Êrişên DAIŞ´ê ji serî ve binketî ne

Îro bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Îbrahîm Cerah endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn spart axê. Şehîd Îbrahîm Cerah di dema pêkanîna erka xwe de li gundewarên rojhilatê Tebqayê şehîd bûbû.

Karwanê erebeyan, ji pêş Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê ber bi Goristana Şehîdan ve da rê. Cenazeyê şehîd l bi nasnav Îbrahîm Mirî, ji hêla hevalên wî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi dirûşmên silavkirina şehîdan, hate rakirin.

Merasîmê bi rêzgirtinê û rêûresmeke eskerî dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Abdulkerîm Îbrahîm û bavê şehîd, Ebû Rîş axivîn û soza dilsoziya bi doza şehîdan da.

Bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Tebqayê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz, Hamid Ferec axivî û got, hêzên ewlekariyê bi hemû cureyên xwe kedê didin ku çavdêriyê li şaneyên razayî bikin ên ku ewlehiya herêmê tevlihev dikin: “Dê serê wan venehese heta tola her şehîdî hilnedin.”

Li aliyê din jî endama rêveber a Komîteya Hundirîn a Tebqayê Nisrîn Ubeyd got, kiryarên şeneyên razayî, hewldanên binketî ne: “Ew israra Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ji bo tinekirina wan, zêde dike.”

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Reşa Taha wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Şehîd Îbrahîm Mirî di dema li ser benda kontrola ewlehiyê ya li gundewarê rojhilatê Tebqayê di erka xwe radibû, di 11’ê vê mehê de, şaneyên razayî bir ser bendê de girt û di encamê de Îbrahîm Mirî şehîd bûbû û 2 endamên Hêzên ewlehiyê jî birîndar bûbûn.

ANHA / TEBQA

Yazarın diğer yazıları

    None Found