Êrişa li dijî Zozan li dijî me ye

NÎHAL BAYRAM / MAINZ

Bi hinceta çalakvaniya wê ya siyasî dewleta Elman hewl dide zarokên Zozan G.´yê jê bistîne. 22´yê mehê jî wê rûniştina dozê pêk bê. Heman rojê mîtîngek wê li Oberhausenê çê be. Rêxistionên jinan, siyasetvan û çalakgeran got, “Êrişa li dijî Zozan, li dijî me hemûyan e” û bang li xelkê kirin da ku 22´yê Çile beşdarî mîtînga li Oberhausenê bibin.

Polîsê Parastina Dewletê bi awayekî ku mînaka wê di dîroka Komara Federal de nebe, bi hincetên li dijî destûra bingehîn a Elman, dixwaze 5 zarokên Zozanê jê bistîne. Jixwe hin kirinên mahkemê kirinên rejîmên faşîst anîn bîra mirovan; zor li zarokan hat kirin da ku li dijî dayika xwe îfadeyê bidin. Axir ev pêvajoya dadgeriyê gefek e ku li dayikên siyasî çalak hemûyan tê xwarin.

Asta herî jor a krîmînalîzekirinê

Berdevka siyaseta koçberan a partiya Çep (Die Linke) li eyaleta NRW´yê Jules El Khatib got, “Ti koma koçberan bi qasî Kurdan bi destê meqamên Elman nayê krîmînalîzekirin. Mahkemeyek radibe biryarê dide li ser mafê miqatebûna li zarokan ê dayikeke ku di tevgereke çepgir de çalak e, ev asta herî jor a krîmînalîzekirina komeke koçber e. Heger ciwanek xwe perwerde dike û (siyasî) beşdar dibe, ev cihê şanazîpêkirinê ye, ne sedema parçekirina malbatekê ye.”

Partiya Çep wekî din da zanîn ku ew destekê dide çalakiya “Piştgiriya bi Zozanê û zarokên wê re”. Ev çalakî wê 22´yê Çile saet 08:30’î li Meydana Friedensplatz a Oberhausenê çêbe.

Cenî: Em bi Zozanê re ne

Saziyên jinan jî ne razî ne ji hewldanan dewleta Elman. Buroya Jinên Kurd a Aştiyê Cenî ku navenda wê li Dusseldorfê ye, got, “Êrişa li dijî yekê ji me, li dijî me hemûyan e. Ew ên ku ji xweşhaliya zarokan berpirsiyar in, radibin xweşhaliya zarokan bi angajmana siyasî re elaqedar dikin, ev zîhniyetek e ku rê li ber gumanan vedike. Çawa meqamek rabe, malbateke întegrebûyî, mafên xwe yên siyasî û demokratîk bi kar tîne, ji ber ku fikra wê ya siyasî parêzvanên dewletê aciz dike, parçekirina malbatekê rewa bike?”

Dewlet destûra bingehîn binpê dike

Women Defend Rojava-Berlînê jî got, ew pişta Zozanê digire: “Em vê peywendîdanînê (çalakiya siyasî û xweşhaliya zarokê) li dijî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya jinên koçber û li dijî tevlîbûna wan a nava siyasetê, weke êrişekê dibînin. Jidestgirtina mafê miqatebûna li zarokan qonaxa nû ya vederkirina nijadperest û cinsiyetperest, û ya xespkirina mafan e.” Women Defend Rojava-Berlînê got, dewlet eşkere xala parastina malbatê ya destûra bingehîn a Elman binpê dike û wiha dewam kir: “Zarok ne yên dewletê ne, yên malbatê ne. Em pişta Zozanê digirin, em vê êrişê qet qebûl nakin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found