û erka herî pîroz a dîrokê ye. Famkirin û serwextbûna ji vê rastiyê bêguman kesên wek Êrîş û Andok afirandiye. Di serî de jî min got ku di serdemek wiha de ku ferdperestî mirovan difetisîne û ruhê mirov teng dike de kesên wiha têkoşîna azadiya dikin. Di dawiya pirtûka ji bo Êrîş û Andok de û di dawiya her destanek qehremaniyê de, bi taybet di vê meha pîroz a Gulanê de, mirov rastî vê yekê tê; ji bo jiyan watedar be, mirinek bi rûmet himbêz kirine. Wan dersa herî mezin a jiyan û mirinê û ya herî girîng ferqa wan ji me re vegotine. Ya duyemîn jî di dawî de ew ne du kes, belê êdî cêwî ne. Ango ruhek in di du giyanan de. Welatek, netewek û gerdûnek di wan de dibe yek. Heqîqet, lêgerîna mirov a ji bo azadiyê ye, Êrîş û Andok li pey şopa heqîqetê meşiyan û canê xwe feda kirin û heqîqet jî yekbûnê divê. Careke din ruh, hest û bedewiya wan pîroz dikim û bi bîr tînim…

Yazarın diğer yazıları