‘Êrîş li dijî hemû Kurdan e’

Piştî gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên „êdî sebra me nema“ balafiran li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê êrîş pêk anî. Li dijî êrîşa hewayî ji herêma Federal a Kurdistanê nerazîbunên tund hatin nîşandan. Rewşenbîr Mumtaz Heyderî li dijî êrîşa hewayî nerazîbûn nîşan da û wiha got: „Êrîşên dewleta Tirk beşeke ji êrîşên şoven ên ku hêj li pey Kemalistan diçin in. Dewleta Tirk ji ber ku pirsgirêka Kurd çaraser nake nikare bekeve Yekîtiya Ewropayê. Ji ber pirsgirêka Kurd welatên derve jî nerazî ne.“ Her wiha Heyderî diyar kir ku pêwîst e ew bi xwe siyaseteke xwe ya stratejik ava bikin. Heyderî destnîşan kir ku bi taybetî gelê Başûr divê van êrîşan weke li ser başûrê Kurdistanê bibinin û nerazîbunên xwe bidin nîşandan.

Heyderî bang li Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê, Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê jî kir û xwest ku li hember van êrîşên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Heyderî anî ziman ku pêwîstiya hemû Kurdan bi Kongraya Neteweyî ya Kurdan heye û divê ji demek zutir ji bo vê kongreyê gav bên avêtin. Heyderî di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ev êrîş li dijî her çar parçeyên Kurdistanê hatine kirin.

HEWLÊR

Yazarın diğer yazıları

    None Found