Êrişên li dijî Rojava û dengê rewşenbîran

Serhildanên di dîrokê de ne tenê deshilatdarên otorîter hilweşandine, lê di heman demê de armanc dike civaka medenî, bingeha demokrasîyeke saxlem û bihêz damezrîne. Şoreşa  Ingilîzan a 1658-1689´an, Şoreşa Frensî ya 1789´an, Şoreşa Emerîkî ya 1776´an, û Şoreşa Rûsî ya 1917´an nimûneyên herî baş li meydana rewşenbîrî ne û ev rengê şoreşan hemî di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ji 2012´an ve tên bîra me.

Ev gotar li ser mijara rewşenbîr û rola wan a wijdanî ye. Belkî naverokeke rewşenbîrî ya bîrdozî ye ku zanyarî bi rexne re digire û hem jî ji hêla mijarên cûrbecûr, di warê  zimanî, têgehî û dîrokî de ji hev cihê dike:

Ev xal û xalên din jî ronakbîrî an rewşenbîrî an ku “rewşenbîrekî organîk” di mijara dagirkeriyê de digire nav xwe. Di dawiya dawîn de, “rewşenbîrî” bi giştî ku bala xwe dide çanda wî ya giştî, ya ku di heman demê de rewşenbirekî gel be jî ew bi awayekî pêkhatî derbasî nav mijarên din dibe, ango, rasterast têkilî bi meydana giştî û pirsgirêkên civakê re wek mînak dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê, dibe parêzvanê xakê.

Lêbelê, rêwîtiya rewşenbîrên dilsoz cûdabûnê li vir nahêle li cem me Kurdan dema ku kêr digihîje hestî dengê herî ku bilind dibin dengê rewşenbîran.

 Bi vî rengî, gotarên hevbeş yên rewşenbîran û bi cudabûn û rexneya hin di dîtinan de û tiştê ku ew sedemê bidestxistina statûya rewşenbîrî û  girtina hinek ji xalan li ser bingeha zanîngehekê ku gengaz dike ku bigihîje nirx û darizandinên normatîf, ew bi xwe dibîne.

Girîngî bi vî rengî li ser amûrên teorîk, û teoriya ku di wateya hin xalên rewşembîran de û bi wateya xwe ve tê sererastkirin, lê dîsa ji rastiyê û referanseke li ser potansiyela xwe, esas rewşenbîr wan tîne cem hev.

Girêdana di navbera rewşenbîr û şoreşê de ji hêla vegotineke eşkere ve bi kêmasiya gotarê, di serhildanên – Biharên Gelan – de baş xuya dibe, hem ew rewşenbîrê şoreşger ku xwedan wijdanê hêjayî rexnedayîneke ne tenê ji rejîmên serdest re, di heman demê de ji şoreşê re jî û rewşenbîrê muhafezekar ku karibe ravekirina hewcedariya parastina rejîmên desthilatdar û hebûna guhartinan di nav de. Di hişmendiya dewletên Kurdistan dagirkirî û kevneşopiyên wê de ev yek beriya ronîkirina rewşenbîran di helwêsta xwe ya li hember şoreşê de ye. Û ji peywira rewşenbîriya şoreşgerî ye ku bi rijandina xwînê şoreş bi dawî nabe, lê dibe pileya herî tevlihev û herî girîng di formulekirina alternatîfên ji bo rewşa giştî piştî şoreşê. Jixwe, di êrîşê herî dawî de xitaba (gotara) rewşenbîr bû hêvîyek vêketî ku ez dibînim wê di mijarên bi vî rengî gotareke rewşenbîran hevbeş hebe û peyda bibe.

Nîşaneya dîrokî bi gelemperî behsa rola dadwer û zanyaran di êrişên dewleta Tirk û Siltanên wan yê berê dike. Niha Erdogan tevahiya çeteyên dinyayê li hev civandine û bi navê Artêşa Mihemed wê here şerê kafiran an ku Kurdan û vê bi rêya rewşenbîrên xwe dike.

Lê çavdêriya siyasî ya heremê, guhertinên ku rola rewşenbîrên me Kurdan jî têde heye û hêz di mîrasa wan de heye, wê vê bi gotareke hevbeş li ser asta herçar parçeyan têk bibin.

Hin lêkolînerên ku di dewleta Tirk a bi serektiya Erdogan de kar dikin, vê yekê di çarçoveyeke vekirî ya bi navê Îslama siyasî de, an jî rastandina dîroka protestokirina di Îslamê de dikin.

Rewşenbîrên Şoreşa Fransî bi paşpirtikî bi heman navî hatin navandin, her çend di demê de ew wekî felsefe, ramyarî an zanyar têne binavkirin.  Ez ê behsa wê dîrokê nekim, lê min dixwest bêhtir behsa rola rewşenbîran binirxînim. Min tenê dixwest ku di wateya xwe ya heyî de, bibêjim, di vê qonaxê de reweşenbîr ew laşê nûjen e ku gelek guhertinîn dîrokî di ser re bihurîne; lê ya herî girîng têkildarî derketina grûbeke rewşenbîr a berfireh e ku di warê danûstandina xebata xwe ya ronakbîrî de dixebite, û di vê qonaxê de derdikeve pêş.

Yazarın diğer yazıları